Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (288): Vêrgiyine nû yen “Ebo Emşe” û “Sêf Ebo Bekir”, “Firqê Nehan” dest dîdine ser erdekî çandiniyê, armanckirina dîkanên Kurdan li “Reco”, Waliyê “Hetayê” – berpirsiyarê yekê, girtinine bêsûcane û roxandin û dizîna stasyûna avê li Gundê “Turindê”

Dijberiya Turkiyê bi hevaltiya Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” li ser Herêma Efrînê li Rêbendana/Çileya 2018an. Z bi xwendina Sûreta “El’fetih” dest pê kir, mîna xezwakê ji welatekî “gawiran” re, ew salixa ku Partiya Dad û Geşepêdanê/El’edalê we El’tenmiyê – Erdoxan û mirûdên wî ji giropên Islamî û Rêxistina Birayên Misliman/Ixwan El’mislimîn pircaran li Kurdan kirine, da ku pê dijberiya xwe rewa bikin, yanê malmewdanên xelkê herêmê weke xenîmeyan yaxme bikin. Û ji şeş salan ve weha dimeşe, û “Mihemed Hisên El’casêm/Ebo Emşe” û “Sêf Ebo Bekir” jî li ser serê lîsta talankerên malmewdanên Kurda ne, û sezayên Emrîkî yên li ser wan ferzkirî bi qasî çirtimikî ew veneçengandine û firên nekirine, û ew ji aliyê herdu hevalbendên Turkî “Partiya Dad û Geşepêdanê ya Islamî(AKP) û Tevgera Netewî ya Turkî(MHP)” ve parastî ne.

Ev jî hin bûyînin li ser rewşên serwerkirî ne:

= “El’emşat” vêrgiyina li ser “çiloyê tirî/reza” û li ser “werza zeytûna” ya bê ferz dike:

Di nav van şeş salên borî de ji dagîrkeriya Turkiyê, malbatek Kurd – nişteciyên resen li gund û bajarokên di bin desteserkirina wî de ji baceyên diravî û vêrgiyên ku “Ebo Emşe” bi zorê çekan ferz kirine nefilitiye; Li Navça Şiyê (bajarok û deh û pênc gundên pêve girêdayî) û gundine derdorê, /1,5/Dolar Emrîkî weke vêrgî -di werza çiloyê tirî de- li ser her mêwekê ferz kir, bi ser lawazbûna berhema çilo ya îsal, bi sedema barana Buharê û bayê ku pêre hatiye.

Herweha jî li vê dawiyê bi riya alîgirekî xwe ev agahî da keyayên/mixtarên gundan di du civatên cihê de (ya yekê li Bajaroka Şiyê û ya dudiyê li Gundê Senarê): Ferzkirina /15/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûnê yên zeviyên Hemwelatiyên Kurd ên ne li wir û /1,5/Dolar jî li ser zeviyên Hemwelatiyên Kurd ên li wir, ji bo werza bê -yanê berî werzê bi pênc heyvan- û dar girtî bin an na, û divê wergirtina wê di navboriya heftakê de be; Ji bîr nebe jî ku wî dora /27/milyon Dolar Emrîkî ji vêrgiyên werza zeytûna ya borî  -berî dora şeş heyvan- kom kiriye;

Û eger yek vêrgiya xwe nede, dê were cezakirin û vêrgiya wî li dema werza bê dê ducarkî zêde bibe – li gor gefên nûnerê “Ebo Emşe”.

Weha, li ba Kurdan – nişteciyên Bajaroka Şiyê hatiye nasîn, ku piştî her civatekê di navbera berpirsiyarên “Mîtê Turkiyê/Istîxbaratên Turkiyê” û “Ebo Emşe” û peyên wî de, wê biryareke nû li dijî wan derkeve, nemaze ku ji çend rojan ve weha çêbû, û biryara ferzkirina vêrgiyan li ser werza/mûsima zeytûna ya bê hate derxistin; Mîna nîşaneke zelal ji bûyîna binpêkirin û tewanan di dermafê herêmê û xelkê wê de, bi serpereştî û şîretdayîna Turkiyê.

= “El’hemzat” rêvebirina xwe ji malmewdanên “Reco” re radigihîne:

Piştî vexwendina keyayên/mixtarên gundine di bin desteseriya wê de li Navça Reco, bo civateke ku li Gundê “Hecxelîl” hatibû lidarxistin, li 12.05.2024an. Z, ji aliyê El’neqîb “Hazêm Mer’î” – berpirsiyarê ewlekariyê yê Milîseyên “Firqit El’hemzat – Sêf Ebo Bekir” li navçê û bi beşdariya birê wî El’eqîd “Haşêm Mer’î”, Parêzerê hêza hevbeş a herdu firqeyên “El’hemzat” û “El’sultan Silêman Şah/El’emşat” ev fermana hişk da xuyakirin: Malmewdanên Kurdan ên li herêmên di bin desteseriya “rijîmê” û Hêzên Qesedê”QSD” de rûniştine -jê jî Bajarê Heleb û Herêma Şehba’i li Bakurê wê- bûn malmewdanên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û “ji mafê wê ye wek dixwaze pê bike” û “ne ji mafê merivên wan ên li Efrînê dimînin e -çendî jê ve nêzîk bin jî- pê daxwaz bikin”, û “her yekî/yekê ku berevajî biryarê here dê xwe bide ber lêpirsîn û  cezakirinê”.

Û bê bîranîn jî ku “Hazêm Mer’î” û birayê wî “Hanî”, ji 2018an. Z ve, dest danîne ser mala/vêla Dilovanber “Heyder Menan – sertîpekî/emîdekî berê” li G. “Hecxelîl”, û tevî malbatên xwe têde rûniştine.

= “Firqê Nehan” dest dîdine ser erdekî çandiniyê li Gundê “Memala Rojava”:

Di şopandina  binpêkirin û tewanên ku Milîseyên “Firqê Nehan” dikin de, ya ku El’neqîb “Ebid El’nasêr Celal Şelûh” û cîgirê wî/kurê xwîşka wî “Ehmed Şehûd Reşîd/Haron Reşîd” – ên ji Bajarê “Darazê”/ Gundewarê Heleb ê Rojava serkêşiya wê dikin, ew binpêkirinên ku beşek jê “Ebo Ehmed Encare” di perçevîdiyoke ku li ser Toreya “Tîktokê” belavkirî de riswa kiriye, û me jî di rapora xwe ya borî de kurteber û çêrê kiriye; Ji me re hate xuyakirin ku firqê dest daniye ser dora /110/darên biber li Cîgeha “Qelciq” – hafa çiyayê bi ser Gundê “Memala Rojava” – N. Reco ve, yên Zaroyên “Hec Isma’îl Ehmed” ji xelkê gund, û wan ew erd ji hemwelatiyekî Gundê “Maseka” ya hevcîwar bi bînerdayîna/şehadeta xelkê herdu gundan kirî bû.

Û weke rêdûzkirin ji damezrandina biryargeheke leşkerî ji “firqê” re, sê avahiyên duqatî li ser hatin avakirin.

= Destdanîna li ser bêtirî dused dîkan li “Reco”:

Jerkî Milîseyên “Artêşa Niştîmanî” -ji navîna Avdara 2018an. Z ve- Bajaroka “Reco”/navenda navçê desteser kirine, dest bi talankirina tiştmiştên mal û dîkan û embar û çêgehan û alet û alavên mane kirine, û dest danîne ser /1100/malî ji reseniya /1500/î û weha jî /200/dîkanî,  û avahiyine nû li ser erdine desteserkirî ava kirin, û ew dîkan dan dest çekdar û anîndeyin ji xwe ve nêzîk; Û weke armanckirineke nû ji dîkanên ku bi dest xwediyên wan ên Kurd de, li vê dawiyê “Encûmena Xwecihî li Reco” giştînamak nû derxist, tê de derxistina rêdankên karanîna pîşekariyê dixwaze, di navboriya bêtirîn heftakê de ji agahdarkirinê, di heman dema ku belgeyên çespandina malmewdankirin li ba piraniya xwediyên dîkanan peyda nabin, bi sedema wendakirina wan belgeyan di şer de, û tunebûna dezgehên dewletê li herêmê, vêca ji ber wê ew rastî tengasiyan û perexwestinê tên, an jî wê dîkanên wan ji dest wan bigirin, da ku endamên milîseyan dest dînin ser an jî encûmen dê ji xwe re bi kirê bide wan.

