Rêvebiriya Leşkerî ya “Hey’it/Desteya Tehrîr El’şam” rabû yekser deriyên hemî hepis û zîndanên sivîl û leşkerî yên di bin desteseriya Rijîma Sûriyê ya têkçûyî de vekirin û tevahî sipî kirin, lê “Hikometa Sûrî ya Demkî” lêborînek ji “tewanên ku ji berî 08.12.2024an çêbûne re derxist, mîna dizîn û kiryarên berevajî, û bi piçekî jî hin tewanên ne metirsîdar…”, û bê ku girtiyên siyasî (dîlgirên şer, endamtiya partiyên kurdî, têkildariya bi Rêvebiriya Xweser a berê re…) -yên ku piraniya wan Kurd in û nişteciyên Herêma Efrînê yên resen in- di nav de jin; Û ta niha dora pêncsidî ji wan di Hepsa “Çobanbegê/El’ra’î – Herêma Babê” û hin din de li Herêmên Ezazê û Babê û Cerablusê zorane veşartî ne, ewên ku piraniya wan dora şeş salan di ser girtina wan re derbas bûne, û hîn dora sêsidî jî — di Hepsa Maratê ya navendî û hepsên din ên milîseyan de ne, li Efrînê!
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Zordariya “Ebo Emşe”:
“Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” û birayên wî her derin destdanîna xwe li ser malmewdanên Kurdan -nişteciyên gund û bajarokên di bin desteseriya wan de- pirtir û feretir dikin, bi gefgur û lêdan û îşkencekirinê û ta bi destdirêjiya cinsî li ser jin û mêran, û herweha jî bi qutkirina darên zeytûnê û zepkirina malan tevî tiştmiştên tê de, û ew rê nadin koçberên wan gundan vegerin û nejî mal û zeviyên zeytûnan radestî xwediyan dikin, heyanî ku vêrgiyine diravî yen mezin nedin, û bi dehan mêr ji her gundekî neçar dibin ku xwe veşêrin an jî birevin, ji ber ku kanîna wan tune ye -ta bi piçekî be jî- ku vêrgiyên werza zeytûna yên bilind bidin, wek nimûne:
– Li Bajaroka Şiyê, “El’emşat” lêkolînan bi hemî endamên malbatên ku ji herêmên penaberiyê vegerîne re -ta bi jin û temenmezina re- dikin. Ta ku hin malbat piştî ku vegerîn, careke din penaberî Heleb bûn, û dora /50/mêrî Kurd ên li bajarokê mane ji tirsa cezakirinê re, xwe veşartin û di malên xwe de ranazên, ji ber ku nikanin vêrgiyên werza zeytûna yên mane bidin; Û ji berî çend rojan Milîseyên “El’emşat” rabûn li Meydana Kaniyê – orta bajarokê li Temenmezin “Hîkmet Bekir Bablîs” xistin û kêmrûmet kirin, û sixêf ji Kurdan û yên vêrgiyan nadin re gotin.
– Li Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê zexteke mezin li ser xelkê heye, bi taybetî li ser dora/25/malbatên ku nikanin vêrgiyên werza zeytûna yên li ser mane bidin, ewên ku mêrên wan neçar bûne ku xwe ji ber çavan bidin yal, û /15/ji wan penaberî Bajarê Heleb bûn, û bê zanîn ku “El’emşat” li orta gund gef dan yekî ji wan, çi bi revandina jina wî û herweha jî bi lêdan û dijayetiya wî bi hemî rengan.
– Li Gundê “Erendê” – Navça Şiyê, ji Hemwelatî “Şe’iban Yûsêf Henan” -ê ku tevî malbata xwe vegeriye- daxwaza dandina /5/hezar Dolar Emrîkî dikin, heyanî kanibe li gund rûne, û ji ber ku nikane bide, ew neçar dibe ku li Bajarê Efrînê li ba merivekî xwe rûne. Û Hemwelatî “Ehmed Nûrî Ce’ifer” nikanî mala xwe bibira bi sedema hebûna malbateke din ji xelkê gund tê de, çimkî ew malbat nikane maleke din bê dandina vêrgiyeke diravî bi dest bixe.
– Li Gundê “Senarê” – N. Şiyê, Hemwelatî “Fexrî Şêxo Sîdo” tevî malbata xwe penaberî Bajarê Heleb bû, ji tirsa cezakirina “Ebo Emşe” çimkî nikane vêrgiya werza zeytûna bide.
