Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

“Şêx Aalî” û “Berekat” supasiya herdu wezîrên derve yên Almanya û Ferensa dikin

Supasname

Wezîra derve ya Almanya Federal Xanim Analîna Bîrbok…..

Wezîrê derve yê komara Feransa birêz Jan Nwêl Baro…..

Silav û rêz…..

Serdana we ya bi hev re, li ser navê Yekîtiya Awropî li 03.01.2025-an bona paytexta Sûriyayê û daxuyaniyên ku we dane, ciyê dilxweşiya xelkê Sûrî bi giştî û bi taybetî xelkê me yê kurd bû.

Nexasim ku we rêzdaran anî bûne ziman ku kurd li Sûriyayê di pêvajoya siyasî de hevparbin û mafên wan di çerçewa Dewleta Sûriyê de bêne parastin.

Bi navê herdu partiyên kurd ên demokrat (Pêşverû, Yekîtî) em dixwazin supasiya we bikin, bi hêviya ku, karûbar û hewildanên we, her berdewam, li pêş û serkeftî bin, bona cîbicîkirina rewşeke normal û aram li Sûryayê, bona rêzgirtina mafên mirovan, Aştî Azadî û Wekheviyê.

Dr. Ahmed Berekat sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.

Muhyedîn Şêx Aalî sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Qamişlo 06.01.2025an

———————————————

www.yek-dem.net/info@yek-dem.net

www.dimoqrati.net/Pdpks 57@gmail.com

Related Articles

Back to top button