Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Kêferata termên bê nav ….

Helbest: Ronî ELÎ

 

Di gewriya dil de
Goristan vebûn
Kevanên hêviyan
Ber wêranê çûn
Rondikên te Dayê
Koça welate
Buxça li pişta min
Pêt û şewate

Hey welato ez
Kuştiyê xwe me

Xwîna Miştenûrê
Birîn kolandin
Bêdengiya Çavan
Mirin diçandin
Li paş min haware
Berî bi mij de
Barê min Dayê
Ji girî mişte

Hey welato ez
Kuştiyê xwe me

Li deşta siwaran
Sosin şewitîn
Li herdû kaniyan
Çivîk perpitîn
Dîwarên evînê
Bûn kavlên xewnan
Nameyên dildaran
Mane bê ziman

Hey welato ez
Kuştiyê xwe me

Dergûşên kolanan
Rê li min girtin
Ji hilma kuştinê
Stêr vemirtin
Min şopa te Dayê
Dîsa wendakir
Ji Tûrê wêranê
Dilketin çekir

Hey welato ez
Kuştiyê xwe me

Ew termê wendayî
Bê nav namîne
Xeml û xêza Bûkan
Bi hers û vîne
Sînga Kobaniyê
Her kêferate
Di tolvedanê de
Mizgîn, felate

Hey welato ez
Kuştiyê xwe me

9\7\2015

Related Articles

Back to top button