Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (276): Girtinine bêsûcane, gundekî niştecîkirinê, bizaveke olî ye tundûtûj bi serpereştiyeke Turkî, “El’emşat” daristanan qut dike, geregoşî û kuştina endamekî di bin îşkencekirinê de

Eger kuştina kesekî -bipişt û ji giropên êleke bi ser destlatên dagîrkeriyê ve û endamê milîseyekê- di bin îşkencekirinê û di “odeyên lêkolînê” de û veşartina termê wî bîst rojan di nexweşxanak leşkerî ye fermî de, bi zanîn û serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê, tiştekî normal bû! Ma şert û mercên ku girtî û revandberên Kurd -nişteciyên resen- di siya kiriyar û siyastên dijatiyê yen rêbazkirî de -ta niha jî- çawa bûn?!

Bi ser belavkirina bisedan rapor li ser revandin û veşartina zorane, girtina bêsûcane, îşkencekirin, kuştin, perexwestin û sitandin, dadgehkirinên wêneyî û sezayên sert û bêwijdan ên li ser bingeheke nijadperestî yan siyasî û weha jî belavbûna hepsên bidizî de, ta niha “Civaka Navdewletî” li beramberî wan binpêkirin û tewanan û yên din ên tersî “Yasaya Mirovahî ya Navdewletî” bêdeng e.

Ev jî hin bûyî û heyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Girtinine bêsûcane:

Ji bêtirî neh heyvan ve, Hemwelatî “Cîwar Hesen Mistefa /30/sal” ji xelkê Gundê “Meşalê” – Navça Şera, li dema vegera wî ji ciyê penaberiyê “Heleb” bo herêma xwe bi mebesta koçbûnê bo Ewropa, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve hate girtin, û ta niha di Hepsa “Reco” ya dengbed de bêsûcane girtî ye.

Me di raporeke berê de çêra girtina Hemwelatî “Şewket Reşîd Eteş û kurê wî Reşîd” ji xelkê Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê (21.11.2023. Z) û şopandina hin din -piştî basmîşkirina hin malan li gund, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Bilbilê” ve- kiribû; Û piştî çend rojan ew berdan, û herdu bira “Xelîl /57/sal û Cemîl /50/sal/kurên Mihemd Eteş” – pismamên “Şewket” neçar bûn xwe radest bikin, û bo Navenda “Efrînê” hatin birin, û ta niha di Hepsa “Maratê” de bêsûcane girtî ne, nemaze jî ku hemwelatiyên gund ên li wir -di nav de jî ji Malbata “Eteş”- li ser destê Milîseyên “Firqit El’hemzat” -ên gund desteser dikin- rastî binpêkirin û tewanan hatin, û pir jê di rapora me (/177/ – 25.12.2021an. Z) de belgekirî ne.

Li 24.01.2024an. Z, Destlatên Dagîrkeriyê Hemwelatî “Şêx Menan Kîro /55/sal” -ji xwediyên pêdiviyên taybet- û hevjîna wî “Gulê /48/sal” ji xelkê Gundê “Xalta” Navça Cindirêsê girtin, û ta niha bêsûcane girtî ne.

Li 29.01.2024an. Z, herdu Hemwelatî “Mihemed Ne’isan Silêman /57/sal, Ebid El’rehman Mihemed Hemûş /50/sal” ji xelkê Gundê “Goliyê Jêrin” – Navça Reco hatin girtin, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, û ta niha çarenûsa wan nediyar e; Di danesereke/kampaniyek  gihîştiye /9/hemwelatiyan de û di nav de jî çar jin, bi tuhmtên têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re; Û çar ji wan -piştî ferzkirina vêrgiyine diravî li ser wan- berdan, û “Rihane Yûsêf keça Mihemed Elî /50/sal, Mistefa Mihemed Bekir /33/sal, Zêneb Silêman /20/sal” di Hepsa “Maratê” ya navendî de li Efrînê bêsûcane girtî man; Û weke têbîn navê “Elî Silêman kurê Mehmûd” di nav girtiyan de, di rapora me ya borî de (/275/- 27.01.2024an. Z) bi şaşbûn hat, û ew ne girtî ye.

