Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Giringiya navgînên hînkirinê

Nûşîn Bêcirmanî*

(Dîtina çavan, qinyata dila ye) serpêhatiyeke Kurdî…

Navgînên hînkirinê, hêmanin bingehîn in ji hêmanên pêvajoya perwerdeyî, gihaye radeya ku bêyî wan, hînkirin, weke tê xwestin, nikare bi karê xwe rabê. Lêkolînên perwerdeyî isbat kirine ku herdema teknîkên perwerdehiyê yên baştir werin bijartin û bi şêwazekî zanistî û saxlem werin bikaranîn, ev yek dibe alîkar bo pêşveçûna pêvajoya perwerdeyê bi rengekî erênî.

Navgînên hînkirinê kevin in, IBIN XELDÛN di (DESTPÊK)a xwe de, tekezî li ser bikaranîna nimûneyên zindî di pêvajoya hînkirinê de kiriye, û ew dîtine baştirîn navgînên hînkirinê bo hêsankirina têgihiştin û wergirtina ezmûnan. Herweha IBIN SÎNA û ERRAZÎ jî, pêwîstî dane rola navgînên hînkirinê di pêvajoya hînkirin û hînbûnê de.

Berî em mijara navgînên hînkirinê şirovebikin, pêwîst e em zanibin navgîna hînkirinê çi ye? Bêguman gelek danasîn ji navgîna hînkirinê re hatine danîn, tev jî (navgînê) bi rengekî didin nasîn, û tev jî di erka navgînê de, ku pêşketina hînkirinê ye, dibin yek. Loma jî em dikarin bi vî rengî bidin nasîn:

Navgîna hînkirinê: (Her tiştê ku mamoste wê bikar tîne bo bi alîkariya wê, pêvajoya hînkirin û hînbûnê baştir bibe).

Navgînên hînkirinê bi xwe gelek cûre ne, li gorî babeta waneyê, an li gor temenê şagirt, bi giştî ev in:

1-    Navgînên dengî: Radyoya hînkirinê,  tomarên dengî.

2-    Navgînên dîtbariyê: weke depreş, pirtûk, wêne û tişt.

3-    Navgînên dengî û dîtbariyê: Radyoya hînkirinê, filmê hînkirinê…

4-    Pêşengeh û seredan.

– Sûdeyên navgînên hînkirinê:

Ev çend sûdeyên navgînên hînkirinê ne, lê bêguman wê bihtir ji wan jî hebin.

1-    Dem û westana ku mamoste û şagirt terxan dikin, kêm dikê.

2-    Bala xwendekaran û guhdana wan bilind dikê, û agadariyan bi hêsanî piştrast dike.

3-    Pêvajoya hînkirinê li nik mamoste û şagirtan, hêsan dikê.

4-    Derfetên hevpişkî û hevkariyê di navbera şagirtan de zêde dikê.

5-    Ji bo têgihiştina hestî bingihekê peyda dikê û ezmûnên rastîn ji wan re peyda dikin ku şagirt berê bidin. xwe-çalakbûnê ve.

6-    Ew, bo demeke dirêjtir, ezmûna perwedehiyê ji xwendekaran re zindî dihêle.

–      Mercên ku gerek di  navgîna hînkirinê de peyda bibin:

1-    Gerek e navgîn li gorî babet û armancên waneyê bê.

2-    Gerek navgîn saxlem bê, ne xirabe bê.

3-    Gerek li gorî dema waneyê bê.

4-    Gerek hêsan bê û pirsgirêk tê de nebin.

5-    Divê navgîn bala şagirt bikişîne.

Di şirovekirina waneyê de bi alîkariya navgînên hînkirin û hînbûnê de, gereke mamoste hay ji van xalên jêrîn hebe:

1-    Navgîn, gerek di dem û cihê guncaw de pêşkêş bikê.

2-    Berî mamoeste navgînê bikar bîne, gerek wê bide nasîn û ka ji bo çi bikar tê.

3-    Pirsên ku bala şagirtan dikşînin, ji wan bike, da ku ew li bersivê bigerin.

4-    Piştî bikaranîna navgînê bidawî bû, gerek mamoste wê navgînê rake, bo şagirt pê ve girêdayî nemîne û bala xwe bidê beşê mayî ji waneyê.

Bêguman babetên perwerdeyê, çendî mirov li ser wan binivîse dê kêm be, lê di vê mijarê de ez dibêjim bikaranîna navgînên hînkirin û hînbûnê, bi awayekî vejîn, dê alîkariyê bide çareserkirina gelek pirsgirêkan di pêvajoya hînkirin û hînbûnê de.

Bikaranîna navgînên hînkirinê, huner û zanîn e…

* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button