Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (294): Mala “Koçber Reşîd Hemo” hepis e, dijatiya temenmezinekê û zave û neviyê wê yê negîhayî, vêrgiyên “Usame Rehal”, qutkirina darine zeytûnê û şewatin daristanan, pevçûnin di navbera çekdar û hêzine Turkî de, şerek di navêna milîseyan de

Ala her dewletekê di destûra wê de tê erêkirin û bi zagonê sîstem dibe, li ser hemî erdnîgarî û saziyên wê yên fermî tê hildan, û yê/ya dijatiyekê li ser bike tê cezakirin, lê eger alek -bê nixumandineke yasayî û bi zorê çekan- li ser axa dewleteke din were ferzkirin, wê hîngê hildana wê bi xwe dijatiyeke li ser serwerî û rûmeta wê dewletê, vêca tiştekî normal e ku gelê wî welatî nerazîbûna xwe bide nîşandan; Weke çawa Turkiyê ala xwe li ser beşekî ji Axa Sûriyê bi piranî û bê ku zagonek jê re hebe (nimûne: Zagona dagîrkeriyê)dide ferzkirin, û hîn dûrahiyeke Islametiyê jî didiyê, û bi behaneyeke  dîrokî ye Osmanî rê dide giştîkirina wê, û fermanin kuştinê yê ku destdirêjiyê li alê bike derdixe!

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Gundê “Hopka” û mala siyasetmedarê Koçkirî “Reşîd Hemo”:

Bi /2/KM li Rojavayê Bajaroka Reco dikeve, ji /27/malan pêk tê, li dema dijberiya hatiye ser herêmê li 20.01.2018an. Z nişteciyên wê yên resen hatin koçberkirin, û tenê jê heft malbat vegerîn, û /20/malbat ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin, piştî ku Milîseyên “Lîwa’i El’şemal” (ên ku “Ebo Ebidela El’zurbe” yê ji Bajaroka El’zurbe – Gundewarê Heleb ê Başûr serkêşiya wan dike) desteseriya xwe li ser da ferzkirin, û dora/30/malbatî ji anîndeyan jî li çateriya gund di çadiran de rûdinin; Û wan milîseyan piraniya heyînên di malan de dizîn, dest danîn ser zeviyên zeytûn û tirî yên hemwelatiyên ne li wir an jî vêrgiyên bilind li ser hinan ji yên ji ber wan ve hiltînindatînin dan ferzkirin, û herweha jî dest danîn ser /20/malan tevî xwarinvexwarin û raxistok û amûrên têde,  ji nav wan mala Siyasetmedarê Kurd ê koçkirî “Reşîd Hemo” – yek ji damezrênerê partiya yekemîn a siyasî ya Kurdî li Sûriyê li sala 1957an. Z, û ji xwe re kirin hepseke taybet, di wexta ku ew mala berî dagîrkirina Turkiyê simbolek bû ji xebata siyasî û belavkirina zanist û zanyariyê re li herêmê li dirêjahiya dehsalan, û weha jî bi sedan pûtpêdanber û seredanvanan berê xwe didanê, û bûbû cihek ji vejandina boneyên niştîmanî re, nemaze jî ku herdu dilovanberan “Reşîd Hemo û hevjîna wî Xedîce” temenek têde derbas kirin û tirbên wan jî di hewşê de ne, bi ser de jî hebûna gora lawê wan ê mezin “Qedrîcan” tê de.

 

Ev çi “şoreşger in”, û di bin perda “Hemahengiya Sûrî – Ixwanî” de, mala sivîlekî siyasî (li dijî nezanî û zulim û zorê û Rijîma “El’be’is” radiwestî, xebatkarekî di ber cefakêşan û demokrasiyê û Doza Kurdî ya dadmend di welêt de -bêtirî şêst salî- berevanî dikir, û kete hepsan û aliyên ewlekariya şopandina wî kirin û dane dû) dagîr dikin…ji dêvla ku malê bipên û simboliya wê biparêzin.

= Dijatiyek li ser temenmezineke Kurd û nevî û zavayê wê:

Li 23 06.2024an. Z, “Ebo Umran” – berpirsiyarê Rêbenda “Ehrar El’şerqiyê” dijatiya Hemwelatî “Mihemed Mistefa kurê Elî” ji xelkê Gundê “Cela” – Navça Reco (yê ku neçar bûye ku tevî hevjîna xwe bi awakî demkî li ba diya wê ya temenmezin “Zêneb Şêxo Mistefa /85/sal” li Gundê “Kûra” – Navça Reco rûne) kir û mekin lêxist, digel wê jî avêtina gef û sixêfan li dijî xelkê gund, û dema ku temenmezinê destêwerdan kir da ku dijatiyê rawestîne, ew rastî lêxistin û têvedanê hat, û ji ber wê ew di encama darivandineke mejiyî de bi seknexwînê ket – li gor raporeke bijîşkî, û bo Nexweşxana Reco hate şandin û paşê jî bo Bajarê Efrînê, û rewşa wê jî ne hêmin e.

