Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

13 sal in… Hê jî Sûriya Di qeyranê de digevize!

Desteya sernivîser*

Eve 13 sal in ku gelê Sûriyê, bi hemû pêkhateyên xwe ve, di agirê şerekî wêranker û xwîndar de dijî, şerekî wisa ye ku, di van salên xwe yên dirêj de, gel piştxûz, perîşan, penaber û bêrûmet kiriye. Li gora ku amarên fermî yên aliyên navdewletî tekez dikin, ta niha, derdora milyonek mirovî hatiye kuştin, birîndarkirin û windakirin, bêtir ji nîvê gelê Sûriyê ji xak û zeviyên xwe hatiye bidûrxistin, mişext û penaber bûye, li biyanî, derbideriyê, di bin konên bêrûmetiyê de, ew derd, êş û azarên giran dikişîne. Aboriya welêt tarûmar bûye, birçîbûn û xemgîniyê hawîr konên xwe yên reş vegirtine, bê ku hêzên mezin ên xwedî gotin û biryar dermanekî ji vê êşa wî ya dijwar re peyda bikin!

Wekî çawa ji mêj ve Kurdan gotiye: «Agir bi mala yekî ketibû, yê din ser û pê li ser dikizirandin!» Vêca, wilo bi serê gelê Sûriyê hatiye. Di vê qeyrana malwêran de, bi armanca bidestxistina berjewendiyên xwe, hin dewletên herêmê  yên mîna Turkiye, Îran û hin dewletên Kendava Erebî, vî agirî tevdidin û pif lê dikin, rivîna wî bilind dikin, çiqasî gel bête şewitandin jî, ji wan re ne derd û ne xem e! Ango mirov dikare bibêje ku ev dewlet, digel hêzên cîhanê ên mezin ku, destêwerdanê di vê qeyranê de dikin û derbasî welêt bûne, hemû jî, ser û ber, ji bo berjewendiyên xwe hatine, û li gora wê tevdigerin, û ta roja îro, ew naxwazin ku ev agir vemire, hêminî û aramî li welatê me cîwar bibe, gelê Sûriyê di siha rijêmeke demokrat de bi aştî bijî.

Piştî şerê Rûsya û Okrayîna ji hêlekê ve, û vê paşiyê şerê Israyîl û Hemasê li Xezayê ku, her diçe gol vedide, hewldanên navdewletî ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji qeyrana Sûriyê re qels û lawaz bûne, û nema ew ji pirsgirêkên sereke tê jimartin. Her wiha çiqasî nakokî û dijberî di navbera dewletên Rojava bi serokatiya Amerîka û Rûsya de mezin dibin, ewqas, pirsgirêka welatê me Sûriyê jî aloz dibe, çareserî bidûr dikeve, qelen û bace girantir dibe!

Ji hêleke din ve, rûyê rastî yê Rikberiya çekdar a Sûriyê ji civaka navnetewî re aşkere bû, bi zelalî hate xuyakirin ku ta kîjan radeyê ew di destê dewleta Turkiyê de bûye amûreke erzan, li gora xwestek û berjewendiyên xwe, dûr ji berjewendiyên gelê Sûriyê, lê dijî doza gelê Kurd û mafên wî yên rewa, ew wê bikar tîne, ku ev jî dibe yek ji hêmanên domandina vê kêşeya bi êş û jan.

Rast e îro Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ji bal dewleta Turkiyê ve hatine dagirkirin, gelê me tûşî îşkence, girtin û kuştinê dibe, deverên wî yên dîrokî  ber bi guhertina demografî ve diçin, û çeteyên bi Turkiyê ve girêdayî kiryarên hovane li dijî hebûna wî dikin jî, lê ew bêhêvî nebûye û tucarî bê hêvî nabe, ji ber ku xebat û berxwedan jiyan e, bi bawerî ew paşeroja xwe radestî neyarên hebûna xwe nake, û ji bo azadî û serfiraziya xwe, bê dudilî, her ewê têbikoşe!

Di vê qonaxa hestiyar de, ji me hemiyan tê xwestin ku bi xwendineke nû li xwe vegerin, nerîn, cîgeh û helwestên xwe, li gora demê, binirxînin û em berjewendiya netewî û ya niştimanî bidin pêşiya berjewendiyên partiyane, û ev yek ne tenê bi gotinê be, lê belê divê ew di pratîkê de cihê xwe bibîne, û eger vîn, bawerî û dilsozî hebe, ew karekî pêkan e.

Vêca, de em hemû bi hev re, bi yek dengî, berê xwe bidin aliyên ku windakirin û tunekirina gelê me ji xwe re kirine armanca sereke, em nakokiyên xwe yên hûrik li şûn xwe bihêlin û, mil li mil, kar û xebatê bikin; em çand û gotara rêzgirtin, lihevkirin û hezkirinê belav bikin, û civaka xwe ji nexweşî û ramanên çewt ên malwêranker rizgar bikin, ji bo vê dozê, em gavên pîvayî bavêjin!

* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button