DaxuyanWergerandinالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (286): Dijatiyek li ser zarokekî û basmîşkirina malekê, yaxmekirina malmewadinine Malbata “Me’imo”, Turkirin/tetrîkirin û tundrewiya olî, dizîna alîkarine diravî

Serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ji pêkanîna hemî binpêkirin û tewanan re amde ne, di bin parêzî û lêxwedîderketina Turkiyê û nixumandina siyasî ya Hemahengiya/Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî ya rikber de; Û ta vekirina “dadgehên” taybet bi wan û danîna “dadwerên rewaker” ji bo êşandin û ziyangîhandina xelkê herêmê yên armanckirî bi navê “şoreş û olê”.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Dijatiyeke li ser zarokekî:

Li 01.05.2024an. Z, piştî ku ciwanekî ji anîndeyan bi navê “Elî Derwîş /15/sal” derbas hewşa dibistaneke seretayî li orta Bajaroka Reco bû, bi kêrê li serê zarokê Kurd “Mihemed Ferîd Mistefa /9/sal” ji xelkê Gundê “Çeqmaqa” – Navça Reco xist, û di encamê de zarok birîndar bû û ji bo dermankirinê bo nexweşxanakê hate şandin.

= Basmîşkirina malekê li Reco:

Li navîna şeva 26.04.2024an. Z, du dizên çekdar mala hemwelatiyê Kurd “Ebid El’hemîd Hacî /65/sal” li orta Bajaroka Reco basmîş kir, gefên kuştinê danê, û (tibabeke diravî, xilyewiya wî, cerak gazê yê malan, firaxin baqirî, tenekek zêtê zeytûna /16/ KG û tiştmiştên basta wî ya ku wî li bazara Reco li ser kar dikir) jê dizîn; Û “Asayêşê” jî giliyê wî yê ku li katên berbangê pêşkêş kiriye paşguh kir.

= “Feyleq El’şam” malmewdanin Malbata “Me’imo” zep dike:

Weke tê nasîn Milîseyên “Feyleq El’şam” girêdayî Rêxistina Birayên Misilman/Ixwan El’mislimîn li Sûriyê ne, û (“Munzêr Siras – Ebo Ûbade/serkêşê giştî û endamê Desteya Siyasî ya Hemahengiya Sûrî ya Rikber”, “Fedil Elah El’hecî – Ebo Yamên/serkêşêkî leşkerî yî giştî”, “Heysem Mehmûd Rehme ji serkêşên paşperdê/veşartî yên feyleqê û niha jî emîndarê giştî ya Hemahengiyê ye”, “Mihemed Nezîr El’hekîm jî yek ji kesên berz ên piş perdê di feyleqê de û endamê Desteya Siyasî ya Hemahengiyê”, û herweha jî di refê diwem de “Xeldûn Midewer/Ebo Cemîl – serkêşekî leşkerî û Selîl El’xalidî û El’ra’êd Hîşam El’humsî – berpirsiyarên Bajaroka Meydanekbezê û derdorê”) serkêşiya wan dikin. Û ew gund û bajarokin li (Navçên Reco û Bilbilê û Şera, Başûrê Navça Cindirêsê, Başûr Rojavayê Şêrewa) desteser dikin, û hepseke wan e bi dizî li Bajaroka Meydanekbezê – N. Reco heye û yeke din jî di avahiya “Tîmargeha Mirîşkan a Dilovamber Faroq Ezet Mistefa de li Gundê Îska – Şêrewa”, ewên ku revandî û girtiyên Kurd tê de îşkencekirin û şêweyên din ji danûstandinên sert dîtine, û li rex wê jî veşartina zorane ji sedan kes re bi riya wan hepsan.

– Mala/vêla “Siras”:

Ji çend salan ve “Munzêr Siras” dest danî ser dora hezar mitro çarkoşe ji erdekî çandiniyê nimre (2345) – Başûrê Bajarê Cindirêsê, yê zaro û neviyên Dilovanber “Ehmed Gulîn Me’imo“, û malek/vêlak ji xwe re tê de girt, bê ku buhayê êrd bide.

Weha jî niha “Fedil Elah Hecî” hewil dide ku hezar mitroyî din zep bike, û wî rabû erd dûz kir, da ku li ser ji xwe re malekê ava bike, û xwediyên êrd -ên ku rojane gef jê re tên- ne razî ne.