Ew jî piştî ku “Ebo Umran” bi alîkariya “Ebo Memdûh, Ebo Wedah/xocê mizgeftê” (hersê jî ji Xota Şamê ne û li ba Milîseyên “Ceyş El’îslam” endam bûn) û “Ela’i Merzûq/Ebo Xalêd” (berpirsiyarê ewlehiyetê/emniyetê li ba Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê”) yên li Gundê “Kûra” rûniştine rabûn xortê negîhayî “Ehmed Mihemed Mistefa /14/sal” (neviyê temenmezinê û bi tenê vê re rûniştî û yê ku şîşak zêtê zeytûna weke zekat ji aliyê dapîra xwe ve ji “Ne’ime – hevjîna Ebo Umran” re biriye, û tewanbariyeke nesinciyane pêve hatiye zeliqandin) revandin, û herweha jî revandina merivê wî “Firqan Mihemed Birîmo /40/sal” ji xelkê G. “Kûra” bi behaneya ku wî li ser “Ne’ime” deng kiriye, û /2/hezar Dolar Emrîkî ji bo berdana wan ji her yekî xwestin, lê ew razî nebûn bidin ji ber ew bawerin ku ne sûcdar in, û ji ber wê ew radestî “Asayêşa Sivîl li Reco” hatin kirin, û bo Hepsa Maratê ya navendî li Efrîn bi tuhmeteke çêkirî hatin şandin.

Û piştî du rojan ji dijatiyê li ser temenmezinê û zavayê wê, “Ebo Umran” û “Ebo Memdûh” û “Ebo Wedah” rabûn mala Hemwelatî “Mihemed Elî Xelfan /43/sal” li Gundê “Kûra” basmîş kirin û êrişî ser kirin û gef bi kuştinê danê, bi behaneya ku ew bi nerindî li ser hevjîna “Ebo Umran” dipeyive. Û wan “Xelfan” revand û xistin ewliyeta/emniyeta “Ehrar El’şerqiyê li Reco”, û vêrgiya du hezar Dolar Emrîkî xwestin da ku berdin, û ta niha li ba wan bendkirî ye.

Were bîranîn jî ku hin hemwelatiyên gund li dema dijatiyê li ser temenmezinê û zavayê wê, ji bo destêwerdanê bi ewlehiyeta Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê li Reco” (yên ku G. “Kûra” desteser dikin) û Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Reco” re têkildarî kirin, lê bê sûd bû; Û dema ku Hemwelatî “Henîf Birîmo – endamê Encûmena Xwecihî” (yê ku ji bo dermankirinê temenmezina birîndar biriye nexweşxanê) li ser wê yekê lome ji wan kirine, “Asayêşa Sivîl” çend katan ew girt.

= Vêrgiyên “Ûsame Rehal”:

Ûsame Rehal/Ebo Hesen Obame” (yê ji Gundê “Me’lelî” li Çiyayê El’zawiyê – Idlibê û cîgirê “Ebid  El’kerîm Cemal Qesûm” – serkêşê Milîseyên “El’lîwa’i 112”), li 01.07.2024an. Z, endamek şand ba Hemwelatî “Arêf Ehmed Dehdo /63/sal” li Bajaroka “Be’idîna” – Navça Reco, û /50/Dolar Emrîkî weke vêrgî jê xwest, li ser makîna ku ji çend rojan ve kiriye, bi behaneya pirojeya çaksazkirina rêkan, û dema ku ew razî nebû bide, ew bi Biryargeha “El’lîwa’i” hate vexwendin û çend katan hate rêbendkirin, ta ku herdu birayên wî neçar bûn ku ji bo berdana wî /300/ Dolar Emrîkî bidin.

Li vê dawiyê rabû riyên ziftê li Bajarokê û Gundê “Dumiliya” yê hevcîwar çaksaz kirin, û bi taybetî jî riya şaxeyî ya ku dere guvêşgeheke zeytûna (ye ku wî di avahiyeke kevin e desteserkirî û ye koçberê zorane “Hebeş Hebeş Betal –  ji xelkê G. “Dumiliya” de çêkiriye), û li ser hesabê Malbatên Kurd tenê, bê malbatên anîndeyan ji Ereb û Turkmana yên xwedî makîne û alet bi çend caran ji yên Kurdan pirtir, û herweha xwediyên (satsyonên sûtemeniyê, nanpêjgehek/firneyek otomatîk, nivîsgehên guhertina peran, dîkan…HWD) ên vêrgî û bace jê nayêne girtin; Wî /50/Dolar Emrîkî vêrgî li ser her malbeteke Kurd xwedî aliyetekê û /500/Dolar jî li ser xwediyê her guvêşgeheke zeytûna da ferzkirin, û di encamê de dora/16/hezar Dolar Emrîkî ji “Be’idîna” û dora /8/ hezar Dolar Emrîkî jî ji “Dumiliya” wergirt.

