Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Şêx Alî: di yekrêziya kurdî de xalên hevpar derdikevin pêş

Esma Mistefa/ Qamişlo

Rojnama Ronahî – hejimar 1238 – 12.01.2025

Sekreteriya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî da zanîn ku Tevgera Siyasî ya Kurd di Sûriyê de li ser gelek xalên girîng hatine gel hev û pêwîste bi yek nêrînê di pêvajoya Sûriyê ya nû de beşdar bibin.

Qonaxake nû di giştî Rojhilata Navîn û bi taybet di Sûriyê de hatiye destpêkirin. Di vê pêvajoya nû ya ku ji 8 ê Berfenbara sala 2024’an ve hatiye teysandin de, dîroka lehengiya gelê Kurd ya ku ji 14 salan ve tê nivîsandin xwedî hebûn û bingeheke xurt di nava ev geşedanên ku tê de çarenûsa gelê Sûriyê ya pêşerojê dide diyar kirin de heye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û modêla demokrastiyê ya ku di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye dîzayînkirin, muhra xwe li raya nevnetewî û Sûriyê xistiye û xwedî îrade bû di veguhartina gelek riyan de, yek ji wan jî parastina cîhana ku ber bi serweriya zihniyeta DAÎŞ ê ve diçû bû, her wiha avakirina modêl û hişmendiya demokrasî û azadiyê care yekem di Rojhilata Navîn û cîhanê de, her wiha dengvedana doza gelê Kurd him di Sûriyê û him jî di raya giştî de ku Kurd hene û êdî nayên înkar kirin.

Li ser vê bingehê êdî dem dema hevgirtina gelê Kurd û dest bi xebatê yekparabûna xwe di xaka Sûriyê de bê kirin. Ev yek jî bi insiyatîv û gavavêtinên gelek xurt di nava hemû Partiyên Siyasî yên Kurdî de hatiye destpêkirin. Têkildarê yekrêziya gel û partiyên Kurdî di Sûriyê de Sekreteriya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî li gel rojnameya me axivî.

Pêvajoya nû ya Sûriyê û desthilatdariya Rêjîma Baas

Mihyedîn di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ji 8’ê Berfenbara 2024’an ve Sûriyê ketiye qonaxeke nû û wiha got: “Sûriye ji 8’ê Kanûna yekem ve ketiye qonaxeke nû, ev yek jî bi hatina hêzên HTŞ’ê bi serkêşiya Colanî (Ehmed El Şeraa) û derbasbûna wî ji hemû parezgehên Sûriyê re, bi vê yekê re Sûriyê kete nava desthilatdariyeke nû. Niha di nava ev guhartina herî mezin de 61 sal ji desthilatdariya Essed da pêçandin û li şûn xwe hêşt. Di ev 61 salên derbasbûyî de, tu qenûnên partiyan û yên rojnamevaniyê nebûn ku tê de rûmet û azadiya xelkê Sûriyê bê parastin. Yanî tu hilbijartinên paqij yên ku tê de îradeya gelan bê derxistin nebû. Her wiha di van 14 salên bûrî de kirîza Sûriyê destpê bû û Sûriyê careke din di saya Partiya El Bass de bi milyonan gelê Sûriyê koçber bû û Sûriyê hate xira kirin. bi hezaran kesayetên Siyasê û xwedî nêrîn bê dadgehî hatin girtin.

Ji xwe herêmên Kurdî bi giştî yên weke Efrîn, Serê Kaniyê, Girê sipî, Kobanê û hwd ji êrîş û kiryarên hovane nehatin veqetandin, çi DAÎŞ dibe çi jî komên Çeteyên ku xwe di Sûriyê bi rêxistin kirine. Desthilatdariya Baas ya borî nikarîbûn li xwe vegeriyane û di serhişkiya xwe de berdewam kirin, pişta xwe dabûn Îranî, Hizbullah û Rûsiyan, weke ku wê bibe desthilatdarê ebedî ji Sûriyê re.”

