Nameya min
Di çateriya kavilên wêraniyê de
Tîp diweşandin
Û bê deng dima
Çimkî …
Şopa zenglê dilê te
Wenda dikir
Li wir …
Min û sawiran
Dewsa pêngavên te
Dişopandin
Û dipîvandin
Lê ..
Morikên gerdena te
Ku di devê rê de
Rengê têkçûnê lixwe kiribûn
Weke darbesta awatan
Rê digirtin
Min û çateriya xewnan
Çîçekên cejnê
Bi tîpên jihevketî re
Parvedikirin
Lê …
Di bêdengiya Zengilê Biharê de
Şlûrên hawîrdorê
Bask diçrandin
Û bi karwanê nemirên vejînê re
Pişta Miştenûrê
Bi tîna gelawêjê
Diqelişandin
De bêje yarê
Ka gerdenê sozan
Da Gulekê
Ji xemla hêrsa viyanê
Lê daçikînim
Û ji hestên ku li pişta dil disojin re
Bêjim ………………… Pîroz be
9\3\2015