Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Hejîra Pita Min

Mihemed Qere Hesen*

 

Pita min jinek jinebî bû, digotin mêrê wê di zindanê de miribû, û li ser koma sêwiyan rûniştibû. Bi şev û roj li karê çolê bû, ji mêrekî pirtir karê zoromizê dikir, him jin, dayîk û bav, him jî mêrê malê bû, bes simêlên badayî jê kêm bûn. Gava ji kar vedigeriya dest, pî û lingan vê re deng dikirin. Hin caran jê re digotin mêrê bê simbêl, zend û bend badayî.

Di rex wî navî re karê pîrejiniyê jî dikir, her jina ji gund ku gav qiçikê xwe bibe diçûn pê wê û dibû pîrik. Li ba wan jinan dima ta zarokên xwe dibûn û bi dil vehesî û bê diyariya bûndinê li mal vedigerî. Dayîkên zarokên xwe nû bûne dikirin, ku berî ji çêlê zarokên xwe bi derkevin, diçûn ba wê ku tiştekî diyarî wê bikin, destmal an qalibek sabûnê an jî weqîk didu hene jê re dibirin.

Gava qalibê sabûnê jê re diyarî bihata wê jî diyar xocê gund dikir û jê re digot: Ev diyariya bûna zarokê fîlan kesî ye, û kî ji gund bimirê tu yê bi vê sabûnê lêşê wî bişoyî, belkî jiyana wî borandî jî were şuştin, ku pak û temîzê her gora xwe û wiha jî li ber xwediyê bisekine û derbas bihişta wî bibe. Lê gava diyariya xwe destmal be, ew diyarî mala xwedê dikir, ku nimêjvan pê destên xwe ziya bikin û gemar û teniya li wan girtî jê pak bikin, bi dilekî weke camê zelal û tijî bawerî bi xwedê û rindiyê, ku dilovaniya sipî ji dev û dilê wan bibare, bibe şan û ala bihiştê. Û gava diyariya xwe Hine be, di rojên zemewendên keç û xortên gund de dibir, pê şahiya rojên wan hine dikir. Tevî ku por li seriyê wê bûbû hiriya sipî. Ger hinan ji cînarên wê jê re bigotana: Çima bi wê Hinê tu pê porê xwe hene nakî ?

Wê dibersvand: Divê merov bi dayîna xwedê nelîze, wî ew li yaqî min diye, û serîsipîbûn şana çiyayê bilinde.

Ji ber rewişt û taybetên wê nav lêkiribûn Pitê. Ji ber weke dayîkek ji hemî zarok û ciwanên gund re bû, destê xwe li pişta wan xistibû ta ku hulima yekê ji jiyanê bikişîne, yanê destûra jiyanê dabû wan.

Gava pitê zarokên xwe bi firê xistin, di ber mezinkirina wan re darek hêjîrê li ber pozê maxê çandibû, çavekî xwe li darê bû, dewarê cîrana nekevin ênkûr û serê hêjîra wê nexwin. Lê qiçkên wê berî darê mezin dibûn, her yekî ji wan rêya jiyana xwe bi tenê girtibû.

Ta darê ber girt ez jî hêj çûçik bûm, piraniya demê ez û zarokên tengdaṣên min li bin darê dilîstin. Deng li min dikir û digot: Pelê darê jêmekin ku şîrikê wê nekeve çavên we, wê kul bike.

Mala pita min li hafa gund tevan bû, dara hejîrê piştî şiqindana wê siya xwe li ser gund û geliyê li kêlekê dikir, û kî ku de çûba, çavên xwe lêbûn. Darê weke pita min destê li pişta zarokên gund hemîyan xistibû, li mal bi mal gerî bû, wiha jî dara wê pîkên xwe dirêj hemî malên gund kiribû, û siya xwe lê belav kiribû.

Li dawiya havînê û piştî germa gergîn, kerikên wê bi rojan re dibûn nermele û şîrînî tê digerin. Gava dilê kê telme bixwesta diçûn kerik ji dara pitê jêdikirin, weke rojên xwe pê şîr dimeyandin, ne bes şîrik şîr dîmeyand, lê ji wan re dibû iksîra hemî derd û nexweşiyan û ew ji kufkiya civakê û jiyanê diparastin, şîrik dibû dermanê dermanan.

Havînek ji havînên xweş, dara bi şahiya dilê xwe şax dabû û pîk û xilfên xwe dirêj çûbûn. Her Pelek wê şûna cilek mûrî girtibû, siya xwe pehin û fere çûbû, dilê xwe ji şahiyê re dê ji sîng bi derketa heroj doza zemewend li siya wê li daketana, bihina zave û bûkê ji pozê neçûya, berê xwe di dev û zikên pêşmergên ji ber wê ve berxwedanê dikin ke, ji ber ku xelkê gund  darê xwe bi xwe rêve dibin, û dilopên hingivê xwe diyarî wan dikir. Herojê malên gund dihat pêgerekiya xwe ji hejîran dibirin, jê lêçer, bastiq û ĵê hişk dikirin. Çiqas şêniyê gund hejîrên wê dixwerin ewqas bi wan xweş û şîrîn dibû, wek dayîkek zarokên xwe bimijîne dilê xwe şad û mezin dibû.

Lê pir mixabin Pita min wê havînê mir, şahî û xweşbexta wê bi serî nebû, û kizinî bi dil û cigerên wê diketin, weke sêwiyan pişta xwe dabû koka çiyê, Pelê xwe mîna guhên fîlan bi ser de çelmisî û xar bibûn. Heroj bi hilatina royê ji xew radibû û li çavê wê dinêr ta êvarê û bendewarê vergera pitê bû, heroj ev rewşa xwe bû. Lê ava hênik li ber dilê direşand, ku pitê nifşek ji ciwanan li şûn xwe gihêştibû berhemdan û ramana daykbûnê di wan de çandibû. Ev raman û hêvî mûm bûn di dil û hişê wê de veketibûn û çîk şewq didan gora wê.

Zivistana li ber wê pir reş û giran bû, ewrên xwe ji kîna kûr kom serhev dibûn, û bayê tariyê ji zikreşan ve ber darê dihat hemî pelên wê yên kesk dişewitandin, qirikên reş dihatin hejîrên wên nikil dikirin ku pînka xwe têde çêbikin û canê wê yê şîrîn bixwin û tîjkên xwe jê bifirînin. Ew di xwe de dişewitî ji wê ye ku ew qirkina rûmet wê şikandine û dê ji hêkên wan çêlikên maran bi derkevin û zihêra xwe li hemî dinyayê belav bikin. Ku sê jiyanên dinya yên pêş, nihoyê û paş sûclî bikin.

Hemî rojên dara pitê bûne şev, hêstirên hingiv ji çavan dibarîn, hemî fere û folikên gund tijî kiribûn û dilopên sîrkê kerkên xwe kiribûnê, ji rojên bê re telme ji hingiv meyandibû.

09.05.2023-an -Kempa Ostrum- Holenda

* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button