Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (313): Kuştina temenmezinekî bi mebest, binpêkirinên “El’emşat”, girtinin tewşankî, geregoşî û dizînin fere, vêrgî û neradestkirina malan

Bi barkirina anîndeyan ji Efrînê bo herêmên wan ên resen re, çekdar û sivîlin ji wan di talankirin û komkirina malmewal û tiştan de -ta kanin- dilezînin, bi riya ferzkirina vêrgî û baceyên diravî li ser Kurdan -nişteciyên resen- û dizîna malmewdanên wan (mîna alet, acet, dewar, pez, kelûpelên dîkan û malan ta vekirina derî û penceran û hin tiştên din), û herweha jî bikaranîna binpêkirinine din di dermafê wan de!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Kuştina bi mebest:

Li êvara Sêşemê 07.01.2025an. Z, piştî derketina wî ji mizgeftê, Hemwelatî “Ebid El’hemîd Reşîd Mistefa/Malbata Igêl /58/sal” li orta gundê wî “Qornê” – Navça Bilbilê rastî piroseyeke kuştinê ye mebestkirî hat, bi qurşîna jîndar, bi destê du çekdarên rûpeçinandî û li ser matoreke dutekerî, û paşê jî revîn; Û ew bo nexweşxaneyeke Efrînê ji bo dermankirinê hate rêkirin, lê mixabin jiyana xwe ji dest da, û li Roja Çarşemê li ser nîvro, di gel kelkel û şermezarkirina xelkê ji tewanê re hate oxirkirin û binaxkirin.

Û li gor hinde bînerdayînan/şehadetan ji xelkê, berî du salan zeviyeke zeytûna ye wî hemwelatî rastî piroseyeke dizînê hat, û dema ku li ser giliyê wî endamine nivîsgeha ewlekariya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ya ku gund desteser dike destêwerdan kirine, pevçûnin di nav wan û dizan de derketin û di encamê de dizek hate kuştin, vêca tewana nû jî wî re weke tolhildanekê bû, bi behaneya giliya wî, û tekezkiriye ku nivîsgeha ewlekariyê tewankarên anînde yan jî bi kêmanî malbatên herdiwan dinase.

= Binpêkirinên “El’emşat”:

Bi ser derbasbûna Sûriyê serdemeke nû, dîsa jî Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” binpêkirinên bi qasî çirtimekî sivik nekirine:

Li Bajaroka Mabeta, çar jinên Kurd wesandin biryargeha xwe, û zext li wan kirin çimkî ew nikanin vêrgiyên werza/mûsima zeytûna bidin, û malên dora /20/ malbatên vegerîne cî û warên xwe radestê nakin, bi ser valakirina wan malan ji aliyê anîndeyan ve, û beramberî radestkirina her malekê dandina vêrgiya di navêna /1-3/hezar Dolar Emrîkî de merc dikin. Herweha jî malbata ku ji sala 2018an. Z ve dest danîbû ser mala Dilovanber “Hisên Xelîl Xoce” bajarokê barkir, û hemî heyînên malê û digel derî û penceran jî dizî.

Wan xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cundirêsê neçar kirin ku di bin fişar û îşkencê û gefan de tibabine diravî yen mezin weke vêrgiyên werza zeytûna bidin, vêca piraniya wan neçar bûn ku zêrmêr û aletên xwe bifiroşin an jî ji merivên xwe pere dên kirin, bi ser firotina tevaya berhema zêtê, û yê dawî ji wan jî Hemwelatî “Qaziqlî Şêxo Ibrahîm” bû, yê ku /15/hezar Dolar Emrîkî daye.

Li Gundê “Qermîtliq” – N. Şiyê, di navboriya sî rojên borîn de, wan ev Hemwelatî “Hemîd Şêxo, Remzî Hebeş, Zekî Hec Hemîd, Mistefa Ehmed Beklero, Şemisdîn Silêman Ebdela, Ehmed Elî kero, Welîd Hisên Beko, Yelmaz Hesen Ebo, Mihemed Reşîd Ebo, Fexrî Rif’et Şêxo” birin biryargeha xwe, û ew neçar kirin ku bermaya li ser wan maye, ji vêrgiyên werza zeytûna, di bin îşkencekirinê û gefan de bidin.

Li Bajaroka Ṣiyê, dora /50/hemwelatî revîn an jî ji ber çavan xwe dan yal, bi sedema gef û fişarên li ser wan çêbûne, ji ber ku wan nikaniye vêrgiyên werza zeytûna yên ku li ser wan mane bidin, û Milîseyên El’emşat rabûn bi heman sedemê û li meydana kaniya bajarokê li herdu temenmezina “Mustefa Ukaş, Zekerî Axa” xistin û şormorên kêm ji wan re gotin, û li vê dawiyê jî deh hemwelatî wesandin biryargeha xwe, da ku wan li ser dandinê neçar bikin.

