Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

BAYÊ ROJAVA….

Helbest: Xizan Şîlan

ez

dergûşeke li çolistanên qijilî

pêxwas

tazî

birçî û sêwî mayî me

xwîna pêsîra dayika xwe

ya sîngsedef û giyanmirî

dimijim

dengê qîjeqîja çûkeke perşikestî

hêlîn wêranbûyî

bêxwedî

û şeveder mayî me

ji ber kul û kederên dinyayê

axîn û nalînan

dikişînim

li nav toza qehpikên çavsor

bi tena serê xwe

hatim terikandin

bedena min

di êş û jana çaxên genî de

dilerize

li xurbetê

rondikên bîranînên mişextbûyî

dadiqultînim

movikên pişta dahatûya min

ji hev de ketin

di bin barê dîroka zalim de

bêhna min çikiya

çeqel û zexelên dema reş

çermê xewn û xeyalên şîrîn

gurandin

minafiqan

hinav li min peritandin

teyrokên xezebê li gulîstana şîn

barandin

porê serê keç û bûkên bermalî

rûçikandin

kindirê îxanetê li stûyê qedera min

alandin

keska xewên min

herimandin

li bêdengiya rojên stewr

derbider bûm

dêlegurên hov

di perdeya guhên min de

zûrezûr in

di hêrs û tirsa xwe de

vediciniqîm

mija ewrên reştarî

xwe dagirtiyê ser kêf û şahiya

seyrangehên min

temenê perîşan

bi keservedanên kûr û dûr

hatine stirihandin

dilê sefîl

di qêrîn û hawara salên kambax de

diperpite

di îskeîska girîna gewriya xwe de

difetisîm

kevirên çiya û zinaran

di kuştina min de

serî hildan

hestên sonda tolhildanê

hiş û mêjiyê sebira min

rapêça ye

êdî ez ê

ji nav lepên xêrnexwazan

bifilitim

bafiroka aştî û aramiyê

ber bi stêrkên asîmana sayî ve

bifirînim

li ser axa şaristaniyê

çirûskên agirê eşqa Mem û Zînê

geş bikim

birîna kezeb û gurçika welatê rojê

bi xweşbêhna bayê rojava

bipêçim

li şevekoriya demên xewle

meşaleya hurmet û rûmetê

vêxim

kaniya jiyanê

ber bi asoya serkeftinê ve

biherikînim

bi tilîliyan şaxên dara azadiyê

bi keskesora rengîn

bixemilînim

li baxê hezkirinê

tovên kulîlka ronahiyê

bireşînim

hêviyên giyana qefilî

bi melûliya tîrêjên berbangê

binixumînim

li ber wîzîna firtûneyên har

destmala govend û dîlanê

bihejînim

di sergêjiya mestbûna xwe de

li dor helbestên kulek semaha şadiyê

bigerînim

di dengvedana derûniya xwe de

stranên mizgîniya serbestiyê

bilorînim

û ez ê

azad û bextewar bijîm

2015-06-18

Stockholm

Related Articles

Back to top button