evder
Şengal e Şengal
welatê
barhilgirên ola qedîm
pîrozgeha yêzdan e
ji reşkirasê reşcîhana alreşan
agir dibare
li vir
li vî xakî
govend û dîlan
evîn û şadî
di ayetên reş de difetisin
kujerên
xwediyên kirinên reş
zilma xwe
dikin ala serkeftina xwe
bindestiyê
dikin navê dîrokî
tirs û jariyê
li dilan siwar dikin
li vir
li vî xakî
şev û roj
êş û hejarî
li çiyayên pîroz
li pîrozgehên Êzîdxanê giriyandin
pîxwesên
welatê Şevşevokên tarîperest
birîna dîrokê
careke din birîndar kirin
Pîr û Feqîr
qewl û stranên şikestinî
li Laleş distrênin
evder
Şengal e Şengal
welatê
barhilgirên ola qedîm
pîrozgeha yêzdan e
hêlîna
bilbilên zinarên tî
seyrangeha
xweşikên zozanên dilwestiyayî ye
li vir
li vî xakî
goristanên bêkêl
keserên bêper û bêbask
rev û berxwedan kêm nebûn
di her fermanê de
ewr reş dibin
roj reş dibe
reng reş dibin
di xwîna xwe de
digevizin stêrk
xanî hildiweşin
dîrok hildiweşe
zevî dişewtin
zarokên bêguneh
pîrejinên serspî
kalemêrên rihspî
rêwiyên riyên dûr in
di gewriyan de
difetisin qewl û niyaz
miraz û daxwaz diqurmiçin
tî û birçî
dest û rû û lêv diterikin
di dilê min de
diherifin beden
çûkên li ser daran
teyrên çiyan
hechecikên malan
masiyên gol û çeman digirîn
ba sorxemgîniya
Kurdistana birîndar dibêje
di dilê min de
serjê dibin kevok
li vir
li vî xakî
melûlî û wêrekî
rengên xwe
didine hemû rengan
di mêjiyê Êzîdxanê de
dijenê bêmecaliya zengirtî
li vir
li vî xakî
her hezkirin
dibe windakirinek
dibe Enfalek
dibe wêrankirinek
dibe birîneke bêderman
dibe Ezîzekî bê av
û keçên Şengalê
bêdeng
bênav
bêstran û bêkes
li bin çarşefên reş
zincîrê
li stûyê mirovahiyê
dipêçin
evder
Şengal e Şengal
04.08.2014