Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Azadî Zanava Min e

Kalê maratê*

Bi hest û ramanên gava pêşîn.

Her destpêkek bi hest û ramanên di asta evînê de, dema xwe li peravên dilê mirovan dide, di giyanên mirovan de teqînên volkanîk çêdike. Li gor ruhê wê dem û kêliyê riyên nû peyda dibin, peywirên nû  pêşberî mirov…

Di şiveqa avarekê welatê min de pêkanîna karkeriya demê pîroziyan li giyanê min ê neteweyî bar dike, hema destên min bigihin ku dixwazim li wir kulîlkan biçînim di binê her lat û zinarekî de, di ber û singê her dar û warekî de, hema berê min bi kîjan aliyê welêt bikeve, bi tîna agirê Newrozê divê ez hemû qirêjiyan bişewitînim û wê xûliya ji ber mayî li wê axa pîroz bireşînim, û ji wê axa şewitî bi baweriyeke têrpaqij ji nû ve jiyaneke azad bafirînim. Ramanên ku ji vê baweriyê re pêşengiyê dikin ji agirdadiyên zerdeştiyê tîna xwe şikandine, di rojeke ku rûqalî 4ê nîsanê de dibe dixwazim di wê evîna nûranî de hestên xwe bihewînim .

Xwedî armancên mezin

Hêstên min ên giranbiha hene, ku bi vegotina çand û zimanê min ê dayikê hatibûn meyandin, ji bo em li her serdemekê wateyeke zêrîn bar bikin. Hema bibêje bi neynûkan dîwar hatin kolandin, li dijî her cureyên hovitiyên serdestan, girêdana bi kokên xwe ve pir bi wate bû. Zarokên welatê min kêlî bi kêlî berxwedan bi  jiyana exlaqî û polîtîk hunandin. Di navbera dîroka kevnar û roja me de navê bindestan bi tîpên zêrîn hatin neqişandin. Ew dergûşa mirovahiyê ya ku di pêsîrên vê axê de hat mijandin. Divê bi tu awayî dagirkeriyê li ser vê axê nehewîne. Xwediyê serpêhatî û armancên mezin im. Bi dehan bi tofanan re rû bi rû bimînim. Bi sedan di komkujiyan re derbas bibim. Ji nû ve xwe ji axa bermayî depeyda dim (dixuliqînim). Ez heyva nû ya zêrîn im. Wekî  her carê dîsa jî strana li ser ziman im. Axa bi xêr û bereket e, xwedî gelek berhemên dayika xwedawend im..

Îro evîndarê baweriya jiyana azad a bi hev re û dilsozê ramanên neteweya demokrat im. Xwedî reng im. Bi nav û deng im. ji roja, ku roj ji lûtkeyên çiyayan bilind. Ez dibim qêrîneke xwedî hezar awaz û deng .

Encama bêhempa

Dengê min olan dide, li qadên welêt bi dengê, ku ji dûr ve tê govenda azadiyê tê gerandin. Keserên dil yek bi yek tên revandin. Êdî şabûn diyardê ye di kene. Li ser lêvên zuhayî veşartî de her demsal bihra e. Di Paxila min de veşartî. Stêrk di porê yarê de neqişandî. Kezî bi kezî hûnandiye, sebra min ji çavên li rê maye re mizgîni ye.

Roja min gulrengdar im û bi hezar im xwedî armanc û bi biryar im . Azadî zanava min e ku ji serhildana newrozê dixuliqe tîrêja di taritiyê de ye dibiriqe …

Heta ku ew zanav hatiye bidestxistin hezaran canan di oxira wê de can dan kirin baxê bilbil û şeyda wekatê rengîn Kurdistan kirin deryaya evîn û sewda bûne dermanê hemû kul û derdan û wiha qîriyan li her çar dor û Milan:

Encam dê bêhempa be mizgîniyê bidin Roja me …

* Rojnama Newroz – hejmar /159/ – 01 Gulana 2024 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button