Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Hebûna Stranan û Nebûna Navî… ALAN BOTAN KÎ YE..?

Baranê Cûmê*

“Alan Botan (1959 – 2003).z”

Meydana hunera Kurdistanî bi navên hunerî dewlemend bû. Hin ji wan navên wê bi şêweyekî berfireh ketine dîrokê, li seranserî xaknîgariya welêt û cîhanê belav bûne, û hin ji wan ta niha li benda derfetekê ne ku ew jî bi şêweyekî werin naskirin. Bêguman, ew daxwaz û pilan yên her hunermendekî/ê ne, û nayê veşartin ku rola herî sereke di wê lîstikê de, rola ragihandinê ye. Erê ragihandin dikare propegandekê ji vî/ê yan wî/ê re çê bike, bihêle deng vede û ji aliyê gel ve were naskirin, kar û berhemên wî/ê werin nirxandin, lê mixabin! Hin hene ku, xista wan ya wekheviyê di alavên ragihandinê de, çi bi sedem çi bê sedem, tune bûn.

Di vê derbarê de, emê hin ronî bidin ser hunermendekî Kurd, yê ku bê şans û nesîba xwe ya dadmendiyê di derbara kar û hunera kurdî de bêpar maye, ew jî hunermendê hêja û nemir Alan Botan bû.

Hunermend Şahîn Muhsin Derwîş, ê ku bi navê hunerî Alan Botan dihate naskirin, di sala 1959an de, ji malbateke welatparêz û ji biçûkiya xwe de bi êş û rewşa kurdan mijûl e, ji roja jidayîk bûye û ta roja ji nav me barkir.

Şahîn karîbû êş û  azarên gelê Kurd di huner, helbest û stranên navdar re ji gelê Kurd û Kurdistanê re nivîsandibana û awaz jê re çêkirana, û gelek ji wan hunermendên bi nav û deng ji gotin û awazên wî strane wek:

Şivan Perwer û Ciwan Haco bûn, wek strana:

Min bêriya te kiriye.

Serhildan Jîyan e.

Lo me çikir me çikir.

Û du awaz ji du stranên ji gotinên Şêrgu Egîd re jî danîbûn, lê li ser daxwaza wî li ser qabê nehatibûn nivîsandin, ew jî ev bûn:

Hevalno.

Wa hatin pêşmergên me.

Û awaza strana Ciwan Haco ya bi navê Gula Deviya, gotin ên Şêrgo Egîd bûn.

Şahîn karîbû Elboma xwe ya yekemîn bi navê Şîn û Şadî berî nexweşiya xwe bi çend mehan derxista, komek stranên xweş ji gotin û awazên wî bûn, û ta qaba derve jî wî danîbû. Ew bi xwe wênekêş û xêznivîs bû jî, mixabin piştî Albuma wî derket, ew nexweş ket, û  pênc salan di bêhişiyê de ma. Pişt re, li sala 2003iyan, ji dunyayê barkir.

Şahîn gelekî erênî û jêhatî bû, wêrek û canfeda bû, hunermendekî dewlemend û nirxbilind bû. Eger ew îro li meydana hunerê baya, wê gelek berhemên wî hebana.

Yekemîn hunermend bû ku li ser Şehîd Silêman Adî straye ew bû; wî awaz û gotinên Silêman danîn û wî xetera girêdana mirov bi rêjîmên li dijî Kurd û Kurdistanê di riya strana Lo me çi kir, ya Şivan Perwer re his dikir.

Ji bo Şehîdan stra

Ji bo girtiyan stra

Gelek ji bo Kurdistanê stra, û her kêliyê di jiyana xwe de hêviya wî rizgarkirina wê bû.

Ji mafê wî hunermendî ye ku, jiyana xwe ji bo huner û xizmeta gelê xwe bexş kiriye û gelek stran û hunereke xweş pêşkêş kiriye; jibîr nebe û were bîranîn.

Hezar rehme li giyanê te bin hunermendê nemir.

“Wêneya «Alan Botan» ji rojnameya Swêdî «Nynäshamns posten» – sal 1995 an”


Bi pênûsa Şêrgo Kenan Egîd- Medarat Kurd.

Wergerandin ji Erebî

* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button