= Girtinin bêsûcane:

Piraniya Hemwelatiyên Efrînê yên ku ji despêka Berçile 2024an. Z ve bi tuhmetên siyasî têne girtin, rastî guvaşan û danûsitandinên nebaş tên, û cezayên hepiskirinê û dandina baceyên di navêna /600-1200/Dolar Emrîkî li ser wan têne ferzkirin, ji bilî wê jî vêrgî û pereyên ku ji virdewêve têne dandin, û beşek ji wan jî bo Hepsa Çobanbegê/El’ra’î – Herêma Babê -ciyê ku tê de ceza zêde û sert dibin- têne guhestin, emê jê van bi bîr wînin:

– Hemwelatî “Ramî Hesen Mistefa /25/sal, Ibrahîm Ce’ifer Mistefa /28/sal, herdu bira Ce’ifer /53/sal û Zaredeşt /40/sal kurên Ibrahîm Mistefa, Şiyar Ehmed Hembaşo /44/sal, herdu bira Hebîb /26/sal û Ezet /28/sal kurên Xelîl Hebîb” ji xelkê Bajaroka Mabeta, û Hemwelatî “Şiyar Ehmed Celo /33/sal” ji xelkê Gundê “Qenterê” yê hevcîwar, li 15.12.2024an. Z, ji aliyê Milîseya “Asayêşa Leşkerî” li Çateriya Ezazê ya Rojava û Istîxbaratên Turkiyê ve.

– Hemwelatî “Hesen Mihemed Mendo /30/sal” ji xelkê Gundê “Zivingê” – Navça Bilbilê, li 23.12.2024an. Z, dema lêvegera wî ji Milîseya “Asayêşa Siyasî” re ji bo duristkirina rewşa xwe, piştî çend rojan ji vegera wî tevî xwediyên xwe bo Efrînê ji ciyê penaberiyê, û ta niha bêsûcane bendkirî ne.

– Hemwelatî “Welîd Cemîl Nebo /45/sal” ji xelkê Gundê “Basilê” – Şêrewa, li 01.01.2025an. Z, ji aliyê Milîseya “Asayêşa Leşkerî” ve, ji dîkana birayê wî li Herêma Pêşesaziyê ya Bajarê Efrînê, piştî heftakê ji gihîştina wî ji bajêr re, ji ciyê penaberiyê.

– Hemwelatî “Hisên Hafêz /70/sal, Sebrî Ebid El’menan Emîn /60/sal, Hikmet Qenber Hisên /65/sal” ji xelkê Gundê “Xirabî Şera”, li 02.01.2025an. Z, piştî gihîştina wan gund ji ciyê penaberiyê, bi tewanbariyên/tuhmetên çêkirî, ji aliyê “Ehmed Elî El’îse/Ebo Bîlal Hinêş” – serokerkanê Milîseya “Tîpa/Firqit Melekşah” û cîgirê wî “Ebo Xazí” ve, û ew ji bo berdana her yekî ji wan /3/hezar Dolar dixwazin.

– Li şeva 07.01.2025an. Z, giropeke çekdar ye serçavgirtî Hemwelatî “Selah Ebid El’rehman Xelîl /41/sal/Malbata Sêwî Ponto” ji xelkê Gundê “Xirabî Şera”, ji mala birayê wî li orta Bajarê Efrînê, piştî çend rojan ji gihîştina wî bo bajêr ji ciyê penaberbûnê, û ji bo berdana wî vêrgiyeke diravî ye mezin dixwaze.

= Dizîn:

Di navboriya herdu hefteyên borî de, dizînên dîkanan li Bajarê Efrînê zêde bûn, nemaze jî ji dîkanên xwarinvexwarin û pêdiviyên malan û firotina xilyewiyan/telîfonên hilgirtî, û ji nav wan dizîna dîkanekê li Kolana Reco ya hemwelatiyekî ji Bajaroka Celemê – Navça Cindirêsê.

Li Şeva Yekşemê 05.01.2025an. Z, du çekdaran makînak Pîkab a Hemwelatî “Îmad Cemîl Mihemed/Osqutik” li orta Bajaroka Reco dizîn, û bi ser hebûna vîdiyoke dizînê ji kamîrayeke çavdêriyê, dîsa jî ew nehatin girtin û makîne jî ta niha nehatiye vegerandin.

