Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (299): “Ebo Emṣe” pêşengtiya binpêkirin û tewanan dike, girtinine bêsûcane, şaneke Da’işî, pevçûnin û teqandina matoreke dutekerî, vêrgiyin û hilanîna/baykotkirina rêdankan/wekaletan û destdanîna li ser malmewdanan

Piraniya Kurdên li Efrînê mane bi zorê jiyana xwe bi rêve dibin, bi pereyên ku ji derve de ji wan re derin û tiştê ji ber berhema zeytûna dimîne, û vêrgiyên “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” li ser wan bûye barekî giran, ji bilî kêmrûmetkirinên vê re têne kirin, hesta zordarî û bêhêvîkirinê, û zikreşiya veşartî li beramberî wan; Û ji bo dandina /100/Dolar Emrîkî ya dawiyê ya ku li ser her malbatekê ferzkirî jî, rabûn guhar û gustîrkên/gustîlkên jinan an jî zêtê zeytûna ya mûneta malê firotin!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Vêrgiyên “Ebo Emşe”:

Duh êvarî, birayekî “Ebo Emşe” keyayên/mixtarên Bajaroka Şiyê û gundên pê ve girêdayî di civateke taybet de, ji bo werza/mûsima bê, bi ferzkirina vêrgiyeke nû /40/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûnê yên deştê (ji malmewdanên Kurdên li derveyî herêmê) -girtî be an ne girtî be-  agahdar kirin; Û gerek nîvî niha bidin û nîvî din jî di dema werzê û berefkirinê de, yan jî yê wekalet/rêdank vê re wê ji zeviyê were qewtandin û dest li ser zeviyê wê bê danîn – li gorî gefguriya wî.

Piştî ku li vê dawiyê “Ebo Emşe” biryara xwe bi ferzkirina (/100/Dolar Emrîkî li ser her malbatekê, /200/Dolar li ser her dîkaneke bazirganiyê û /300-500/Dolar jî li ser her bîreke avê ye irtiwazî) li ser xelkên bajarok û gundên di bin desteseriya xwe de derxist; Li 18.08.2024an. Z, ewlehiyeta/emniyeta “Firqê” sixêf û şormorên kêm bi hejmarek ji xelkê Gundê “Qermîtliq” – Navça Şiyê re kirin, li wan xist û ew îşkence kirin, bi behaneya derengiya dandina vêrgiyê, û ji wan hemwelatî “Bekir Reşîd/Malbata Dîlkê /68/sal, Nûrî Reşîd/Malbata Conê /40/sal, Umer Bîlal Reşîd /65/sal, Bekirî Kêlê /57/sal” -bi ser ku agahiya hinan ji biryarê tunebû- û yên dereng mane neçar kirin ku di cî de bidin; Û tevahiya vêrgiyên li ser Gundê “Qermîtliq = 140 Malbat Kurd” ferzkirî gihîşte dora /15/ hezar Dolar Emrîkî.

Li Roja Yekşemê 18.08.2024an. Z li ser nîvro, “Arêf Mihemed Elî” -endamê “Encûmena Xwecihî li Mabeta” yê bi ser Turkiyê ve û endam di “Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê” de – li ser zimanê “El’emşat”, bi riya perçedengekî li ser “Wats Apê”, xelkê Bajaroka Mabeta bi dandina /100/Dolar Emrîkî -li ser her Malbateke Kurd û di navboriya du katan de – agahdar kirin, û li gorî lîsteyin navan en pêşinde li ba keyê/mixtêr hazirkirî; Ew hate cîbicîkirin, û li gorî wê “El’emşat” ji dora /550/malbat Kurd ên mane tibabeke bi qaserî /55/hezar Dolar Emrîkî qopirand, lê endamên encûmena xwecihî û mixtar ji vê vêrgiyê dane lêborînkirin/afkirin.

Bi heman riyê ji dora /60/Malbat Kurd ên li Gundê “Qenterê” – Navça Mabeta mane, tibabeke bi qaserî /6/hezar Dolar Emrîkî qopirand.

Û herweha ji dora /170/Malbat Kurd ên li Gundê “Kaxirê” – Navça Mabeta tibabeke bi qaserî /17/hezar Dolar Emrîkî.

Û ji dora /350/Malbat Kurd ên li Gundê “Hisê/Mîrka” – N. Mabeta jî, tibabeke bi qaserî /35/hezar Dolar Emrîkî.

Û weha jî di ferzkirina vêrgiyan de (li ser dîkan, çêgehên bazirganî û çandiniyê, bîrên avê yên irtiwazî, alet, û yên vedigerin herêma xwe) berdewam e.

= Girtinine bêsûcane:

Li 05.08.2024an. Z, rêbenda ewlehiyê ya serekîn ya yekem li ser çateriya Gundê “Qitmê” – Navça Şera li Efrînê, û ya ku ji Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” pêk tê, Hemwelatî “Rêber Fewzî Ehmed /46/sal” bi hevaltiya hevjîn û herdu keçên wî ji xelkê Gundê “Hisê/Mîrka” – N. Mabeta (yên ku ji Herêma Kurdistana Îraqê vedigerîn cîwarê xwe) girtin, û piştî pênc rojan jinik û zarok berdan, lê ta niha “Rêber” bêsûc girtî ye.

