Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Avdar, Meha Kurdî

Dilovanê Deştê*

Meha Avdarê, ew meha ku bûka salê ye, ew meha ku destpêka xweşî û xwenûkirina xweristê ye, bêhtir ji hemî mehên salê, bi xurtayî cihê xwe di bîrdanka neteweyî ya miletê Kurd de girtiye. Ew bûye nîşana nûjenkirina xwenaskirina miletê Kurd û nasnameya wî. Herwiha, Avdar xewn û hêviyên miletê Kurd û bobelat, karesat û bêhêvîbûnên wan, bûyer û bîranînên xweş û xemgîniyên wan hem li hev dicivênê hem jî xurtir dikê.

Belê, dema merov li nav rojên Avdarê, yeko-yeko, bigerê, rastiyek xwe rapêş dikê, û ew jî rastiya ku kêm roj di Avdarê de hene ku ne hilgirê hin bûyerên Kurdewarî, çi xweşî û şahî û çi kul, derd û êş bin. Ka em bi hev re rojên vê mehê li bêjingê bikin û hinekî ji dîroka xwe bibîr bênin.

  1. Di 1ê Avdara sala 1979ê de, nemir Mela Mistefayê Berzanî, li nexweşxaneya George Town li Emerîka, koça dawî kir, û cendekê wî yê pak ber bi Îranê ve hate veguhestin, û li goristana gundê Şino bi axê hate spartin.
  2. Di 2iyê vê mehê sala 1970yî de, Berzaniyê nemir Peymana Otonomî ji bo Kurdistanê, bi serkomarê Îraqê – Ehmed Hesen Bekir – re îmze kir. Ev peyman di 11ê Avdarê de hate ragihandinö û bi navê Peymana 11ê Avadarê hate naskirin.
  3. Di 2iyê Avdarê de, Dadgeha sezakirinê ya Îraqê yekem civîna xwe ji bo vekolînên derbarê kuştina 8000 kesê Barzanî lidar xist.
  4. Şoreşa Dêrsimê di 3iyê mehêö sala 1937 de, û bi serkêşiya gorbihişt Seyid Riza, dest pê kir. Ev şoreş dijî rijîma Tirkiyê û hewldanên wê ji bo guhertineke demografî û tirkirina herêmên Kurdî pêk bênê bû. Ev raperîn/şoreş mezintirîn yek bû piştî şoreşa Şêx Se›îdê Pîran. Hêjayî gotinê ye ku şoreşa Dêrsimê ji Avdara 1937 – 1939ê berdewam kir, û bi hezaran Elewî û Kurdên Zazî hatin kuştin.
  5. Bumbebarankirina bajarê Silêmaniyê ji aliyê firokên Brîtaniyayê, û bi alîkariya hikûmeta Îraqê, di 4ê Avdara 1923 de bû. Ev bumbebarankirin ji bo têkbirina şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd bû.
  6. Raperîna sala 1991ê li Kurdistanê, di 5ê Avdarê û bi jor de dest pê kir. Vê raperînê ji Silêmaniyê dest pê kir, û pişt re, hinohino li hemî deverên Başûrê Kurdistanê belav bû. Ji encamên vê raperînê yên girêdayî bi Başûrê Kurdistanê ve ev bûn:
  7. Encûmena Ewlekariyê ya NY biryar bi qedexekirina firokên cengê raserî Bakûr û Başûrê Îraqê stand.
  8. Başûrê Kurdistanê weke herêmeke federal di hindurê Îraqê de hate ragihandin.
  9. Di 5ê Avdara 1992 de, cendekên herdu nemiran Mela Mistefayê Berzanî û yê pakrewan İdrîs ji Şino (Îran) ber bi herêma Kurdistanê ve hatin veguhestin, û li goristana Barzan bi axê hatin spartin.
  10. Di 6ê Avdara sala 1975ê de, rijîmên îraqê û Îranê, û bi çavdêriya serokomarê Ceza›îrê, peymaneke rûreş û şermezar Îmze kirin ji bo girtina sînor û rawestandina hemî şêweyên alîkariyê ji ser Başûrê Kurdistanê.
  11. Di 7ê Avdara sala 1925ê de, şoreşa Şêx S›îdê Pîran dest pê kir. Biryar pê hatibû standin ku di 21ê Avdarê de dest bi şoreşê bikin. Lê, di hin jêderan de jî tê gotin ku di 5ê Reşemeha sala 1925ê de, Şêx Se›îd û hijmarek ji hevalbendên xwe digihine gundê Pîran, ku dikevê Bakûrî Amedê; di heman demê de, hêzek ji cendirmeyên Tirk jî hatine ku hin Kurdên wî gundî desteser bikin. Li wir, û bêyî tu amadekarî berê jê re bûbin, ew roj bû destpêk. Hêjayî gotinê ye ku di encamên şer de, Şêx Se›îd û 47 hevalên xwe hatin girtin, û di 30e Gulana 1925ê de hatin bidarvekirin. Ev gotina gorbihişt Şêx Se›îd ya dawî bû: «Ev dawiya jiyana me ya normal e, û ez ne poşman im ku ez bibime qurban di ber berjewendiyên miletê xwe de. Em serbilind û kêfxweş in ku wê neviyên me hemberî dijminan ji xebata me şerm nekin.»
  12. Di 7ê Avdara 1991ê de, artêşa rijîma Îraqê herêma Çûman topbaran kir.
  13. Di 8ê Avdara sala 1921ê de, hin jêder dibêjin ku di 6ê Avdarê de bû, destpêka şoreşa Qoçgîrê (Koçgîrê) li herêma Dêrsimê bû.