= Gundekî niştecîkirinê yî nû:

Rikxirawa/rêxistina “Gazze Destek Organization G.D.D, Istanbûl – Turkiyê” di perçevîdiyokê de li ser rûpela xwe ya Fêsbokê -25.01.2024an. Z- berdewamiya xwe ji avakirina gundekî niştecîbûnê ji niştecîkirina anîndeyan re ragîhand, li ser rûbereke/15/hezar mitiro çarkoşe, û ji/40/malî pêk tê, û ferehiya her yekê/100/mitro çarkoşe –  du ode û xizmetguzariyan tê de- û digel gulîstanekê; Ew jî li ser erdekî çandiniyê tê avakirin, jê /325/darên zeytûnê hatine hilkirin, ji Hemwelatî “Nebî Mûrad” ji xelkê Bajaroka “Kefersefrê” – Navça Cindirêsê hatiye kirîn, û ew dikeve navbera Yalanqozê/Cindirêsê û heman bajarokê.

“Gundê “Gazze Destek” yê niştecîkirinê, 25.01.2024. Z.”

= Tundûtûjiya olî:

Piraniya rikxirawên ku li Efrînê di bin navên fîxanî û mirovahiyê de dixebitin, aboneyên wan di tevgera olî ya Islamî ya çalak û tundûtûj de hene, bi serpereştiyeke Turkî ye fermî û bi riya serokatiya warên olî û “Sekna Diyanet a Turkî”. Weke nimûne:

Rikxirawa “Parastina Ne’imet/Hifiz El’nihme –  Nima Relief Organization“, a ku xwe weha dide nasîn: “rêxistineke ne hikomî ye, li sala 2015an. Z hatiye damezrandin, rêdana/ruxseta xwe li ser xaka Turkiyê li sala 2018an. Z wergirtiye, nivîsgeheke wê li Bajarê Rihaniyê/Wîlayeta Hetayê heye, û niha jî bêtir li peydakirina pêdiviyên serekîn ji qurbaniyên şerê Sûriyê re miqayît e”. Lê wê li Efrînê çalakiya xwe kiriye avakirina mizgeftên (Ayşe/Bajaroka Şiyê – Avdara 2021an. Z, El’felah/Gundê Çeqmaqê Jêrin – Pûşpera 2021an. Z, El’rehme/Bajaroka Reco – Pûşpera 2021an. Z, Ayşe/Gundê Ebûdanê – Pûşpera 2021an. Z, El’nebî Şû’eyb/Gundê Elbîskê – Gulana 2022an. Z, Xatûn/Gundê Qerebaba – Pûşpera 2022an. Z, Elî kurê Ebî Talêb/Bajarê Efrînê – Tebaxa 2022an. Z, Ume/Gundê Goliya – Berfenbara/Berçileya 2022an. Z, Zeytûn/Gundê Çobana – Berfenbara 2022an. Z, El’salihîn/Gundê Sêwiya – Rêbendana/Çileya 2023an. Z, Selme/Gundê Misteşûra – Gulana 2023an. Z, El’firqan/Gundê Erebêşêxo/Gemrûkê – Tîremeha 2023an. Z, El’tewhîd/Gundê Xirbê Rûto – Tîrmeha 2023an. Z, Dar El’erqem/Gundê Heyatê – dawiya sala 2023an. Z).

“/14/ mizgeftên ku Rikxirawa/rêxistina “Lezberkirin Ne’imet/Hifiz El’nîhme” ya Turkî li Herêma Efrînê girtine.”

Mewlûd Tebco” – miftiyê Wîlayeta “Hetayê” û “Yûsêf Keser” – hevrêzkarê giştî yê ” Serokatiya warên Olî yên Turkiyê li Şaxa Zeytûnê” li şahiyeke rûmetkirina /625/ xwendekarên -keç û xort- amojgeh û dibistanên lezberkirina “Quranê” beşdar bûn, a ku ji aliyê “Kargêriya fetwe û ewqaf û warên olî li Efrînê” ve (a ku “Selah El’dîn Mihemed Kero” ji xelkê Bajaroka Kaxrê/Efrîn wê bi rêve dibe) hatiye lidarxistin, li 17.01.2024an. Z, li “Mizgefta El’şerîf/Enwer Yêldirêm” (a ku li gorî şêweya Osmanî hatiye avakirin, ji aliyê “Desteya Fîxan û Mirovahiyê ya Turkiyê IHH” ve, bi rûberiyeke qatî/500/mitro çarkoşe, û tê de amojgeheke lezberkirina “Quranê” ji şeş odan heye, û li Avrêla 2023an. Z li orta Bajarê Efrînê hate tewawkirin/ dawîkirin, li ser ciyê “Geraca Cindirêsê” a berê – ya ku berê ji malmewdanên dilovanber “Duktor Mustefa Nûrî Tahêr” bû).