Ji xwe tu îşê wê giştînamê bi dîkanên desteserkirî tuneye, ji ber ku yên ji xwe re bi kar tînin ji aliyê milîseyan ve parastî ne, û yek newêre ji wan çespandina malmewdankirinê yan rêdankên pîşekariyê ji wan bixwaze; Û hin ji yên berpirsiyar di ber piroseyên destdanînkirinê de ev in: “Heyder Be’ac û Ebû Ela’i El’teqiş – Firqê Nehan, Ebo Ebdela El’zurbe û El’betoşî û Ebo Yûsêf El’bexdadî – Lîwa’i El’şemal, Ebid El’letîf/Ebo Teyma’i û Ebo Telob – Ehrar El’şerqiyê”.

= “Waliyê Hetayê” – berpirsiyarê yekê di avahiya nû ya encûmena xwecihî de:

Ji ber girêdana “Efrînê” bi Wîlayeta “Hetayê” ve, ji dema dagîrkirina wê ve li 2018an. Z, vêca li 14.05.2024an. Z, Waliyê “Hetayê” ya Turkî “Mistefa Masatlî” avahiya nû ya “Encûmena Xwecihî li Efrînê” -weke berpirsiyarê yekê ji ber herêmê ve- vekir, û herweha jî serokatiya civata yekê ya encûmenê -piştî rêweresmên vekirinê- kir, û bi beşdariya cîgirên xwe jî, di wê civatê de “şirovekirina hejmarek dozên girîng û hevrikî û kendên li pêş kar û lêgerîna li çareseriyan hate kirin, û herweha jî pilan hatin pêşkêşkirin, ji bo pihêtkirina jîngehiya aboriyê û pêşxistina sazî û dezgehên tenduristî û hînkirin û binavahiyê/binesaziyê” li gor rûpela encûmenê ya Fêsbokê, bi ser ku  “Mihemed Se’îd Silêman – Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî û Xizmetguzariyê di Hikometa Sûrî ya Demkî” jî beşdar bû.

Û ev jî tekeziyeke nû ye ji desteserkirin û rêvebirina rastîn a Turkiyê ji herêmê re di hemî warên leşkerî û sivîlî de, li rex ferzkirina hikumdariya Turkiyê û simbolên wê yê serweriyê li ser beşekî dewleteke din re, yanê ew bi temamî/tewawî salix û xeyseta dagîrkeriyê didiyê, lê bê ku Hikometa “Anqerê” di çarçewa zagonên/yasayên navdewletî de wê yekê li xwe ne û pê mikûr bike, weke dewleteke -xwedêgiravî- jê tê xwestin rêzdariya xwe di vî warî de bigire.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

Li 15.05.2024an. Z, Hemwelatî “Elî Silêman Çawîş /40/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê” ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve, bê agahdarkirina merivên wî bi tewanbariyên/tuhmetên ku dirêjê bûne, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

Li 16.05.2024an. Z, Hemwelatî “Reşîd Sibhî Eyşo /59/sal”, ji xelkê Gundê “Tilsilorê”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re(RX), û ta niha li ba wan bêsûcane bendkirî ye

Were bîranîn jî ku hemî girtî tûşî/rastî tonbiton danûstandina nemirovane ya sert tên, û lixwemikûrhatin jî di bin işkencekirinê de ji wan têne qopirandin.