  14. Koça dawî ya hunermendê gorbihişt Mihemed Şêxo di 9ê Avdara 1989ê de bû.
  15. Di 11ê vê mehê de ji sala 1974, rijîma Îraqê ji peymana sala 1970yî vegeriya û soz û peyman binpê kirin. Artêşa Îraqê bi hêzeke mezin êrîş bire ser herêma Kurdistanê. Di encama vê êrîşê de, şoreşa nemir Berzanî şikest.
  16. Di 12ê Avdara sala 2004 de, serhildana Qamişlo bû ku bêhtir ji 33 ciwanên Kurd, di encamê de, jiyana xwe ji dest dan.
  17. 12ê wê sala 1991ê, raperîna Kerkûkê ye, û Kerkûk ji rijîma Sedamê xwînxwer rizgar bû.
  18. 14ê meha Avdarê sala 1903iyê, roja jidayîkbûna nemir Mela Mistefayê Berzanî ye.
  19. 14ê mehê ji sala 1991, raperîna Duhokê û rizgarkirina bajêr û herêma wê ji nav destên kujerê devbixwîn Sedam.
  20. 15ê wê di sala 1932iyê de, şoreşa Mela Mistafayê Berzanî dest pê kir.
  21. Hersê rojên reş ku bi ser herêma Kurdistanê de hatin, 16, 17 û 18ê Avdara 1988, topbarankirina Helebçe, Xormal û Dicêlê bi çekên kîmawî, (xazên xerdel û siyanîdê).
  22. Di 20ê wê di sala 2008 de, hersê xortên Kurd (hersê Mihemed) bi destê hêzên ewlekariyê yên rijîma Be›es li Qamişlo şehîd ketin û 6 kes jî birîndar bûn.
  23. Di 20ê Avdara sala 2015ê de, û bi destê Rêxistina Da›işê ya terorist, bêhtir ji 52 kesan hatin kuştin û bi dehan jî, di encama 2 teqînan de, hatin birîndarkirin.
  24. 21ê Avdarê cejina neteweyî ya Newroz e. Ev roj Sersala Kurdî ye ku, ji 612BZ ve û ta roja îro, kêf û şahî û aheng di vê rojê de têne lidarxistin. Newroz nîşana azadiyê ye.
  25. Di 21ê Avdarê de, roja Newrozê, sala 1982iyê, endamê komîta navendî ya Partiya Karkerên Kutrdistan Mezlûm Doxan, û bi banga xwe ye navdar «Berxwedan Jiyan e» ku ta îro jî bûye slogana xebat û berxwedanê, laşê xwe yê pîroz kire êzing ji agirê Newrozê re. Belê, wî di zîndanê de, agir berda bejina xwe da ku ew jî, weke Newrozê, bibê nîşana azadiyê.
  26. Di vê roja pîroz de, di sala 1986ê de, gorbihişt Silêman Adê di xwepêşandaneke dijî zor û setema rijîma Be›is, li bajarê Şamê, û bi gulebarankirina ji aliyê artêşa leşkerî û hêzên ewlekarî ve, canê xwe ye pîroz sparte Afirênerê Gewre. Pakrewan Silêman jî bû nîşana vîna Kurdan li her deverê.
  27. Di 23iyê Avdara 2002 de, helbestvanê Kurd yê payebilind Seydayê Tîrêj çû ber dilovaniya Yezdanê Pak û Gewre.
  28. Di 24ê Avdara sala 1914ê de, gorbihişt Şêx Mehmûdê Hefîd, tevî şoreşgerên pê re, û ji bo xweparastina ji destê dijmin, ji Silêmaniyê derketin û berê xwe dane şkeftên derveyî Silêmaniyê. Şêx Mehmûd di 23iyê Gulana sala 1919ê de, dest bi serhildanê dijî Îngilîzan dikê; û di 31ê Rezbera sala 1922iyê de, bi navê «Hikûmeta Kurdistanê», Kurdistana serbixwe radigihênê, û xwe weke qiralê vê dewletê didê nasîn. Di 9ê Cotmeha sala 1956ê de, Şêx Mehmûdê Hefîd diçê ber dilovaniya Xwedê.
  29. Di 24ê Avdara sala 1924ê de, Şêx Evdilqadir kurê Şêx Ubeydulahê Nehrî, digel hevalên xwe, li bajarê Amedê hatine bidarvekirin.
  30. Di 28ê Avdara sala 1986ê de, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistan PKK şoreşgerê Kurd û pakrewanê bi navûdeng Me›esûm Qurqmaz li ser çiyayê Gabara li devera Şernexê şehîd ket. Gorbihişt Qurqmaz bû yê ku pêşemîn gule dijî mêtinkarên Tirk teqand.
  31. Serhildana Amedê di 28ê Avdara sala 2006ê de dest pê kir; di encama vê raperînê de, 14 kesên Kurd, ji wan 7 zarok bûn, şehîd ketin, û bêhtir ji 200 kesî jî hatin girtin.
  32. 31ê Avdara sala 1947, dîsa rûreşiya koledar û mêtinkeran derbarê miletê Kurd tê xuyakirin. Di vê rojê de, û piştî têkçûna «Komara Mehabadê», Qazî Mihemed û çend hevalên xwe têne bidarvekirin.

Ev hin bûyer û boneyên ku di jiyana miletê Kurd de pir bi navûdeng in. Belê, dîroka miletê Kurd wiha ye. Dîroka miletê Kurd hin roj û demên xweş, lê gelek yên nexweş jî di nava xwe de vedihewînê.

* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button