Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Dara Zaytûnê dipeyive!

Melek Murad*

Ji berî ku neçar bibim û berê xwe bidim dewleta Turkiyê û koçber bibim, li bajarê Efrîna nazdar digel hevaleke xwe, me serlêdana Encûmana Niştimanî Kurdî, koma xwecihî li Efrirê dikir, û li wê derê wek derfeteke mezin bi dest me diket, em pêrgî endam û berpirsiyarê Encûmanê, rewşnbîrê gewre Dr. Ebidilmecîd Şêxo dihatim; piştî pirs, silav û lihevpirsînê, wî pirtûkek xwe di bin navnîşna ( Dara Zaytûnê dipeyîve û çema Efrînê, di bera re dişewite!!) Şanî min dida û ji min re weha digot: Wek dizanim ku tu jî, ji tor û wejeya zimanê kurdî hez dikî, tevî ku ev pirtûk hê ne amede ye jî, û lêveger jê re divê, vêca jî piştî xwendina wê divê tu li min vegerînî!

Hîngê ez pir şad dibûm ku ramangîrekî mîna Dr. Ebidilmecîd Şêxo pirtûka xwe şanî min dike. Bêgûman ev yeka ji bo min şahnaziyeke pir mezin e!! Nemaze dema çavên min, li navnîşa romanê diket, wê hîngê, wê gelekî bala min dikişand! Pîştî vegeriyam malê, û ji berî her tiştî din, min ew pirtûk dixwend û Xwendina wê, û ji ber naveroka wê gelekî balkêş, bi eş û jan bû, dubare dikir. Lehengê romanê pir cefakêşî û welatperwerî diyar dikir. Lewre jî, dixwazim naveroka wê bi kurtasî bînim zimên:

Piştî Kurdistana başûr ava dibû, lehengê romanê didît ji erk û stobariya wî ye ku serlêdana wê bike, belkîm karibe xizmetekê di warê pisporiya xwe de ji wan re pêşkêş bike! Vêca jî bi xewn û pêjinên xweş û hêviyên pir bilind berê xwe dide başûrê Kurdistanê. Bi rê ve pir asteng, kelem û pirsgirêk di riya wî de serî hildidin. Wî bi dijwarî sînor dibirî û derbasî xaka Kurdistanê ya pîroz dibû! Lê mixabin, çi  û çiqas mixabin, pişt re hêvî û armancên wî têk diçûn. Wisa jî, ew digel xewn û pêjinên xwe, bi dilekî şikestî û pir xemgîn li hembêza darên zeytûnê û Çemê Efrîna pîroz vedigere! Loman jî, Dara Zeytûnê bi êş û janên wî re dipeyive, û Çemê Efrîna bedew û nazdar jî di bere dişewite! Bûyerên romanê di vê çarçewê de bûn. Wê hinge, romana BÎRA QEDERÊ ya nivîskarê hêja nemir Mihemed Ûzun nizanim çawa bi bîra min dihat. Di romanê de jî,  nivîskarê qedirbilind romana BÎRA QEDERÊ bi stîlekî xweş û coşeke pir bilind jiyana nemirê gelê kurd mîrê zimanê Kurdî Celadat Bedir-Xan nivîsandibû! Dr. Ebidilmecîd jî, bi stîlekî balkêş, zengîn û bi wateyên curbecur û hestên tenik, wî bûyerên romanê li hev hûnandibûn. Li dawî, dixwazim bi kurtasî bêjim ku, vaye şeş sal in, dara zeytûnê napeyive û hew; lê sedhezar car mixabin darên zeytûnan têne birîn, frotin û şewitandin … hwd! Çemê Efrîna birîndar, gelî, newal, çiya, deşt û zevî mîna Çemê Cêrcim, geliyê Şiyê, Solavên Gemrûkê, gola Meydankê, Ava ziravikê û … hwd, tev bi qîr û hawar dipeyîvin, ew bi destên  dijimin û neyaran dişewitin û li benda roja serbestî û Azadiyê  ne!

* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button