– Avakirina çadirgehekê/kampekê:

Li gor jêdereke taybet ji “Encûmena Xwecihî li Cindirêsê” (ye ku ji tirsa şopandina ewlehî re nexwest nasnama xwe aşkere bike), piştî erdheja /6/ê Reşmeha/Sibata sala borî Milîseyên “El’feyleq” dora /20/doniman ji erdê yê ku li jor hatiye zimên dûz kirin, ji bo avakirina kongehekê ji anîndeyên rizgarbûyî ji malên  ku li Bajarê Cindirêsê hilweşandî re, lê li 11.02.2023an. Z Hemwelatí “Ebid El’rehman Ehmed Me’imo /70/sal û hevjîna wî Rehîme Bekrî /62/sal û kurê wan Ehmed” -xwediyên bingehîn ên wî erdî- nerazîbûna xwe li ser zepkirina êrd û piroseya avakirina çadirgehê nîşan dan, û ji ber wê ew rastî kêmrûmetkirinê û lêdaneke mekin ji aliyê bi dehan çekdaran ve hatin, ta ku “Mehmûd El’hefar – serokê Encûmena xwecihî yê berê li Cindirêsê” destêwerdan kir ji bo çareyekê ji bûyerê re bibîne da ku neyê cerisandin, û bi nivîskî soz da ku kongeh were valakirin piştî borandina salekê di ser dema ku tê de “Ehmed Ebid El’rehman Me’imo” -Weke şûngir ji weresên êrd re- di bin zext û gefê de erd  ji bo avakirina navendeke niştecîniyê ye mirovahî (tenê mîna kongeheke demkî) baxşandiye, bi riya destnivîsekê li 14.03.2023an. Z û di dîwana encûmenê de tomarkirî.

Lê serokê encûmena xwecihî yê niha “Mihemed El’hesen” û “Feyleq El’şam” xwe ji ber berpirsiyartiyê didin yal û razî nabin çadirgehê vala bikin û radestî xwediyan bikin, hîn bi mebest jî riyeke nû ji çadirgehê re vedikin, da ku beşekî zêdetir ji êrd biqoprînin, bi ser lêvegera “Ehmed” ji hemî destlatên Xwecihî (Encûmen, Asayêşa Leşkerî, Asayêşa Sivîl, Dadgeh) re û dubarekirina daxwazên xwe.

– Destdanîna ser dîkanan:

Li dawiya sala 2021an. Z, “Ebid El’rehman Me’imo” û “Cemal Me’imo” du rêdank/ruxset (bi belgeyên sazûmanî) ji Encûmena Xwecihî wergirtin, ji bo avakirina du qatên zemînî (weke dîkanên bazirganiyê – Rojavayê Riya Tilsilorê) li ser erdê bi nimre/2346/ yê hevcîwar ji yê li jor hatiye zimên re, ji ber wê ew ji aliyê “El’feyleqê” ve hatin zext û gefkirin, û neçar bûn ku vêrgiyeke diravî dora /10/hezar Dolar bidin; Weha jî li vê dawiyê “Elfeyleqê” bi zorê û behaneyên têvel dest danî ser şeş dîkanan jê.

– “Komîta Meslekî -weke dagheke taybet- di Feyleq El’şam de”:

Di bin vî navî de û bi rêbertiya “Dadwerekî rewatî” li ba “El’feyleq”, li biryargeha wê li Gundê “Îska” yê ji Cindirêsê ve nêzîk, dadgehkirinên wêneyî ji doz û giliyên ku serkêş û endamên “El’feyleqê” di’afrînin re (destdanîna ser malmewdanan, girtinên bêsûcane…û yên bilî wan) têne kirin, û biryaran li gorî berjewandiyên wan derdixe, dûrî astên herî nizim ji dadgehkirinên dadmend re û ji derveyî çarçewa dadgerî û dadgehên ku Dagîrkeriya Turkiyê çêkirine re jî.