– Li Gundê “Anqelê” – N. Şiyê, Hemwelatî “Arêf Ezet Arêf” tevî malbata xwe penaberî aliyeke nediyar bû, ji tirsa cezakirina “Ebo Emşe” re, çimkî nikane vêrgiya werza zeytûna bide. Û “El’emşat” rê neda herdu hemwelatiyan “Mihemed Hesen Eloko, Xelîl Şêx Zero” tevî malbatên wan vegerin gund, ji ber ku nikanin vêrgiyan bidin, vêca malbata yekê neçar bû li Bajarê Efrînê rûne, û yê dudiyê jî li Cindirêsê.
= Girtinine bêsûcane:
Bi taybetiya girtina bi dehan ji Kurdên ku li navboriya vê heyvê vegerîne Efrînê, me di rapora xwe ya borî (nimre 310) de nivîsand, ku piraniya wan piṣtî derxistina lêborîna “Hikometa Sûrî ya Demkî” hatin berdan, lê piştî dûdan û ṣopandinê û cîbicîkirina wê biryarê, diyar bû ku pir hindik ji girtiyan hatine berdan, çimkî tuhmetên piraniya wan siyasî ne, çi têkildariya bi Rêvebiriya Xweser a berê re yan jî bi ya ku herêmên penaberiyê li Gundewarê Heleb a Bakur bi rêve dibir re, û yan jî bi tuhmetin din; Û hin ji girtiyên berê di Hepsa Çobanbegê/El’ra’î de bi yên jê derketine re derketin, piştî şikandina deriyên hepsê ji aliyê xelkê Babê ve, û hin din jî ji Hepsa Maratê ya Navendî – Bajarê Efrîn.
Weha jî:
– Milîseya “Asayêşa Leşkerî li Efrînê”, li vê dawiyê herdu ciwanên bira “Canyar û Reşîd kurên Mihemed Kêlo” ji xelkê Gundê “Erendê” – N.Şiyê girtin, piştî vegera wan tevî malbata xwe ji herêmên penaberiyê – Gundewarê Heleb a Bakur bo mala xwe li Gundê “Sorkê” – Navça Reco, û ta niha bêsûcane girtî ne, bê tu têkilî bi merivên xwe re.
Û berî wan jî kurekî “Osman Kêlo” ji “Erendê” girtin, piştî vegera wî “Sorkê”, û beramberî vêrgiyeke diravî ew berdan.
Û herweha jî Xort “Mihemed Ehmed Ne’isan” ji “Erendê” çend rojan girt, piştî vegera wî tevî malbata xwe bo mala xwe li “Sorkê”, û piştî dandina vêrgiyeke diravî ew berda.
– Ji berî dora heyvekê, Milîseya “Asayêşa Leşkerî li Ezazê” Hemwelatî “Welîd Hesen Oso /25/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” – N. Reco girt, li dema derbasbûna wî di Derbasgeha “Bab/Deriyê El’selamê” re, piştî derkirina wî tevî malbata wî bi rengekî zorane ji Bajarê Edenê yê Turkiyê, û hevjîn û herdu zaroyên wî berdan ku herin bajarokê, lê “Welîd” jî guhestin Hepsa Ezazê ya navendî, û ta niha ew bêsûcane girtî ye.
= Qutkirina darên zeytûnê:
Li vê dawiyê, Milîseyên “Feyleq El’şam” hejmarek ji darên zeytûnê yên Hemwelatî “Osman Hecî” li nêzî Bajaroka Meydankê – Navça Şera ji bo êzingkirinê qut kirin.
“Ebo Emşe” Binpêkirin û tewanan di dermafê Herêma Efrînê û xelkê wê de berdewam dike, û guh nade raporên ku çêra wan binpêkirin û tewanan dikin û daxwaza cezakirina wî dikin, bi ser wê bûyera mezin a ku li Sûriyê çêbûye, çûna rijîma berê û derbasbûna welêt asteke dîrokî ye nû, çimkî ew hîn bi parastineke fermî û partîtiyeke netewî Turkí ye bi hêz dihese, û li Şamê jî pêşewaziya wî tê kirin.
21.12.2024. Z – 2636. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Biryara lêborîna ku ji “Hikometa Sûrî ya Demkî” derketî, 08.12.2024. Z.
– “Mihemed El’casêm – serkêşê Milîseyên Firqit/Tîpa El’sultan Silêman Şah” û “Sêf Ebo Bekir – serkêşê Firqit El’hemze” digel “Ehmed El’şer’i – serkêşê Desteya Tehrîr El’şam”, Şam 16.12.2024. Z.
– “Mihemed El’casêm” û “Sêf Ebo Bekir” digel “Dewlet Bahçetlî – serokê Tevgera Netewî ya Turkî MHP”, Turkiyê 19.12.2024. Z.
– Qutkirina darên zeytûnê li Bajaroka Meydankê.
—————–
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: