Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (289): Dizîneke çekdarane û dijatiyek li ser temenmezin û ciwanekî, “El’hemzat” malmewdanên ên ne li wir zep dike, destdanîna li ser malekê û geregoşiya bikaranîna çekan

Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” armanca xwe di talankirina malmewdanên Kurdan de – xelkê Herêma Efrînê û destdanîna li ser bêtirîn jê bi zorê çekan dibînin, ji bêtirî şeş salan ve, û dahatên wan malmewdanan ên mezin jî derin berîkên serkêş û berpirsiyarên çeteyên wê, bê rewatiyeke yasayî/zagonî yan pêşkêşkirina hin xizmetguzariyên giştî yên bêlî (ji xwe  ew ne stubariya wan e), û li ser bingeha rêdanên olî yan siyasî yan jî behaneyên derewîn ên ku her kesekî/keseke xwedî wijdaneke mirovane wan napejrîne; Û eger baceyin li ser malmewdanina ji aliyê çi destlatê ve bêne ferzkirin, an zagon û biryarin ji bo sazkirin û rêvebirina malmewdanên giştî û taybet re werin derxistin, xwedêgiravî gerek bi riya rêvebirên sivîl be û bi şêwakî nivîskî berpirsiyar û ragihandî be, yanê bi taybetiya Herêma Efrînê divê ji Hikometa Anqerê de be -ji ber ku Turkiyê dewleteke dagîrker e- yan jî bi riya aceta wê “Hikometa Sûrî ya Demkí” be, û dahatên wê jî vegerin hevpîvana giştî/miwazenê el’ame.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Dizîneke çekdarane û dijatiyek li ser hemwelatiyekî li Cindirêsê:

Li siba Yekşemê 19.05.2024an. Z, hemwelatiyê Kurd “Mihemed Hisên Xorşîd /69/sal” ji xelkê Gundê “Kora/ Navça Cindirêsê” – yê ku di warê guhertin û guhestina peran de kar dike rastî piroseyeke dizînê hat, li kolana şaxeyî ya li hember sûtemengeha/kaziya Berekat, ji aliyê hin kesine serçavgirtî ve di makînak cîp de, û ji paş ve bi pêşiya makînê li wî xistin û pêle herdu lingên wî  kirin, di encamê de birîndar bû û hin derên wî şikestin, û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyeke Efrînê hate guhestin, lê piştî dizîna tûrekî  -tibabeke dirav tê de- ji nav destan diz reviyan.

= Dijatiyek li ser ciwanekî ji Gundê “Memala Rojhilat”:

Li nivro 22.05.2024an. Z, du xortan ji anîndeyan mekin li ciwanê negîhayî “Reşîd Ezet Bîlal /16/sal” xist û hewil dan ku bifetsînin, li hember Mizgefta “Ibrahîm Xelîl” li orta Bajaroka “Reco”, bi sedema nelihevkirinekê li ser danîna melîkaneke cilên mêran li pêş dîkana “Ehmed Sebrî Dawod” – ji xelkê deverê û ya ku “Bîlêl” tê de kar dikir.

Herdu xortên dijayetî kirine jî ev in: “Mistefa Mihemed El’şêx /22/sal – xelkê Bajaroka Encara Gundewarê Heleb ê Rojava” û “Ebo Ereb /21/sal – ji xelkê Xota Şamê”, û herdu jî di dîkana sermûsakan/feta’êran de – li rex dîkana cilan di kolana mizgeftê de- kar dikin, û yê yekê tevî bavê xwe di nav Milîseyên “Tevgera Nûredîn Zenkî” de bû, û niha jî tevî merivin xwe yen din di bin parêziya Milîseyên “Feyleq El’şam” de ye, lê yê diwem bi ser Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’îslam” ve tê jimartin.

Were bîranîn jî ku “Mihemed El’şêx” bi zorê dest daniye ser dîkana koçberê zorane “Mihemed Eto” ji 2018an. Z ve, û tê de pêjxanyek/pêjgehek çêkirina feta’êra tê de vekiriye, û tevî birayên xwe jî dest danîne ser sê dîkan din li Reco, û tê de cerên xazê yên malan û cilan difroşin.

=El’hemzat” keyayên/mixtarên Gundên “Çolaqa” û derdorê bi destdanîna ser malmewdanên ên ne li wir agahdar dike:

Weke civata ku li Gundê “Hecxelîl” – N. Reco li 12.05.2024an. Z hatiye li darxistin, ji keyayên gundên di bin desteseriya Milîseyên “Firqit El’hemzat” re, yên ku  “Sêf Ebo Bekir” serkêşiya wan dike, û ya ku me di rapora xwe ya borî de li ser nivîsandiye; Ji berî heftakê, “El’hemzat” civateke din li Gundê “Çolaqa” – Navça Cindirêsê ji keyayên çend gundên di bin desteseriya wê de re çêkir, û ew bi biryara destdanîna dawiyê li ser tevaya malmewdanên hemwelatiyên ne li wir – ji xelkê wan gundan û li herêmên desteseriya Rijîma Sûriyê, Hêzên Sûriya Demikratîk, Îranê û Rûsiya (yanê eniya dijber li gir dîtina wan) rûdinin agahdar kirin, û herweha jî bi hilanîna destên merivên wan û yên ji wan re bi rêve dibin ji ser, û ji wan re gotin ew bûn malmewdanên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”, û ewê salane bi tibaba diravî û kesê ku bixwazibe bi kirê bide, lê malmewdanên ên li Ewropa û Rojava rûdinin, dê vêrgiya 30% li ser berhema wan ferz bike.

Were bîranîn jî ku Parêzer “Mihemed El’selame – serokê nivîsgeha mafwerî ji hêza hevbeş (Firqit El’hemzat, Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat) re, ya ku li 03.02.2024an. Z li Bajarê Efrînê hatiye vekirin, bi hevaltiya qumandarin berê bi navê şoreşê ji Artêşa Sûriyê qetiyane”, li herdu civatên ku li herdu Gundên “Hecxelîl, Çolaqa” hatine lidarxistin beşdar bû, û biryara destdanînê bi navê “yasa û şoreşê” rewa dikir! Lê ji bîr dikir ku ev biryara nerewa berevajîkirineke bi robete ji zagonên navdewletî yên hatine danîn re, û herweha ji hemî rewayên asîmanî û nizimtirîn perensîpên sinciyane re, yên ku tu carî rê nadin zepkirina malmewdanên taybet li ser bingeheke siyasî yan bi behaneyine têvel û derewîn.

= Destdanîna ser vêlakê li Gundê “Şêx”:

Ji dora du heyvan ve, “Ehmed Şehûd Reşîd ê bi Haron El’reşîd tê nasîn” – cîgir û xwarziyê “Ebid El’nasêr Celal Şelûh”/serkêşê Milîseyên “Firqê Nehan” rabû mala Hemwelatî “Henan Şêx” ji maleke mîna vêla li Gundê “Şêx” – Navça Reco qewitand û dest danî ser, bi behaneya ku “xwediyê wê li Bajarê Heleb rûniştiye û peyê rijîmê ye”, bi ser ku yê hatiye qewitandin ji sala 2018an. Z ve bi rêdank/wekalet ji xwediyê wê ve tê de rûniştiye.

Û li gor jêdereke xwecihî li Navça Reco, mal a koçberbûyê zorane “Mistefa Seydo” ji xelkê gund e, û piştî ku termê diya “Seydo” ya li Heleb miriye ji berî dora sê heyvan di goristana gund de hatiye veşartin, vêlê bala “Haron El’reşîd” kişand û rabû lêkolîn di rewşa wê de çêkir, bi ser ku ew/xwediyê vêlê di qesra dadmendiyê de tenê karmendekî sivîl e û ne girêdayî tu aliyekî siyasî ye.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 17.05.2024an. Z, li Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, keçeke negîhayî di mercine ne zalal de mir, û ew keç ji anîndeyê Deşta “Xabê” ye – Gundewarê Hemê yê Bakur Rojava, û şormorin hene ku ew li ser destê merivekî wê hatiye kuştin, lê malbat jî dibêje wê xwe bi darve kiriye, û nemeze ku bûyerên kuştina keç û jinan di nav anîndeyên ku anîne herêmê de, an bi navê “rûmetê/şerefê” yan jî di nav toreyên bi gûman de têne dubarekirin, di siya belavkirina tundûtûjiya olî û filtandina bi rengekî fere ji sezakirinê/cezakirinê.

Li siba 17.05.2024an. Z, Xort “Hûsam Emar El’umer” ji Gundê “El’ziyare” – Gundewarê Hemê li Navça Bilbilê/li nêzîk sînorê Turkiyê kuştî hate dîtin, li dema ku wî  hewil dida bi riya  qaçaxciyine ji milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” sînor derbas bike û here Turkiyê; Û li gor tiştê li navçê tê gotin, gûman heye ku “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” – serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” li paş kuştina wî be, li ser nelihevkirineke berê di nav bavê wî “Emar Mihemed El’umer/Ebo Reşe” û “Ebo Emşe” de – yê li 17.07.2023an. Z bi kuştina “Ebo Reşe” li Bajarê Cindirêsê hatiye tewanbarkirin.

Li berbanga 19.05.2024an. Z, hêzeke ji sedan endamên Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Efrînê” Taxa Mehmûdiyê li Bajarê Efrînê basmîş kir, da ku -li gor gotina wê- şaneke “Da’işê” bigire, vêca qurşîn bi jor ve û di ser malan re avêtin, û tirs di nav sivîlan de çêkir.

Em dipirsin, tekez e ku “Hikometa Sûrî ya Demkî” ya bi derewîn dibêje ew nûnertiya “Şoreşê û Gelê Sûriyê” dike, û li xwe dine ku Milîseyên “El’hemzat û El’emşat û yên din” di çarçewa govdeya “Artêşa wê ya Niştîmanî ya Sûrî” de ne, haya wan ji ferzkirina vêrgiyên mezin li ser malmewdanên xelkê Efrînê û herweha jî ji zepkirina malmewdanên ên ne li wir û hin rewşan de yên li wir jî heye…Vêca çima xwe ji ber berpirsiyartiyê vedişêre û xwe dide yal, û herweha jî Berpirsiyarên Hemahengiya Sûrî – Ixwanî? Yan jî ew ji gendelî û binpêkirin û tewanên li ser erdê têne kirin razî ne?!

25.05.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Hemwelatî “Mihemed Hisên Xorşîd” yê ku dijayetî li ser hatiye kirin.

Kolana mizgeftê li orta Bajaroka “Reco”, ya ku tê de dijayetî li ser ciwanê Kurd “Reşîd Ezet Bîlal” hatiye kirin.

“Mihemed El’şêx” ê ji Bajaroka “Encara” – Gundewarê Heleb a Rojava û yê ku dest daniye ser dîkanina li Bajaroka “Reco”.

Ê ku bi “Parêzer Mihemed El’selame” tê navdan – serokê “Nivîsgeha mafwerî li ba hêza hevbeş a El’hemzat û El’emşat”.

Mala/vêla Hemwelatî “Mistefa Sîdo” li Gundê “El’şêx” – N. Reco.

“Ehmed Şehûd Reşîd ê bi Haron El’reşîd tê navdan” – cîgir û xwarziyê “Ebid El’nasêr Celal Şelûh” –  serkêşê Milîseyên “Firqê Nehan/El’firqe El’tasî’e”.

————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-289-25-05-2024-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button