Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (281)-taybet: Şeş sal ji dagîrkirina Turkiyê… /299/qurbaniyên pakrewan û bêgunehên sivîl, jê /64/zarok û /50/ jin, û jê /19/ di navboriya sala dawiyê de

Wergerandin ji Erebî

Şeş sal di ser dagîrkirina Turkiyê -ya 18 ê Avdara 2018an. Z- ji Herêma Efrînê re – Bakur Rojavayê Sûriyê, bi hevkariya Milîseyên (Artêşa Niştimanî ya Sûrî) ya bi Hemahengiya Sûrî – ixwanî ve girêdayî, û di bin perda fetweyên “Îmam Elxetîb”, “Zanyarine Misilman en tundrew” û “Encûmena Islamî ya sûrî – Istanbol” de, derbas dibin… Û hîn jî binpêkirin û tewanên cûrbecûr bi pêngavine rêbazkirî û siyasetine nijadperest – “Osmaniya Nû” û timayine ferehkirinê yen Anqerê û destlatên wê berdewam in, ya herî berz jê guhertina demografî ye, ew jî bi girtina derbasgehan li pêş vegera yên zorane hatine koçberkirin, bi taybetî ji herêmên penaberiyê Heleb û Bakurê wê û hundir Sûriyê, yên hejmara wan dora /200/ hezar niştecî ne, û niştecîkirina dora /600/ hezar ji endamên malbatên çekdar ên milîseyan û Anîndeyên “Xota” û Gundewarên “Humis, Hema, Idlib û Heleb” tê de, da ku niha rêjeya hebûna Kurdî ji 95% dakeve bin 20%.

Di siya geregoşî û serberdayetiya berdewam de, û ya ku virûvût û gotinên Destlatên Turkiyê û yên bi serve (yên dibêjin ewlehî û aramî li herêmên Suriyê yên dagîr kirine peyda dibin) diyar û tazî dike, ji bilî yên wendayî û revandî yên çarenûsa wan nediyar û girtiyên zorane veşartî; /299/ qurbaniyên pakrewan û bêgunehên sivîl ji xelkê Herêma Efrînê di siya dagîkirinê de (18 ê Avdara 2018an. Z – 16 ê Avdara 2024an. Z)ji nav wan /64/ zarok û /50/ jin, û jê /19/di navboriya sala şeşan ji dagîrkirinê, di mercên têvel de (di bin işkencê de yan bi qurşînên zindî û hemî rengên din ên kuştina mebestkirî, û hin bi teqînan û bombeyên zemînî, yan dema derbasbûna Turkiyê, yan jî bi topebarana herêmên penaberiyê yên koçberên Efrînê ” gund û bajarokên Şehba’i û Şêrewa – Bakurê Heleb” û teqîna bombeyên zemînî tê de, û di encama berdewambûna avêtina qurşîn û gule û topan di navbera Artêşa Turkî û milîseyên wê ji alîkî ve û Artêşa Sûrî û hevalbendê wê ji alîkî din ve li herdu aliyên hevgîhanê li Çiyayê Lêlûn) mirine yan hatine kuştin; Ji bilî yên di bin zext û fişarên jiyanî yên hişk ên dagîrkeriyê mirine, û herweha yên ku di encama erdheja /6/ê Reşmeha 2023an. Z de, bi sedema xemsariyê, derengiya piroseyên rizgarkirinê di siya kêmbûna kanînên Berevaniya Sivîl de û ranebûna Destlatên Dagîrkeriyê bi erk û stubariyên xwe canê xwe ji dest dane, û nemaze jî rola Turkiyê li bermberî xişimûbêtara erdhejê li Herêma Efrînê tunebû.

Ew cangorî ev in:

1- ———- 299

Ji hemî aliyên pêgiriya xwe bi mafên mirovan didin nîşandan, tê xwestin ku tewanên di dermafê sivîlan de têne kirin û digihêjin asta tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê, Pirotesto û şermezar bikin, lêkolînên serbixwe û aşkere vekin, kesên ku di ber de berpirsiyar û yên cîbecîker berbiçav û seza bikin, û berdêleke şênberî û razberî bidin merivên qurbaniyan. Weke ku diyar e, destlatên dagîrkeriya Turkiyê û milîsên tundrew û nandoz ên pêve girêdayî, piraniya tewan û binpêkirinan li dijî tewankarên nediyar tomar dikin, an jî hema pêngavine wêneyî davêjin, da ku tewanker ji sezayan biflitin, bi ser de jî merivên qurbaniyan pirîcaran neçar dikin ku bi tewankaran re li hev werin, û xelkê berdewam ditirsînin da ku wan bi aliyê koçberbûnê ve têvedin.

Lê, Hikometa Anqerê di ber kiriyarên ku li herêmê û dermafê xelkê wê de têne kirin  berpirsiyar dimîne, Ji ber ku ew dewleta dagîrkeriya leşkerî ye û xwediyê desteseriya rasteqîn e, û tu gavên pirektîkî, zagonî û ewlehî ji bo parastina jiyana sivîlan navêje; Bervajî wê, ew hîn li ser kiriyarên artêş û nandozên xwe vedişêre, wan diparêze û bi ser dijîtiya Kurdan ve – li kû dibin bila bin – têve dide û destek dike; Û bi wê yekê, jirêderketinin mezin ji zagona navdewletî ya mirovahî, belgenameya Netewên Yekgirtî û hevpeymanên navdewletî re dike.

Xelkê Efrînê bang li saziyên Netewên Yekgirtî, Encûmana Ewlehî ya Navdewletî, hêzên navdewletî yên di Sûriyê de çalak û xwedî rol, rêxistinên mafwerî û sivîl û alavên ragihandinê yên curbecur dike, da ku bi rola xwe rabin û rêgirikê ji van binpêkirin û tewanan re dînin , û bi koçberên ku bi zorê koçberbûne re alîkar bin da ku bi şêwakî bi’ewle vegerin cîwarên xwe, û mal û milkên xwe radest bikin, û herweha bi berpirsiyarî kar bikin da ku dagîrkeriya Turkiyê bi dawî bikin, û milîseyên tundrew û nandoz ji holê rakin, ji bo Efrîn vegere serweriya Suriyê û rêvebirina xelkê wê yê resen.

16.03.2024an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

…………………

Wêne: Nav û wêneyên /299/ qurbaniyên şehîd û bêgunehên sivîl ji xelkê Herêma Efrînê, di siya dagîrkirina Turkiyê de (18.3.2018an Z- 16.3.2024an Z) – /10/ lîste ne.

————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-taybet-281-16-3-2024-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button