Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (277): “nivîsgeheke mafwerî” ye El’emşat û El’hemzat! Qirkirina Hirşê Mehmûdiyê, girtinine bêsûcane, teqandina matoreke duloqî, “El’hemzat” dest dîdine ser êzingên kesaxiyê

weke hewildaneke nû ji bo nixumandina/serpeçinandina  binpêkirin û tewanên fere yên ku di dermafê Herêma “Efrînê” û xelkê wê de dibin, li 3.2.2024an. Z Milîseyên “Hêza Hevbeş/Ortaq Kuvvet” ya herdu Firqeyên “El’sultan Silêman Şah/El’emşat/Mihemed El’casêm û El’hemzat/Sêf Ebû Bekir” (ên ji aliyê Emrîka ve sezakirî) nivîsgehek li “Bajarê Efrînê” bi navê “Nivîsgeha Mafwerî ya Hêza Hevbeş” bi serokatiya Parêzer “Mihemed Selame”  ji bo “şopandina dozên xelkê û vegerandina mafan – li gor gotinên wan” vekir, di heman dema ku tu kes ji yên di bin zordariyê de newêre giliyekê veke yan wan qirêjiyan red bike yan jî aşkere li ser bipeyive, bi sedema zordarî û şêweyên zext û sezakirina ku li dijî wan têne bikaranîn, ji aliyê milîseyên têvel ve û bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê; Mîna “Komîta Vegerandina Mafên Hevbeş li Efrînê” (ya ku ji nav serkêşên milîseyan hatiye çêkirin û li 8.11.2022an. Z jî hatiye rawestandin), bê ku tu dozên naverokî -li dirêjiya du salên ji karê wê- werin çareserkirin û bi sedan ji giliyan jî di çekmecên/dircên masan de man, piştî ku Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” -yên destdirêj di wê komîtê de- ji Efrînê hatin qewitandin.

“Vekirina “Nivîsgeha Mafwerî” ya Milîseyên “Hêza Hevbeş a Firqeyên El’sultan Silêman Şah û El’hemzat”.”

“”Komîta Vegerandina Mafan li Efrînê”, 03.12.2021an. Z.”

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Hirşê Mehmûdiyê:

Ji sal 2018an. Z ve, çadirgeh/kamp li nav “Hirşê Mehmûdiyê” (yê ku li Bakur Rojavayê  Bajarê Efrînê dikeve, beşek jê jî erdê “Madam Sola”, û li destpêka salên şêstî ji sedsala borî hatiye çandin) belav dibin, û hirşê ku rûbera wê dora/35/hiktar erd û tev de darên sinoberê yên têvel ji aliyê yên tê de rûdinin û çekdarên milîseyan ve rastî qutkirineke fere hat, ta ku di navboriya şeş salên borî de hate qirkirin, û li ber çavên “Destlatên Dagîrkeriyê û Istîxbaratên Turkiyê”; Were zanîn jî ku hirş ji nişteşînên/nişteciyên bajêr re ciyê bihinvedanê bû û gulîstaneke giştî jî tê de hebû.

“Hirşê Mehmûdiyê, Bakur Rojavayê Bajarê Efrînê, berî û piştî qutkirinê.”

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

Ji dora şeş heyvan ve, Hemwelatî “Riyad Remedan Silêman/Malbata Heyamî– temen di dehsaliya çaremîn de” ji xelkê Gundê “Heyama” – Navça Bilbilê, bê ku em zanibin tuhmetên wî çi ne, û ta niha zorane veşartî ye û tu têkelidarî bi derve re tune ye.

Ji dora sê heyvan ve, Hemwelatî “Es’ed Mihemed Hec Mûse /40/sal” ji xelkê Gundê “Qude” – Navça Reco, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Ezazê” ve, li dema vegera wî ji ciyê penaberiyê – Heleb bo herêma xwe, û ta niha bêsûcane girtî ye.

