Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

“Kuştina ciwanekî negîhayî bi şerjêkirinê li Cindirêsê”

Daxuyan

Bi hatina Cejna Newrozê û bîranîna sala yekemîn ji komkujiya Malbata “Pêşmerg” re – 20 Avdara 2023an. Z – Bajarê Cindirêsê, duh piştî fitara 13.03.2024. Z, xelkê bajêr bi ser nûçeya kuştina Ciwanê Kurd ê negîhayî “Ehmed Xalêd Me’imo/Malbata Medê/16/sal” hate vêşkirin/nişkekirin, vêca li hev kom bûn da ku li rex merivên wî bisekinin, û di sekneke pirtestokirinê de li pêş avahiya “Asayêşa Leşkerî” (ya ku ragîhandibû ku wê kujer “Yamên Ehmed Ibrahîm” ji xelkê Navça “Sincarê” – “Idlibê” û nêzîk Milîseyên “Nûredîn Zenkî” girtiye), endamên Asayêşê bombeyên dûmanî bi kar anîn û qurşîn bi ezmên de avêtin da ku wan ji hev bela bikin; Û li siba din bi beşdariya bi hezaran û di nav hestên xemgînî û kerb û şermezarkirinê beramberî vê tewana qirêj û robet de, pakrewan bo goristana Gundê “Hemamê” yê malbatê hate oxirkirin.

Piştî ku bavê şehîd ji demeke nêzîk ve kujer ji kar di nanpêjgeha/firna xwe de qewitand, kujer bi rijd û pilankirineke pêşinde tewana xwe pêk anî, ciwanê vêguneh bi kêrê şerjêkir û termê wî di bîra avê ya “Hec Ibrahîm” werkir, li ser riya Gundê “Tilsilorê” – Başûrê Cindirêsê û nêzîk mala ku malbata wî dest daniye ser; Û hûrgiliyên tewanê gûmanê çêdikin ku kesin din en pişikdar tê de hene.

Ev tewan di pêvajoya gotara kîndariyê û çanda tewankirinê de pêk tê, yên ku digihêjin Efrînê û xelkê wê yên Kurd – nişteciyên resen, jerkî hatiye dagîrkirin li sala 2018an. Z, ji aliyê Artêşa Turkiyê û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya girêdayî “Hemahengiya Sûrî – Ixwanî” û bi ser Turkiyê ve, û ewên ku bi demê re bûn çandeke giştiyane û xû û kiryarine rojane li ba çekdaran û malbatên wan û herweha hewşa wan a fere ji anîndeyan; Û bi sedemin herî biçûk tewan dubare dibin, di siya serberdayetî û geregoşiya rakirina çekan û tunebûna ewlehiyê û filtandina ji sezakirinê de, û weha  hêsankirina yaxmekirina xwîna Kurdan û malmewdanên wan, li ber roniya siyasetên dijayetiyê yên nijadperestiyê yên ku têne meşandin, û herweha jî fetweyên şêx û rewayên “Şoreşê”.

Bêdengiya Civakên Navdewletî û Herêmî û Sûrî derbarî binpêkirin û tewanên ku li Efrînê dibin, bi ser de jî dirêjkirina temenê dagîrkeriya Turkiyê û mandina milîseyên nandoz û rêxistinên terorîst, û dirêjkirina û genîbûna kirîza Sûriyê bi giştî bê dîtina çareseriyeke siyasî jê re…Komek sedem in dihêlin ku girêk û pêkanîna tewanan her herin zêde bibin.

Di heman dema ku em tewana kuştina xort “Me’imo” şermezar û le’inet dikin de, em Civaka Navdewletî û Hêzên Nistîmanî yên Sûrî û Kurdî vedixwînin ku Turkiyê -weke dewleteke dagîrker- di ber rewşên li Efrînê serwerkirî de berpirsiyar bibînin, û weke hevkar/ortaq vê re jî “Hemahengiya Sûrî – Ixwanî” û “Hikometa wê ya Demkî” ji ber ku ew hevalbendên wê ne û berpirsiyartiya “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” li xwe digirin.

10.03.2024. Z – 2635 k

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Pakrewanê ciwan ê negîhayî “Ehmed Xalêd Me’imo/Malbata Medê”, Cindirês.

———-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Daxuyanî-Tewana Cindirêsê-14-3-2024-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button