Piratîka HTŞ’ê wê bê çavdêrî kirin

Mihyedîn wiha berdewamî da axaftina xwe: “Lê guhartinên dawiyê yên ku ji nedîtî ve hatine kirin. Guhartinekî diramatîk bû. tişta ku me dîtiye û bê ku were ziviranidin, derbasbûna HTŞ ê ji hemû axa Sûriyê re, mirov dikare bêje ku tu qetlîamên mezin nehatin çêkirin û bi zirareke herî kêm weke ku me çavdêrî kiriye ev desthilatdariya nû li ser hemû bajarên Sûriyê control bû. Bê guman me jî ev yek weke gaveke erênî dît, yanî saziyên fermî yên dewletê hatin parastin û destdirêjî li jinan û gelê sivl nehate kirin. lêdereya HTŞ ê hin daxuyaniyên ji bo Kurdan jî dan ku Kurd beşekin ji gelê Sûriyê û wê hevparbin di pêşeroja Sûriyê de. her wiha tekezkir ku beriya 1400 sal kê kî kuştiye û çi bûye; tu karê wan pê nîne û ne sûcê xelkê Sûriyê ye. Di ragihandina xwe de ev yek tekezkir. Lê bê guman ev yek ji aliyê cêhanê ve wê di bin kontirolê de be, ka wê di piratîk de wê çawa tevbigere. Piştî wê bi demekê li Urdinê li Bajarê Eqebê Konfiransek bi beşdarbûna YN, dewletên Ereban, Wezîrê derve yê Emrîkî û gelek aliyên din hate lidarxistin, ew biryar û encamnameya ku ji wir derketiye, ew biryarin gelek girên û sereke bûn ji bo pêşaroja Sûriyê da ku çavdêrî li kiryarên ku di Sûriyê de bê kirin bin”.

`Divê Tevgera siyasî ya Kurd li hev du rûnin û li hev bikin`

Şêx Alî bal kişand ser yekrêziya Kurdî û girîngiya wê di dema heyî de û wiha domand: “Mijara yekriya Kurdî bê guman her tim di rojeva me de ye û ne gavekî nû ye, lê ji 8 ê Kanûnê û vir de ve ketiye qonaxekî nû. Eger ev mijar berê carekê pêwîst ûû girîng bû, niha du caran pêwîste û girîngtir e. ji lewra hêjaye tevgera Sûrî ya Kurd li hev bibanin û li hev bicivin her wiha diyalogan pêş bixin. Bila guhartin di nêrînan de hebe, bila pêşniyar û têgînên nû derkevin tu pirsgirêk tune ye. Lê ger li hev du necivin ew gava ku nayê qebûl kirine. Bila kesayetên serbixwe, civaka sivîl û rojnamevan jî bila hebin. Em Kurd weke beşek ji vê axê û dewletê em çi dibînin, çawa dinirxînin û çi ji me tê xwestin. Tevgera Siyasî ya Kurd divê li hev du rûnin, bê guman tiştên hevpar di nava hemû aliyan de hene li hev du bikin û rewşa heyî xweşik bê şîrovekirin û li ser wê esasê em tevbigerin. Ev wê bibe gava herî girîng di yekrêziya gotara Kurd û yekrêziya nûnertiya Kurd de û lê bibin xwedî”.

`Hebûna gelê Kurd di destûra Sûriyê ya nû de bê nivîsandin`

Şêx Alî di berdewamiya axaftina xwe de hebûn û nebûna gelê Kurd di Sûriyê de nirxand û wiha pê de çû: “Di ev serdema nû de divê hebûna gelê Kurd weke pêkhate di Sûriyê de bê nîqaşkirin. Kurd bi neteweya xwe ku weke beşek ji gelê sûriyê heyanî niha jî nehatiye naskirin (Înkarkirina hebûnê) hatiye kirin, di destûrê Sûriyê de hebûna Kurdan weke maf nehatiye naskirin û pênasekirin.