Û ji berî heyvekê, dijatiya xortekî di dîkana wî ya berberiyê de ya li Bajaroka “Be’idîna” kir û mekin lêxist, û vê re jî çar xortên din çend rojan di biryargeha “El’lîwa’i” de û di bin lêdan û kêmrûmetkirinê de bend kirin, bi behaneya ku ew vexwardinên îspirtoyî vedixwin, di heman dema ku endamên wê aşkere û vê lêpirsîn vedixwin.

Were bîranîn jî ku “Rehal” ji sala 2018an. Z be bi zorê çekan bi xwe dest daniye ser gelek malmewdanên Kurdan, jê: (mal û dîkanên “Dilovanber Mistefa Neş’et Mistefa” da ku malbata xwe tê de bide rûnişkandin, stasyona sûtemeniyê ya “Reşîd Hesen Dehdo” bi ser ku ew li wire jî, avahiya guvêşgeha zeytûna ya “Xesan Umer Fewzî Dehdo” bi ser ku ew jî li wir e, avahiya tîmargeha mirîşkan a “Dilovanber Mistefa Ebdo Ce’ifer” bi ser ku du zaroyên wî li wir in) li Bajaroka “Be’idîna”; Û herweha jî li ser dora/7/hezar darî zeytûnê yên xelkên Gundên “Xaziyana, Şîtka, Hebo” – Navça Mabeta, û bi ser de jî ew hemwelatiyên gundên di bin desteseriya “El’lîwa’i” de -tevî acet û aletên wan bê kirê di xizmetguzariya zeviyên desteserkirî de bi kar tîne, û keriyên wî yê pêz jî hene; Û yê veşartî û em pê nizanin  pirtirî  vê ye.

= Qutkirina darên zeytûnê:

Bi ser ku niha hewcedarî ji bo germkirinê bi êzingan tune ye, û darên zeytûnê girtî ne, û ew ji xwediyan re jêdera jiyankirinê ya bingehîn e, li Başûrê Gundê “Hebo” – Navça Mabeta giropeke çekdar /10/darên mezin ên Hemwelatî “Remzî Reşîd Egît” ji xelkê gund ji kokê ve qutkirin.

= Şewatên daristanan:

Di şopandina  nûçeyên “Berevaniya Sivîl a Sûrî” de girseya şewatên ku daristanan li Herêma Efrînê daduqultînin/daduqurtînin tê xuyakirin, ewê ku me pircaran tekez kiriye ku pêxistina wan bi awakî mebestkirî û ji ber gelek sedeman e, û di vê çarçewê de “Berevaniya Sivîl” li 01.07.2024an. Z vemirandina sê agiran li hirşên Gundewarê Efrînê “Mabeta, Meydanekbezê, Be’idîna” tekez kir, û herweha jî vemirandina şewatina li daristana Gundê “Hechesna” – Navça Cindirêsê (yên ku li Roja Pêncşemê 04.07.2024an. Z hatine nûkirin û ta niha jî berdewam in), û berê jî li herdu rojên 27-28/06/2024an. Z şewatin hebûn. Û em ji wêneyên belavkirî girseya ziyanan û herweha jî kokên darên berê ji aliyê milîseyan ve ji bo êzingkirin û bazirganiyê qutkirî dibînin.

Û ji aliyekî din ve, û li gor jêdereke xwecihî, li Êvara Çarşemê 03.07.2024an. Z, şewatên daristana Çiyayê “Hawarê” – N. Reco li çend xalan hatin nûkirin, û berê jî di navbera 03-06.06.2024. Z û di 15.06.2024. Z de şewatin mezin li wir hebûn.

= Xwepêşandan û pevçûnin:

Weke nerazîbûn ji daxuyanên “Hakan Fîdan” – wezîrê derve yê Turkiyê û serokê wê “Erdoxan” re, yên li ser lihevhatinê bi Rijîma Sûriyê re, vekirina Derbasgeha “Ebo El’zindên” li Bajarê “Babê”, û herweha jî êrişa Turkina li ser koçberine Sûrî li Bajarê “Qeyserî” (weke nimûne), li destpêka vê Tîrmehê kombûnine nerazîbûnê ji çekdar û sivîline anîndekirî li Bajarê Efrînê û Navendên Cindirêsê û Reco derketin, dirûşim û siloganin li dijî Turkiyê avêtin, û xwepêşanderan Ala Turkiyê ji gelek cî û rêbendin serekîn danîn; Ta rewş pêş ve çû û gihîşte avêtina qurşînan di navbera payavanên(leşkerin Turk û endamin ji Milîseyên Asayêṣa Sivîl) avahiya “Sera Kevin” – biryargeha Waliyê Turkiyê û karmendên wî, û girseyên nerazîberan de, û tangeke Turkî bi rişêşa giran ew armanc kirin, û di encamê de bêtirî /10/ an ji wan hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn, û vê re jî ziyanin mezin gihîştin malmewdanên sivîlan, ji malan û dîkanan û makînan.

