Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (283): Pakrewanbûna sivîlekî û birîndarbûna yekî din, girtinine bêsûcane, El’emşat vêrgiyan ferz dike û daristanan qut dike, geregoşî û bendkirina hin beşdarên şahiyên Newrozê û dizînin

“Ebû Emşe” li ser Kurdên ku li herdu Bajarokên “Şiyê” û “Mabeta” neçar kirine ku li êvara /20/ Avdarê şahiyên Newrozê li dar bixin şîrînî û gul belav kirin, lê xençera wî ya jehirkirî jî timî di destê wî û endamên wî de ye, kînga xwestin pê lêdixin, ji gefan de bigir û ta kêmrûmetkirinê, lêxistin, kuştin, dizînan, ferzkirina vêrgiyên mezin, dizîna kevneşopan, qutkirina daristanan û darên îhracê, destanîna ser malmewdanan û tewanên din ên salixdankirî; Vêca tewanên milîseyan li Efrînê bi gotinên birqokî û pêkenokiyê û virûvûtan nayêne nixumandin/veşartin!

Ev jî hin bûyîn û heyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Pakrewanbûna sivîlekî û birîndarbûna yekî din:

Li 24.03.2024an. Z, di encama topebarankirina Artêşa Turkiyê û milîseyên wê yên Sûrî de ji derdora Bajarê “Tilrif’etê” re – Gundewarê Heleb a Bakur, perçehesinek li zikê Hemwelatî “Reşîd Ebdo Hemo /41/sal” ji koçberên Bajaroka “Mabeta” ket, lê ji ber xwîndarivandina hundirîn û derengiya hawarçûn û dermankirina wî ji ber topebarankirina berdewam, piştî ku gîha Nexweşxana “Afrîn” – Fafînê jiyana xwe ji dest da, û herweha jî sivîlekî din ji koçberên Efrînê bi awakî metirsîdar birîndar bû.

= Girtinine bêsûcane:

– Ji bêtirî du heftan ve, li katên berbangê, hin endamên Asayêşa Turkiyê yên serçavgirtî mala Hemwelatî “Mehmûd Sebrî Ebdalo /43/sal” ji xelkê Gundê “Celemê” – Navça Cindirêsê, li Bajarê Istanbûlê basmîş kir, û ew bi tewanbariya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (R.X) re girt, û ta niha bêsûcane girtî ye û tu têkelî bi xwediyan re tune ye; Divê were zanîn ku ew sivîleke û rojekê bi (RX) re kar nekiriye, û ew bi malbata xwe re li sala 2018an. Z bi mebesta kar û peydakirina pariyê nên çû Turkiyê.

Û Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

Ji bêtirî heyvekê ve, Hemwelatî “Ednan El’xelef /35/sal” ji pêkhateya Ereb, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û milîseyên asayêşê ve, bi tuhmetên nenaskirî ji merivên wî re, piştî derkirina wî ya zorane ji Turkiyê û gihîştina wî gundê hevjîna xwe “Hêkiçê”- Navça Cindirêsê, û ta niha bêsûcane girtî ye.

Li 17.03.2024an. Z, Hemwelatî “Faroq Mihemed Cemîl Şêxo /55/sal” ji xelkê Gundê “Sêmalka”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve, bi tewanbariya payandina şevayî li dema (RX) a berê, û ta niha bêsûcane girtî ye.

Û li 26.03.2024an. Z, Hemwelatî “Mihemed Eslan Mihemed /30/sal” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, ji aliyê heman aliyê ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, piştî vegera wî ji ciyê penaberiyê – Heleb ji çar heyvan ve, û ta niha di Hepsa “Maratê” ya navendî de girtî ye.

= “El’emşat” vêrgiyan ferz dike û daristanan qut dike:

Ferzkirina vêrgiyan ji aliyê “Mihemed El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ve li ser malbatên Kurd ên ku li gund û bajarokên di çarçewa bandoriya wî de mane berdewam in, û bi behaneyên cûrbecûr; Û piştî dawîbûna werza/mûsima zeytûna û wergirtina dora/27/milyon Dolar Emrîkî bi darê zorê, “nivîsgeha wî ya aborî û ewlehiyê” li Bajaroka Mabeta rabû ji nû ve malmewdanên çandiniyê (piraniya wan jî zeviyên zeytûna ne) serjimartin, û hemî zeviyên ku xwedî ne li wir an  belgenameyên wan peyda nabin an jî malmewdanên ên mirine û ji yên li dû xwe re/ weresên xwe re hîştine -û ew bi xwe jî ne li wir- lê hin li şûnê bi rêve dibin) lîste kirin, û sê Dolar û nîv/3.5/li ser her dareke zeytûnê -sala wê be yan na- ferz kir, û di encamê de tibabeke mezin -bi zext û gefan- ji berî werzê/mûsimê wergirt; Û weha jî malmewdanên Gundê “Qenterê” yê hevcîwar bi heman mebestê serjimar kirin.

Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” li dor Gundê “Hisê/Mîrka” – Navça Mabeta qutkirina daristanan û darên îhracê berdewam dikin, ta yên tekane di nav zeviyên zeytûna de û li ser taxima hatine çandin jî, ji bo êzinkirin û bazirganiyê.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 24.03.2024an. Z, termê keçeke negîhayî /17/sal -bûbû komir- di bin avahiyeke birîna keviran e nû ava dibe de hate dîtin, li   derbasgeha Bajaroka “Meydankê” – Navça Şera ya Rojava, û ji rêbendeke çekdar ve nêzîk; Û li gor di nav xelkê de tê gotin: Keçik ji anîndeyên Êla “El’mewalî” ye, ji aliyê birê wê û xortekî din de hate kuştin û şewtandin, û piştî wan tewan kirin revîn.

Li şeva 28.03.2024an. Z, di navêna giropeke Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” û qaçaxciyên derxistina mirovan bo Turkiyê de -çekdarên Milîseyên :Firqit El’sultan Mûrad”- qurşîn hatin avêtin, piştî basmîşkirina asayêşê ji malin Bajaroka “Bilbilê” ya sînorî re, bi sedema nelihevkirinê li ser parvekirina dahatên qaçaxiyê; Divê bê zanîn ku ev ton bûyer dubare dibin, û qurbaniyên wan jî sivîlên ku koçberiyê mebest dikin da ku mercine jiyanê yen baştir bibînin, ji ber wê jî ew rastî fêlbazî û fen û dolaba tên yan jî têne girtin û pere jê têne standin, û kirê derxistin her kesekî dighêje /3/hezar Dolar Emrîkî.

= Binpêkirinine din:

Li şeva Cejna Newrozê û piştî dadana agiran, “Mihemed Xêr El’reya” (berpirsiyarê ewlehiya/emniyeta Milîseyên “Firqit El’hemzat” li Navça Reco û ji Gundê “Me’erit El’herme/Me’erit El’nu’iman” – Idlibê) Hemwelatî “Rîfa’î Xelîl Dawod /45/sal, Şiyar Elî Hemkî /38/sal, Şêx Mûse Yûsêf /70/sal, Elî Hesen Betal /26/sal, Elî Hebeş Ne’isan /55/sal, Erbîl Doyîko kurê Ezet /35/sal” ji xelkê Gundê “Etmana” – Navça Reco girtin, û ew guhestin biryargeha ewlehiya/emniyeta di avahiya şarederiya berê de – Gundê “Hecxelî”, û piştî bendkirina wan çend katan û ferzkirina vêrgiyeke bi qaserî /300/Dolar li ser her yekî ji wan -di bin gefê de- ew berdan, û gef li wan kir ku divê careke din agirê Newrozê jî danedin.

Li 25.03.2024an. Z, giropeke çekdar tiştmiştên dîkana cilên/kincên mêran li kolana serekîn li Bajaroka “Reco” dizîn, li kêlek “Sûtemengeha/kaziya El’ferat”, di deriyê paş re; Û nirxê şênberên hatine dizîn dora/8/hezar Dolar Emrîkî ye, ew yên Hemwelatî “Mihemed Ce’ifer/Malbata Qanqilih – xelkê bajarokê” ne, û ew jêdera jiyankirina malbatê ne, lê dîkan bi kirê ye; Û piştî pêşkêşkirina giliyekî li ba Milîseyên “Asayêşa Sivîl”, wan wêneyên kamîreyên çavdêrîkirinê ji xwediyê dîkanê veşartin, û tiştek ji cî nelivandin.

Tunebûna asa û aramiyê, parvekirina herêmê li gorî bandoriyên leşkerî yên milîseyan, û di siya gotara kîndariyê û belavkirina fîtnê û siyasetên dijayetiyê de, û bi ser de jî mercên têvel ên jiyanê yên sert, koçberî çêdibe û binpêkirin û tewan di hemî waran de bêtir dibin.

31.03.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Pakrewan “Reşîd Ebdo Hemo”.

“Mihemed El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah”.

Dizîna dîkana “Mihemed Ce’ifer”, di deriyê paş re, li Bajaroka “Reco”.

————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-283-31-03-2024-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button