= Roxandin û dizîna stasyûna avê li Gundê “Turindê”:

Piştî ku stasyûna avê li G. “Turindê” – Başûrê Bajarê Efrînê ji nû ve hate çaksazkirin, dîsa -bêtirî carekê- rastî roxandinê û dizîna alet û alav û amûrên wê hat(dizîna guheztoka elektirîkê, keblên hundir û derve, betarî, mazot û hin tiştên din), ji aliyê çekdar û niştecîkerin ji wan ve nêzîk, û ji ber wê ew ji xizmetguzariyê derket; Û li gor jêdereke xwecihî, ew piroseyên dizînê yên mebestkirî bi doseya gendeliyê ve girêdayî ne, ew doseya ku berpirsiyarin ji “Encûmena xwecihî li Efrînê” – ya ku “Mihemed Şêx Reşîd” ji xelkê Gundê “Qîbarê” bi rêve dibe û herweha jî hin ji “Dezgeha Avê” – ya ku “Ebid El’qadêr Hafêd/Ebo Wehîd” ji xelkê Bajaroka “Mari’ê” – Gundewarê Heleb ê Bakur bi rêve dibe tê de sûcdar in.

Weke bersivdayîn li ser zordarî û binpêkirinên ku rojane digihêjin wan, û ji ber êş û hestên nerazîbûn û bindestiyê hin gotinên pir hişk li ser zimanê xelkê Efrînê yên li ser erdê mane mîna (le’inet, sixêf, şermezarkirin, lavayên/du’ayên bi tarûmarkirinê, tewanbarkirinên bi nûkeriyê/emaletê…) têne gotin, li ser “Artêşa Azad û serkêş û rewakerên wan – ên ku binpêkirin û tewanan dikin”,  “Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ya ku li ser wan kiryaran dipeçine”, “Turkiyê û Artêş û Istîxbaratên wê – yên ku herêma wan dagîr kirine û milîseyin nandoz kirine destlatdar”, “alîn û kesine Kurd – en bi dagîrkeriyê û hemahengiyê û milîseyan re hevakariyê dikin”, “aliyine Kurdistanî – yen ku li ser doza wan bêdeng”, “Rijîma Sûriyê – ya ku di berdêlkirinekê bi Xota û hin deverine din de, dev ji herêma wan berdaye”,  “Rûsiya – ya ku serpereştiya wê bazarê kiriyê” û “Emrîka û welatên Rojava – hevalbendên Turkiyê û li ser kiryarên hikometa wê bêdeng”…û HWD – her yek jî li gorî berpirsiyartiya wî.

18.05.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

“Mihemed El’casêm” û “Sêf Ebo Bekir” digel “Hesen Hemadê – şalyarê bergiriyê li ba Hikometa Demkî”, “Yûsêf Diya’i Arbacîk – yek ji erkanê Tevgera Netewî ya Turkî(MHP), serkêşê (Yekgirtina Bê/Rüzgar Birligi – pêkhateyek ji Gurên Beresorî/El’zî’ab El’remadiyê)”, û herweha digel “Ibrahîm Ozyavoz – kadroyekî MHP û endam di Perlemanê de”.

“Hazêm Mer’î” – berpirsiyarê ewlekariyê yê Milîseyên “Firqit El’hemzat” li Navça Reco.

El’neqîb “Ebid El’nasêr Celal Şelûh” – serkêşê Milîseyên “Firqê Nehan”, û cîgirê wî/kurê xwîşka wî “Ehmed Şehûd Reşîd/Haron Reşîd”.

Cîgeha “Qelciq”/hafa çayê bi ser Gundê”Memala Rojava” ve – Navça Reco, avahiyine “Firqê Nehan” li ser erdekî çandiniyê yî desteserkirî.

Bajaroka “Reco” ya wêrankirî û ji xelkê wê valakirî – piştî ketina wê li Avdara 2018an. Z bi çend rojan, û ya talankirî piştî dagîrkirinê.

/7/ serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” yên ku dest danîne ser bêtirî dused dîkan li Bajaroka Reco.

Giştînama “Encûmena Xwecihî li Reco” ji bo rêdankirina bikaranîna pîşkariyê, û kaxeza “kontirolê” bi agahdariyê, û “Xelîl Osman Bekir” – serokê encûmenê.

“Mistefa Masatlî” – waliyê “Hetayê” ya Turkî û berpirsiyarê yekê di vekirina avahiya nû de, ji “Encûmena Xwecihî ya Efrînê” re, û weha jî di civata yekê de, li 14.05.2024an. Z.

————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-288-18-05-2024-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button