Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Rêz û Rûmet ji Şehîdan re Serxwaşî û Aramî ji Gelê Kurd re …Desteya sernivîser*

Li kat pênc, li danê sibê ji roja 25an ji meha Pûşberê, dîsa çeteyên Rêxistina Dewleta Îslamî (Daiş) hêrişke hovane birin ser bajarê Kobanê.
Li gora çavkaniyan, derdora sed çeteyên Daişê ku alên Artêşa Azad û YPG rakiri bûn, li gel çekên xwe û bi makînan derbase nava bajarê Kobanê bûn û yekser dest bi kuştina sivîlan kirin.
Pişt re, wan komên kuştaran di nava çend avahiyên bajêr de çeper girtin û dest bi segmankirinaqens her kesê ku li kolanan dilivî kirin.
Şer û pevçûnan di navbera şervanên Kurd û komên çeteyan de dora sê rojan dirêj kir û di encamê de piraniya terorîstan hatin kuştin û hejmarek jî dîl hate girtin.Li gora serhejmara fermî ya ji hêla YPG ku li roja 30î ji Pûşberê hati bû belavkirin, di encama hêrişa terorîstan de, 233 kes ji şêniyê bajarê Kobanê û gundên derdora wê hati bûn şehîdkirin, 273 kes birîndar bû bûn û 35 şervanên Kurd jî jiyana xwe ji dest dabûn û bû bûn şehîd .
Bi vê komkujiya mezin û hovane, careke din Kobaniya birîndar qelengê kurdîtiya xwe da, vê carê jî ji ber rizgarkirina navça Girê Sipî de xwîna mirovên wê hat rijandin. Xuya bû, ku ew serkeftina mezin û giranbuha di çavên nijadperestan de hilnehat, nemaze jî ((Cîranên me yên Bakur)). Ji ber ku ew hîn siyaseta xwe ya ji sedsalan de di tenga gelê Kurd re dajon û naxwazin bawer bikin ku cîhan ji binî de hatiye guhertin û gelê Kurd jî mîna hemî gelên cîhanê divê bigihê mafên xwe û bi şêwakî azad û aştiyane li ser xaka bav û bapîrên xwe bijî.
Roja îro, tevaya raya cîhanê dibîne ku çawa lawên gelê Kurd bi qehremaniyeke mezin li dijî terorê şer dikin. Xebata wan pir bi bilindî tê nirxandin. Tenê rayedarên cîranê me ji Tirk û Ereban li bervajî zagonên jiyanê û mafên gelan radiwestin.
Çawa mirov kane ewqasê bextê xwe reş bike û terora terorîstên Daişê bide ber xebata şervanên gelê Kurd.
Bêguman, ev siyaseteke pir çewt e. Êdî tu kes wê siyasetê ji rayedarên Tirkiyê û ji bilî wan jî napejrîne. Ji ber ku ew siyaseta li tersî hemî danezan û zagonên civaka navnetewî ye û li dervayî dîroka nûjen a mirovatiyê ye jî.
Nemirî ji pakrewanan re. Aramî ji gelê Kurd re. Bila serê Kobaniya me ya qehreman xweş be.
* Rojnama Newroz – hejmar / 111 / – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Ji bo wergirtina tevahiya hejmarê, li vir bitikîne

Related Articles

Back to top button