Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Alfabe

Nivîsandina bi tîpên Aramî: Mueyed Tayib
Veguhastina tîpan bo latînî: Mustafa Hannan*

Li Mezopotamiya, anko axa di navbera deşta herdu rûbarên Dicle û Ferêt de, ku Îarqa îro ye, berî nêzîkî pênc hezar (5000) sal, mirovan nivîsandin afirandiye, û bi afirandina nivîsandinê re, dergehên nû li ber mirovatiyê vebûn, û em îro bi rêka wan nivîsan gelek tiştan derbarê jiyana xelkê wê serdemê dizanin, digel ku ew bi hezarên salan berî me jiyane.

Helbet nivîsa wê serdemê û ya niha ne wek hev in, û ev şêweyê ku evro em pê dinivîsin, di gelek qonaxan re derbas bûye û gelek guhertin tê de hatine, heya ku rengê xwe yê îro wergirtiye.

Nivîsîn çi ye?

Nivîsîn wêneyê axaftinê ye. Axaftin ji dengan çê dibe, nivîsîn jî ji wêneyê wan dengan durist dibe. Em ji wêneyên wan dengan re «tîp» dibêjin; tîp jî alfabeyê pêk tînin.

Di cîhanê de gelek alfabe hene wek alfabeya Latînî, Erebî, Siryanî, Ibrî, Kirîlî…hwd. Lê, ji hemiyan navdartir, alfabeya Latînî ye, ya ku gelek ziman pê têne nivîsandin wek Îngilzî, Firensî, Almanî , Îtalî ,….hwd.

Zimanê kurdî bi gelek alfabeyan hatiye û tê nivîsandin, wek alfabeya Aramî, Kirîlî û Latînî. Kurdên Kurdistana Îraqê (Başûrê Kurdistanê) û ya Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) bi alfabeya Aramî dinivîsin. Lê, Kurdên Kurdistana Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) û ya Sûryayê (Rojavayê Kurdistanê) bi alfabeya Latînî dinivîsin. Kurdên Sovyetistana berê bi alfabeya Kirîlî dinivîsandin(1). Lê, niha zimanê Kurdî tenê bi du alfabeyan tê nivîsandin: Aramî û Latînî.

Dê gelek baş be, em Kurd hemû bi yek alfabeyê binivîsin, lê heta hîngê ya baştir  ew e ku, em xwe fêrî herdu alfabeyan bikin.

———

1- Piştî têkçûna Yekîtiya Sovyetê, Kurdên wan komaran bi alfabeya Latînî dinivîsin.

Jêder: Kovara “ Kepir ” jimar 3, rûpel: 21.13.

Wêneyê tîpan ji kovarê ye.

* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button