Û li rojên dû wê re, Milîseya “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” (ya ku Istîxbaratên Turkiyê damezrandiye û yekser serpereştiya wê dikin) bi pişikdariya hêza hevbeş a “Firqit El’hemze, Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” (yên bêtir bi ser Turkiyê ve), desteserkirina xwe li ser bajêr û navçên wê pihêt kirin, û hersê aliyan dest bi dûdan û girtina xwepêşanderan kirin, ji nû ve Ala Turkiyê li hemî cihan hate hildan, û hişyariyine hişk ji her kesê ku nêzîkê bibe re hatin avêtin; Û “Hêza Hevbeş” herçû bû xwedî bandoreke mezintir, û karwaneke çekdarane ji Milîseya “Tîpa/El’firqe 77” a bi ser “Desteya Tehrîr El’şam” ve derbasî Bajarê Cindirêsê bû, bi hevrêziya “Hêza Hevbeş” (ya ku berê têkildariyeke wê ye baş bi Desteyê re heye), ji bo “kontolkirina rewşê li bajêr” – li gor gotina wê.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 30.06.2024an. Z, tevlihevî û gizgizî kete rewşa ewlehiyê li Gundê “Metîna” – Navça Şera, bi sedema nakokiyeyekê di navbera Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” û hin anîndeyên Bajarê “Restenê” – Humsê de, piştî ku endamên rêbenda “Mûrad” li çateriya gund mekin li  mêrekî û zaroyê wî ji wê giropê xistin, ji ber ku wan simaq ji erdekî ji aliyê “Firqê” ve desteserkirî dizîbûn, û di dû re merivên wan jî hêzeke çekdar ji anîndeyên “El’resten” anîndindan û daxwaza cezakirina endamên rêbendê kirin.

Li 30.06.2024an. Z, li Herêma Pêşesaziyê li Bajarê Efrînê, di navbera Milîseyên “Tevgera Ehrar El’şam” û çekdarin Bajaroka “Heyanê – Gundewarê Heleb a Bakur” de pevçûnin çêbûn, û di encamê de pênc kes û endamek rengereng birîndar bûn û ziyan gihîşte makînak Milîseya “Asayêşa Leşkerî” û makîneyin sivîlan, û her çû çarçewa gizgiziyê fere bû; Û ew jî bi sedema dijatiya hejmarek ji “Ehrar El’şam” li ser Hemwelatî “Ehmed” ji xelkê Efrînê di dîkana wî ya çaksazkirina elektirîka makînan de, bi behaneya derxistina dengên mekin, û paşê jî destêwerdana mêrên “Heyanê” di kêşeyê de.

Tiştekî xwezayî ye ku al -weke simbola dewletê- ji aliyê hemwelatiyê wê û yên din ve jî were rêzgirtin ger di ciyê wê yê lêhatî û xwezayî de hildayî be, lê wê pîs were danûsitandin dema ku bi nîşandayînên xwe dijatiyê li ser gelin din bike, û nandoz tucarî nikanin nirx û simbolên tu dewletê biparêzin, û dibe di çi kêlîkê de li hemberê jî rabin ger nandoziya wan were fitlandin; Vêca divê Artêşa Turkiyê ji Sûriyê vekişê sînora xwe ya navdewletî, da ku Ala Turkiyê neyê redkirin û pîskirin.

06.07.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Siyasetmedarê Kurd ê koçkirî “Reşîd Hemo” li pêş mala wî li G. “Hopka” – N. Reco, û hersê gorên di hewşa malê de.

“Ebo Ebdela El’zurbe” – serkêşê Milîseyên “Lîwa’i El’şemal”.

“Ebo Umran, Ela’i El’merzûq, Ebo Memdûh”  ên dijatiya temenmezina Kurd “Zêneb Şêxo Mistefa” û zava û neviyê wê li G. “Kûra” – N. Reco kirine.

“Usame Rehal” – cîgirê serkêşê Milîseyên “EL’lîwa’i 112” li Bajaroka “Be’idîna”, 27.10.2018. Z.

Şewatin di daristaneke G. “Hechesna” de – N. Cindirêsê.

Pevçûnin li pêş avahiya Sera Kevin – biryargeha Waliyê Turkiyê li Bajarê Efrînê.

Karwanek Milîseyên “Tîpa/Firqeya 77” dikeve Bajarê Cindirêsê.

———–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-294-06-07-2024-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button