Li 02.12.2023an. Z, Hemwelatî “Ebid El’henan Mihemed Yûsêf /52/sal” ji xelkê Gundê “Xidriya” – N.Bilbilê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Bilbilê” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê (R.X) re, piştî vegera wî ji ciyê penaberiyê – Heleb bo gundê xwe; Û li navenda Navça “Reco” piştî dora deh rojan ji bendkirin û ferzkirina baceyeke diravî (du hezar Dolar Emrîkî) li ser hate berdan.

Li 23.01.2024an. Z, Hemwelatî “Zêneb Mihemed Kiloşo /57/sal” ji xelkê Bajaroka “Mabeta”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve, bi tuhmeta/tewanbariya têkildariyê bi (R.X) a berê re, piştî vegera wê tevlî mêrê wê ji ciyê penaberiyê – Heleb bo bajaroka wê ji dora pênc heyvan ve, û serastkirina rewşa wê li ba Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” û dandina vêrgiyeke diravî, û ta niha bêsûcane girtî ye.

Li 31.01.2024an. Z, herdu keçên xwîşk “Narîn /30/sal û Nazlî /27/sal keçên Mihemed Hemo – xwedî pêdiviyên taybet” û ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ve, bi tuhmetên/tewanbariyên têkildariyê bi (R.X) a berê re, û bo navenda Asayêşa li Efrînê hatin rêkirin, hetanî li navîna hefta borî hatin berdan.

Li 01.02.2024an. Z, herdu Hemwelatî “Şêrzad Fethî Mihemed /45/sal û hevjîna wî Rozelîn Kemal Mûrad /35/sal” ji xelkê Gundê “Emara” – Navça Mabeta, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Ezazê” ve, li dema vegera wan ji ciyê penaberiyê – Heleb bo herêma wan, û ta niha bêsûcane girtî ne.

Li 04.02.2024an. Z, Hemwelatî “Hesen Şêxo Bekir /60/sal” ji xelkê Gundê “Goliyê Jêrin” û “Mihemed Ismet Cemîl /52/sal” ji xelkê Gundê “Goliyê Jorin”, ji aliyê “Istîxbaratên Turkiyê” û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tuhmetên têkildariyê bi (R.X) a berê re, û piştî du rojan û ferzkirina vêrgiyine diravî li ser wan ew berdan.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li şeva Sêşemê 06.02.2024an. Z, matoreke dutekerî bi bombeyeke teqîner li nêzîk Gergeha “Newrozê” – Bajarê Efrînê hate teqandin, û di encamê de çar kes -di nav de zarokek- birîndar bûn, û ziyanin şênberî gihîştin hin makîne û dîkanên nêzîk ciyê teqandinê.

“Teqandina matoreke dutekerî, nêzîk Gergeha Newrozê, 06.02.2024. Z.”

= Binpêkirinine din:

Li Gundê “Maratê” – Rojavayê Bajarê Efrînê, Milîseyên “Firqit El’hemzat” xwediyê zeviyên zeytûna qedexe dikin ku êzing û bermayên kesixandina darên xwe kom bikin û biguhêsin, û bi ser de jî ji xwe re zep dikin/dest didin ser.

Negengaz e ku girseya mezin ji binpêkirin û tewanên têvel ên li Efrînê têne kirin werin înkarkirin, û nejî bi derew û pêngavên rûcesneyî werin veşartin/peçinandin, çimkî aşkere û riswakirî ne, û berpirsiyartiya wê Hikometa Dagîrkeriya Turkî û yên vê re hevkariyê dikin (Hemahengiya Sûrî – Ixwanî û Hikometa wê ya Demkî û milîseyên wê) hildigirin.

11.02.2024. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Vekirina “Nivîsgeha Mafwerî” ya Milîseyên “Hêza Hevbeş a Firqeyên El’sultan Silêman Şah û El’hemzat”.

“Komîta Vegerandina Mafan li Efrînê”, 03.12.2021an. Z.

Hirşê Mehmûdiyê, Bakur Rojavayê Bajarê Efrînê, berî û piştî qutkirinê.

Teqandina matoreke dutekerî, nêzîk Gergeha Newrozê, 06.02.2024. Z.

————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-277-11-02-2024-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button