Tevgera siyasî ya Kurd xwedî dîrokeke zêdetirê 67 salî ye, bi hezaran girtiyên siyasî ji bo xwedîderketina li netew û zimanê xwe hatine girtin. Ne tenê di dema Essed de, têkoşîna gelê Kurd di Sûriyê de xwe disipêre salên dur û dirêj. Li ser vê bingehê tiştê ku were piratîkikirin çi ye. bi awayekî fermî hebûna gelê Kurd di Sûriyê de bê erêkirin. Zimanê Kurd li rex ziimanê Erebî bibe elfebeyeke bingehîn. Divê tevgera siyasî ya Kurd jî bi yek xîtabê derbasî Şamê bibin”.

Hewildanîm yekrêziya Partiyên Siyasî berdewam e

Şêx Alî girêdayî ku yekrêziya Kurdî gihîştiye kîjan astê wiha got: “Hewildanên Yekrêziya Partiyên Siyasî yên Kurd her wiha kesayetên serbixwe, rewşenbîr û civaka sivîl heyanî niha nehatine bidawî kirin û hîn jî berdewam e. Lê beşa herî mezin ji civaka Kurd di Sûriyê de li hev e û xwedê bandor û helwest e. bi giştê daxwaz ew e ku ev yekrêzî bibe serûber û şênber be. Bê guman wê astengiyên li pêşiya van xebatan jî bê derketin û her wê derkevin, lê hêviyên me mezin in”.

`Serketina Yekrêziya Kurdê dikeve xizmeta hemû gel û pêkhateyên Sûriyê`

Şêx Alî destnîşan kir ku serketina yekrêziya Kurdî dikeve xizmeta hemû pêkhate û netewan û wiha domand: “Derkeftin û bidawîbûna diyaloga Kurdî Kurdî dikeve xizmet û yekrêziya hemû gel û pêkhateyên di Sûriyê de, çi li Sûriyê dibe çi jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe. Dema ev gav bi şîwazê ku tê xwestin pêş bikeve wê demê wê bikeve xizmeta gelên Ereb û ya diyaloga Sûrî Sûrî. Di vî warî de bê guman destkeftî hene li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek ji wan jî Hêzên Sûriya Dermokratîke HSD ê ye ku niha cavê cêhanê hemûyan lê ye. her wiha hebûna ewqas meclîs û rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di siha vê Rêveberiyê li vir Kurd, Ereb û hemû ol û bawerî bi hev re jiyan dikin. di vê herêmê de pevçûnên nijadperestî û yên netewperestê derneketine holî, ew jî helbet di saya rêveberiya heyî de ye. Bê guman kêmasî jî hene lê çendî hebin jî ewqas hebûna wê girînge di herêmê de û ev hevsengî daye avakirin û atmosfereke aram û aşîtiyane hatiye teysandin”.

HSD ê Hêza ku nayê înkar kirin

Sekreteriya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYDKS) Mihyedîn Şêx Alî wiha axaftina xwe bidawî kir: “Li gorî ku em jî dişopînin û me di hevdîtinan de dîtiye gelek xalên hevpar yên erênî hene. Nimûne piraniya mutlaq ji aliyên heyî hebûna HSD ê weke hêzeke Kurdî werê dike û diparêze, piraniya mutleq li Fermandarê Giştî yê HSD ê Birêz Mazlûm Ebdî weke sembûlekê dibînin li berketiyê hemû pêkhateyan e. Ev tiştên heyî ne û têne qebûl kirin, bê guman ev hêz jî li hember ewqas hêzên teror şer kirine da ku aramniyê, wekhevî, parastina mafê jinan pêk bînin. Ev rastiya me di Sûriyê de ye û nayê înkar kirin.

Bê guamn em aşîtiya Sûriyê dixwazin û divê rê li pêşiya kesî neyê xetimandin. Çendî Şam jî di xêr û xweşiyê de bê, emê jê di başiyê de bin”.

————

Şêx Alî: di yekrêziya kurdî de xalên hevpar derdikevin pêş

Related Articles

Back to top button