Li 07.08.2024an. Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” Hemwelatî “Mehmûd Mihemed Qertel /32/sal” ji xelkê Gundê “Xilalka” – Navça Bilbilê girt, piştî ku ji Heleb -ciyê penberiyê- gihîşte gundê xwe, bi tewanbariya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re, û ew birin Hepsa Maratê ya navendî li Efrînê.

Ji deh rojan ve, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” Hemwelatî “Mihemed Derwîş El’madî/Ebo Rafî /58/sal” ji pêkhateya Ereb li Gundê “Tilsilorê” – Navça Cindirêsê girt, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) re.

= Şaneke Da’işî:

Li gorî jêdereke xwecihî, li berbanga Roja Şemiyê 17.08.2024an. Z, gerokeke/dewriyeke ji Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” maleke desteserkirî (ye bavê “Mihemed Silêman/Ebo Mûrad“) li Gundê “Keferşîlê” – Rojavayê Bajarê Efrînê basmîş kir, û sê çekdar girtin, û dudu din jî revîn, û ew çekdar ji Gundewarê Dêrezorê ne û ciyê gûmanê bûn, û “Asayêşê” bi endamên rêbenda gund re (endamên Milîseyên “Firqit El’hemze  – serkêşê wê Sêf Ebo Bekir”) lêkolîn kirin; Û jêderine ragîhandinî yen xwecihî tekez kirin, ku giropa armancbûyî şaneke “Da’işî” bû, û “Hanî Yaqob El’ezawî/Ebo Yaqob” (yê bi kuştina Çalakvan “Mihemed Ebid El’letîf/Ebo Xenom” û hevaljîna wî ya ducanî li Bajarê Babê tewanbarkirî) serkêşiya wê dikir, û asayêşê li ba wê dabancên bêdeng û şênberên hişbirînê dîtin.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li Êvara Yekşemê 18.08.2024an. Z, li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, li ser nelihevkirineke biçûk, anîndeyekî ji Bajaroka “Heyanê” – Gundewarê Heleb a Bakur rabû Xort “Mihemed El’mercî” – anîndeyekî ji “Xota” – Gundewarê Şamê kuşt, û ji ber wê pevçûnin di navêna anîndeyên “Heyanê” û “Xota” (yên di taxê de rûniştine) derketin, û di encamê de kesin birîndar bûn, hin mal hatin şewtandin û basmîşkirin û rê hatin qutkirin, bi ser de jî tirs kete nav sivîlan, ziyan gihîşte mal û makînan, û ta roja din gizgizî û netebatiyê bedewam kir.

Li 21.08.2024an. Z, bombeyeke teqîner bi matoreke dutekerî de hate teqandin, li pêş dîkaneke keskahiyê, li ser kolana servîsê li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, û di encamê de kesek birîndar bû û ziyanin şênberî çêbûn.

= Binpêkirinine din:

Milîseya ku “Hûsam” û “Ebo Ridwan” serkêşiya wê dikin, li vê dawiyê ji Milîseyên “Tîpa/Firqit El’sultan Mûrad” qetiya û tevî Milîseyên “Tîpa/Firqit Melekşah” bû; Ew girop Gundê “Ênhecerê yê Rojava” – N. Mabeta desteser dike, û avahiya guvêşgeha Malbata “Elo” ji xwe re kiriye biryargeheke leşkerî, û vêrgiyina li ser xelkê gund (/75/Dolar Emrîkî li ser her hiktarek ji erdên çandiniyê, û rêjeya 20% li ser berhema werza zeytûna ya malmewdanên ên ne li herêmê) ferz dike.

Li Bajaroka “Basûtê” û herdu Gundên “Kurzêlê” û “Endarê” – Şêrewa, Milîseyên Hêza Hevbeş “Firqit El’sultan Silêman Şah, Firqit El’hemze”, ji nû ve malmewdanên çandiniyê yên hemwelatiyên li derve dide jimartin û dorpêçkirin, da ku rêdankan/wekaletan bide baykotkirin/tunekirin, û destên rêdanker û merivan ji ser bidin hilanîn, û li şûnê ew destan dînin ser, û paşê jî bi kirê yan mûsimê ji niha ve bi demane bidin wan, an jî bidin hin din.

Bêdengiya li beramberî binpêkirin û tewanên ku ji aliyê “Ebo Emşe” û yên din ji serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û endamên wan ve têne kirin, kiryareke tersî perensîpên mirovî û niştîmanî û hemî rewayên asîmanî û zagonên xwecihî û navdewletî ye.

24.08.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

“Mihemed El’casêm” û “Sêf Ebo Bekir” û “Hesen Hemade – Şalyarê/Wezîrê berevaniyê li ba Hikometa Sûrî ya Demkî”.

“Hanî Yaqob El’ezawî/Ebo Yaqob”.

Pevçûnin di navbera anîndeyin ji Bajaroka “Heyanê” û hin din ji “Xota Şamê” de , li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, 18.08.2024. Z.

Teqandina matoreke dutekerî li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, 21.08.2024. Z.

———–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-299-24-08-2024-PDF

Related Articles

Back to top button