1.Çîroka yekê.
((Roj û Ba ))
Rojek ji rojan dibêjin ku Ro û Bê/bayî ve, bi hev re ketin qerezan û gotin: Ka em binêrin kî ji kê hêzdartir e. Bê kire guveguv û got: Ez hêzdar im!
Royê got: Na, ez bihêz im. Herdiyan got, ka em huner û hêza hev bibînin.
Bê dîsa kire guveguv, toz û telaz rakir, bapeşk rabû, dar hejiyan û pelên wan weşiyan; û bê bi pozbilindî ji royê re got: Va te hêza min dît, ez ji te hêzdartir im!
Roya ku tîrêjên xwe yên zêrîn berdabûn ser gir û çiyayên bilind, rûken bû û got: Bayo! Te xwe pir dîtiye ha! Ez ji te hêzdartir im! Eger tu ji min bawer nakî, tenê li rûyê min meyzeke. Lê dîsa Bê got: Na! Ez ji te hêzdartir im. Royê jî Got: Na ez. Bê got: Ka Em binêrin, kî ji kê bihêztir e?.
Royê got: Bila be.
Royê got: Ew mirovê han, ê ku perdesûn li xwe kiriye, tu wî dibînî?
Bê got, belê min ew dît.
Royê got: Ka kî ji me dikare perdesûnê wî jê bike!
Bê dîsa kir guveguv û bapeşk rabû, hemahema dikir dar ji kokê de hilbibin, perdesûnê mêrik jî li vî alî diket û li wî alî diket, lê dihat hev û vedibû; lê her ku ba bihêz dibû, mêrik perdesûnê xwe bêtir li xwe daland û bernedida .
Ro kenî û gote bê: Va ye te nikarîbû perdesûn jê bikira. Tu li min meyzeke ez ê çawa bikim, ku bi hêsanî ew bi xwe perdesûnê xwe, ji xwe dîne.
Royê tîrêjên xwe yên germ û bi tîn ji jor de berdan, rûçik û canê mêrik bi tîrêjên xwe yên zêrîn germ kirin, mêrik xuh da û nikarîbû xwe li ber germ û tava royê bigirta, û daku xwe hênik bike, rabû pişkovên perdesûnê xwe yek bi yek vekirin; lê, royê hîn tîrêjên xwe germtir kirin, laşê mêrik jî sist bû, xuhdan di ser eniya wî re herikî, rabû perdesûnê xwe ji xwe kir, danî ser milê xwe û bêhneke vehesê ye kûr kişand.
Ro kenî û got: Ha… Ha… Haaaa. Ba jî di cih de fiş bû, rawestiya û bê deng ma…
———-
Ji pirtûka (Li dibistanê) – Çend Nivîskarên Rûsî
* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.