Di koça hêviyên xemsar de
Bayê aware
Ji kenê Çavên te
Giyanê min
Bi dastana Şeydê
Dorpêç dikir
Tu bûy …
Darbesta xewnên gerok
Tu bûy …
Sirûda zimanê Çivîkan
Di daristana omîdan de
Lê berî min bihêlî di agriê hevdîtinekê de
Zengilê koçberiyê
Di hinavên min de
Dengvedida
Û di riya wendabûnê de
Dilopên rondikan
Rûpelên nameyên xapînok
Dadigirtin
Û tîp wenda dikirin
Tenê Çavên te bûn
Ku di nav mijgulên de
Dibûme penaberekî bê pişt
Bê şiyan
Lê qet di kendava lêvên te
Nebûme mêvan
Nejî di deşta sînga te de
Koçerê Bihara nêrgizan bûm
Hew seyrana dilan bû
Ristina hevokên janê bûn
Ku ji birçîbûna hestên tengijî
Li pêşwaziya leylanê
Lal diketin
Lewra …
Tîpên xoşewîstiyê
Di pêlên ahînan de
Bê kil diman
Û carek din
Giyanê tewenbar
Piştxûz dima û koçber dibû
3\3\2015