Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

El’emşat” baceyan li ser xelkê “Kaxrê” li Efrînê ferz dike, û bi lêdan û qurşînan dijayetiya wan dike

Daxuyan

Duh, Milîseyên “El’sultan Silêman Şah – El’emşat” ên ku “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” serkêşiya wan dike û herî girêdayî bi Turkiyê re, Gundê “Kaxirê” – Navça Mabeta dorpêç kir, û entirnêt ji ser qut kir, piştî ku çekdarên wê bi tundî û hovane bi lêdana çovan, qurşînên jîndar û sixêfan êrişî xwepêşandeke jinan kirin, û di encamê de dora bîstan ji xelkê -di nav de jî zarok- rengereng birîndar bûn, û ji wan ev hatin naskirin: “Zemzem Silêman/Elmame /60/sal, Sedîqe Henan /40/sal, Necah Cabo /45/sal, Xelîl Ebdo Hiso /10/sal, Mihemed Mistefa/Hemodê Mixtar /31/sal, Hesen Reşîd Henan /52/sal, Fayêq Mistefa /80/sal, Mistefa Reşîd Henan /9/sal, Mihemed Mistefa Mistefa /15/sal, Xalêd Hemreşo /45/sal, Henîfe Xelîl Ebo /80/sal, Cîhan Îso Mihemed Îso /40/sal, Necah Mihemed Elûş /35/sal”; Û “El’emşat” veguhestina birîndaran bo Efrînê yan bajarokeke hevcîwar ji bo dermankirinê qedexe kir, û herweha jî mala keyayê berê “Fayêq Mistefa” basmîş kir û ziyanin şênberî gîhandinê.

Piştî ku hin mêr li biryargeha “El’emşat” vegerîn û nerazabûna xwe li ser vêrgiyên ku li ser gund hatine ferzkirin dane diyarkirin û du kes ji wan “Hesen Reṣîd Êmo /48/sal, Idrîs Elî Ebo /45/sal” -ên li dawiya şevê berdane- hatin girtin, xwepêşand derket.

Ji ber wê xelk di malên xwe de man û ta niha ditirsin derkevin; Û hin ji Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” jî li gund belav bûn, da ku di desteserkirina gund de  hevkariyê bi “El’emşat” re bikin, û keyayê gund yê niha/nû û hevkar bi dagîrkeriyê re, li sibeha îro, ji nû ve bi riya Watsê xelk agahdar kir, ji bo ku baceyên li ser wan ferzkirî bi lez bidin.

Wan bûyeran rû dan, ji ber ku xelkê “Kaxirê” vêrgiyên nû red kirin, /8/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûnê -çûk an mezin, girtî yan negirtî- ji malmewdanên hemwelatiyên ne li wir û merivên wan bi rêve dibin, ta asta ku vêrgiya ku li ser her malbatekê ferzkirî digihêje  hezaran Dolaran, û kanîna dandina wê tune ye, ji ber peydanebûna dirav û berhema zeytûna, bi ser de jî ew vêrgî zulim û zordarî û binpêkirineke mezin e. Ji bîr nebe jî ku li heyva borî, dora/17/hezar Dolar Emrîkî ji dora /170/malbatên Kurd ên li gund mane hatin qopirandin.

Bi bîr were jî ku “El’emşat” di navboriya herdu heyvên “Tîrmehê û Tebaxa” borî de, bi zorê çekan baceyin li ser Kurdan – xelkê tevaya Navça Şiyê, Bajaroka Mabeta û gundine wê û hin gundên Navça Cindirêsê -yên di bin bandoriya wê de- ferz kirin, û dora /800/hezar Dolar Emrîkî ji wan wergirtin, li rex dora /27/milyon Dolar di navboriya werza zeytûna ya çûyî de.

Û bi bîr were jî, ku Hemwelatî “Şêx Mihemed Ebdo Ebo /45/sal” ji xelkê “Kaxirê”, li 05.09.2024an. Z bi seknexwîna mejî/celte mir, ji ber zextên ku li dijî wî hatine karanîn, ji aliyê “El’emşat” ve, ji bo ku qatê dudiyê û dawiyê ji mala ku tê de rûdine ji wan re vala bike. Were zanîn jî, piştî ku mala wî li 06.02.2023an. Z bi sedema erdhejê hate roxandin, ew neçar bû di vê mala niha ya merivekî xwe de rûne.

Gundê “Kaxirê” ne yê tenê ye, û ne yê yekê yan jî yê dawiyê ye, ku rastî tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê tê, belê ji dema dagîrkirina Turkiyê ve, li çarêka yekem ji sala 2018an. Z, herêm bi giştî, bi bajar û bajarok û gundê xwe ve, bi awakî rêbazkirî rastî wan tewanan dibin.

Em hemî binpêkirin û tewanên ku xelkê me li “Kaxirê” û tevahiya Çiyayê Kurmênc/Efrînê tûşê dibin bi tundî pirotesto û şermezar dikin, û radeya yekê Turkiyê di ber de berpirsiyar dibînin, ji ber ku ew dewleteke dagîrker e, û weha jî Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”, “Hikometa Demkî ya Sûrî” û “Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ya rikber bi hemî pêkhateyên wê ve” yên bi ser Turkiyê ve.

Xelkê “Kaxirê” û Çiyayê Kurmênc/Efrînê bi giştî bang li Civaka Navdewletî dikin, da ku binpêkirin û tewanên ku di siya Dagîrkeriya Turkiyê de rastê tên şermezar bike, yên dikin seza bike, û hewil bide ji bo ku wan ji dagîrkeriyê û zorê milîseyan rizgar bike; Herweha jî ew ji bêdengiya hêzên Sûrî (yên xwe welatparêz, demokrat û şoreşger dibînin) bi qerfet hestiyar dibin, û bi nebaşî lê mêze dikin.

16.09.2024. Z – 2635 k

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Gundê “Kaxirê” – N. Mabeta, Efrîn.

Sê jinên rastî lêdanê hatine.

Belavbûna “Asayêşa Leşkerî” li “Kaxirê”, şeva borî.

Dilovanber “Şêx Mihemed Ebdo Ebo”.

—————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Daxuyanî-Kaxrê-16-9-2024 – PDF

Related Articles

Back to top button