Di navboriya deh rojên derbas bûne de, çekdarina hin pezên xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa (/5/ miyên “Selah Xelîl Mehmûd“, mî û bizineke “Mihemed Adêl Osman“, /5/mî û beranek û /4/ berxên biçûk ên “Şukrî Salêh Ebdo“) dizîn, û Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” ên gund desteser dikin tu pêngav navêtin û tu tişt ji cih nelivandin.

Jerkî Milîseyên Hêza Hevbeş “El’emşat, El’hemzat” Gundê “Bênê” – Şêrewa li destpêka heyva borî desteser kiriye ve, endamên wê di dizîna malmewdanên gund de berdewam in, li dema qedexekirina çûnûhatina şevayî de. Û li vê dawiyê wan hemî derî, pencere, kelûpelên Vêla “El’emîd/sertîpê limalrûniştî Ebid El’hemîd Xobarî“, herweha ji mala “Mihemed Elî” yê li derve, makîna Hemwelatî “Fadêl Hesen Hemadê” ya geştegeriyê û tirektora şaredariyê a taybet bi guhestina gilgemarê dizîn.

Li şeva çûyî, çekdarina makîna pîkab ji pêş mala xwediyê wê Hemwelatî “Idrîs Ehmed Ibrahîm” li Bajaroka “Be’idîna” dizîn.

Li vê dawiyê, mala Hemwelatî “Ibrahîm Mihemed Kose” li Bajaroka “Meydankê” – Navça Şera rastî proseya dizîna tibabine diravî û zêtê zeytûna hat, ji aliyê çekdarine serçavgirtî ve; Û keyayê bajarokê bi riya odeya Watsapê xelk haydar kir, ku gerek haje mal û malmewdan û jiyana xwe ya kesayetî hebin û biparêzin, di siya geregoşyia niha serwerkirî de.

= Binpêkirinine din:

– Rêbenda derbasgeha Bajaroka Reco ya serekîn a ji Milîseyên “Asayêşa Leşkerî û Sivîlî” û hebûna Istîxbaratên Turkiyê pêkhatî, ji demekê ve pêngavên ewlehiyê diştîne, xelkê tengas dike, û vêrgiyan li ser wan ferz dike.

– Li 30.12.2024an. Z, /15/ hemwelatî ji xelkê Gundê “Qêsim” – Navça Reco ji neçarî li nivîsgeha abortiyê ya Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” li navenda navçê vegerîn, di bin zext û gefa girtinê de, û vêrgiyên werza zeytûna yên li ser wan mane dan; Piştî ku bi riya keyayê/mixtarê gund hatin agahdarkirin.

– Ta niha malbata Hemwelatî “Mihemed Mendo” ji xelkê Gundê “Zivingê” – Navça Bilbilê, ji dema vegera wê li navîna heyva borî bo cî û warê xwe, li ba merivên xwe li Gundê “Dîkê” yê hevcîwar rûdine, ji ber ku ew nikane mala xwe li Bajarê Efrînê vegerîne, bi sedema anîndeyên ku ji sala 2018an. Z ve dest danîne ser wê razî nabin wê vala bikin.

Vegera koçberên Efrînê bo herêmên wan berdewam dike, çimkî tu bijarteya jê çêtir tune ne, lê pêla wê lawaz e, ji ber ku mercên lêhatî ji aliyê destlatên Dagîrkeriya Turkiyê ve nehatine amedekirin, û hîn bi ser de jî pêngavên ewlehiyê sertir in, û heyamên geregoşiyê û pêkanîna tewan û binpêkirinan bi rengekî fere li herêmê têne peydakirin.

11.01.2025. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

“Ehmed Elî El’îse/Ebo Bîlal Hinêş” serokê erkana Milîseyên “Firqit Melekşah”.

Dizîna makînak Pîkap ji pêş mala Hemwelatî “Îmad Cemîl Mihemed” li Bajaroka Reco, 05.01.2025. Z.

Sê berpirsiyarên Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” li Navça Reco (Ela’i Merzûq Ebo Xalêd/alîkarê berpirsiyarê nivîsgeha ewlekariyê û ji Bajarê Edra – Gundewarê Şamê, Ebid El’letîf Ebo Teyma’i – berpirsiyarê nivîsgeha abortiyê û ji Parêzgeha Dêrezorê, Ebid El’rehman Ebo Rîda – endamê nivîsgeha abortiyê û ji Parêzgeha Humsê).

———–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-313-11-01-2025-PDF

Related Articles

Back to top button