Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Raze ….

Helbest: Kamran Simo Hedilî

axxx
ev çi ye
çi dibe
ditirsim
min bernede bavo
av şor e
şevkortarî ye
pêlên avê
bilind dibin
nizm dibin
dibin ejdihar
min dixwin dayê
bilin dibin
lê ne çiyan e
nizm dibin
ne deşta
beraza ye
deng tên
ne siwarên kîkan e
ne çiya
min diparêzin
ne xal û ap
dibihîzin
ev der e
derya
derya nenas
av çawa wisa
şor û kûr dibe
şev çawa wisa
sar û bixof dibe
tu min dibihîzî dayê
av min dixwê
leyîstoka min jî
dixwê dayê
ne di hembêza te de
di hembêza avê de
cara dawî
xewa min tê

ma xewa te
û kekê min jî
mîna ya min tê
bavo çima neye
ez ê razim
bavo
sibê dê were
sibe
bila min maç bike
ez ê razim
raze
raze Alanikê min
raze xew
ji hişiyariyê xweştir e
bêdengî
ji dengê neyê bihîstin çêtir e
xew aramî ye
nebihîstina koçberiyê ye
raze dayê bigorî raze
raze
em ê vegerin welatê xwe
em ê vegerin
û gelek çav
dê di xewa te de
bigirîn
heke di çavan de
hêstirên
mirovahiyê mabin
raze
raze Alanê min
rêwiyê
riya rênenas
raze
da rê
rêwî
û stêr
di kenê te de
xwe veşêrin

raze ez bigorî raze
xewa te
mîna te
û welatê te
bêtewan e
raze
raze heta xewa te
deng
bide qeraxê deryayê
heke guhên bibihîzin
mabin
heke
weke korbûna wijdanên wan
guhên wan
ker nebûbin
dê dengê te
bibihîzin
tu raze
raze ez bigorî
raze

02.09.2015

Related Articles

Back to top button