= Tundrewiya olî:

Weke berdewamî ji cîbicîkirina pirogramên tevgera olî ya tundrew û çalak re bi serpereştiya “Serokatiya Warên Olî yên Turkiyê” û “Sekna/Weqfa Diyanet a Turkî”, ya ku herêm ji dagîrkirina wê  (Avdara 2018an. Z) ve dibîne, “Kargêriya Feteweyan li Efrînê – Selah El’dîn Kero” kevirê bingehîn ji bo avakirina mizgefteke nû bi navê “Mizgefta Hecî Emîn” li ser rûbereke /584/M2 danî, ji dêvla odeyeke -nimêjxaneyeke berê- girêdayî avahiya “Dibistana Rewatiyê” li orta Bajarê Efrînê, bi behaneya çûkaniya wê û ziyangihîştina wê ji ber erdhejê, û peredayîn jî ji “Komela Bangewaz ji bo alîkariyên Mirovî – Neda İnsani Yardım Derneği” ya Turkiyê; Bi beşdariya Waliyê Efrînê “Hesen Meşelî/Afrin Valisi Hasan MEŞELİ” – cîgirê Waliyê Hetayê, “Yûsêf Keser” – hevrêzê giştî ya serokatiya warên olî, “Mihemed Şêx Reşîd” – cîgirê serokê Encûmena Xwecihî li Efrînê û hin din.

= Gulîstanên/Rewdat “Gupikên Buhiştê/Cennet Tomurcuklari”:

Di bin vî navî nazik û giyanwerî de, Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê (Serokatiya Warên Olî, Sekna Diyanet) bi riya “Kargêriya Fetwan li Efrînê” /21/gulîstan/rewde ji mendalên Sûrî re (4-6 sal) vekirin, ji bo hînkirina ziman û çanda Turkî -di siya siyaseta turkirina rêbazkirî de- bi taybetî û pêşkêşkirina hînkerên olî, û herweha jî vehojtina wan bi ser de; Û ew li ba berpirsiyarên Turk ciyê pûtûpêdaneke taybet in, nemaze jî ku li du rojan 01-02.05. 2024an. Z “Hesen Meşelî – Waliyê Efrînê û cîgirê Waliyê Hetayê” û hin din seredana hejmarek ji wan kirin, ji bo berçavkirina rêveçûn û karên wan.

= Binpêkirinine din:

Ji heftakê ve, Komela “Tekaful El’şam” cara çaremîn ji alîkariyên nexteyî a mehane (65 Dolar ji her malbatekê re) li Bajaroka “Meydankê” belav kir, piştî seknandina du heyvan, bi sedema ku “Hesen Fetîm – serkêşekî Milîseyên Firqit El’mu’itesêm” bi riya nûnerê xwe deh Dolar ji her xistakê/parekê (dora /650/malbatî ji anîndeyan û Kurdên ku di çarçewa bandoriya wan de rûniştî – taxa Rojhilat a bajarokê) qut kirin, li dema belavkirina hersê carên silefîn, yanê dora/19500/ Dolar Emrîkî.

Rewşa tunebûna ewlehiyê û aramiyê, û herweha jî yaxmekirina malmewdanan û filtandina ji cezakirin û lêpirsînê li herêmê berdewam dikin, û di ber re jî pir alî çalakî û kedine ragîhandinî dikin da ku li ser rewşa pîs a heye bipeçinin.

05.05.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Serkêşên Milîseyên Feyleq El’şam “Munzêr Siras, Fedil Elah El’hecî, Heysem Rehme, Mihemed Nezîr El’hekîm, Xeldûn Midewer, Selîl El’xalidî”.

Çadirgehek/kampek ji anîndeyan re, li ser beşekî dora /20/doniman ji erdê zaroyên Dilovanber “Ehmed Gulîn Me’imo” yê bi nimre/2345/hatiye avakirin.

Sozdayîna nivîskî ya “Ehmed Ebid El’rehman Me’imo” ya ji bo erêkirina avakirina çadirgehekê li dirêjahiya salekê, û sozdayîna serokê encûmena xwecihî ji valakirina wê re, piştî borandina salekê – jêderek ji encûmena xwecihî.

Danîna kevirê bingehîn a avakirina Mizgefta “Hecî Emîn” li orta Bajarê Efrînê.

Seredana “Hesen Meşelî” – waliyê Efrînê ji hejmarek gulîstanên gupikên buhiştê/Rewdat Bera’êm El’cene re, li rojên 01-02.05.2024an. Z.

“Hesen Fetîm” – serkêşekî Milîseyên “Firqit El’mu’itesêm” û berpirsiyarê Bajaroka Meydankê û deverên pêve girêdayî.

—————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-286-05-05-2024-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button