“Beşdarbûna “Mewlûd Tebco – miftiyê Wîlayeta Hetayê” û “Yûsêf Keser – hevrêzkarê giştî yê serokatiya warên olî ya Turkiyê li Şaxa Zeytûnê” li şahiya rûmetkirina/625/xwendekarên amojgeh û dibistanên lezberkirina Quranê, Mizgefta El’şerîf – Efrîn 17.01.2024. Z.”

“Mizgefta El’şerîf/Enwer Yêldirêm, 20.04.2023. Z.”

Kargêriya fetwê li Efrînê digel hevkariyê bi rêvebiriya hînkeriyê re, li 04.01.2024an. Z, “civatek rêvebî û zanistiyê ji rêbir û ezmûnkarên jin û mêr re li Herêma Şaxa Zeytûnê” li dar xist, ji bo “şirovekirina pilana hînkeriyê û şêweyên kar”; Û ew jî bi serpereştiya “Yûsêf Keser” – hevrêzkarê giştî yê “Serokatiya warên olî ya Turkî li Şaxa Zeytûnê”; Û ev yeka jî asta destêwerdana saziyên olî di rêbaz û karê sazî û dezgehên perwedeyî û hînkeriyê de açiq dike.

“Kargêriya fetwedayînê li Efrînê “pilanên hînkirinê û şêweya kar” bi serpereştiya “Yûsêf Keser – hevrêzkarê giştî yê serokatiya warên olî ya Turkiyê li Şaxa Zeytûnê” şirove dike, 04.01.2024. Z.”

= Qutkirina daristanine ihracê:

Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” di qutkirina daristanine ihracê yen temenmezin de li Navça Mabeta/ Çiyayên (Hecî /2/donim di navêna herdu Gundên “Çomezna” û “Reca”de, Hec Birîm /1.5/donim di navêna herdu Gundên “Ecara” û “Birka” de, Emê /4/donim Rojavayê Gundê “Ecara” piştî vekirina riyan bi tireksan) berdewam dikin, êzingan li hewşa Guvêşgeha “Neş’et” kom dikin û bi makînên baran bar dikin û diguhêsin, û ji bilî firotinê rê nadin sivîlan ku bermayên qutkirinê bibin.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li Êvara Pêncşemê 01.02.2024an. Z, girseyek ji anîndeyên Êla “El’mewalî” li pêş “Nexweşxana Efrînê ya Leşkerî/rêvebiriya Turkiyê” kom bûn û li hev xurcilîn, piştî ku bi hebûna termê “Setof El’mufdî kurê Mit’ib – Zayîna sala 1997an” ji Êla “El’xazî” hatin agahdarkirin, û berpirsiyarekî nexweşxanê bi Zimanê Turkî bi beşdaran re axivî -li gor perçevîdiyoke belavkirî- û got: Term li derengiya şevê ji aliyê hin kesên serçavgirtî ve gihîştibû wan, û gûman dike ku ew ji “Artêşa Azad” in û Mîtê (Istîxbaratên Turkiyê) jî nexweşxane   agahdar kiriye da ku termê radest bibin, û ji pirsa mandina term li dirêjahiya bîst rojan di saroka/berada/ciyê parastina terman nexweşxanê de û diyarbûna şopên kufikiyê û gurandina eyêr li ser -li gor rapora bijîşkê rewayî/şer’î- û bêyî tu kes were agahdarkirin xwe da yal; Û xisimên mirî li pêş nexweşxanê gotin ku ew di bin îşkencekirinê de hatiye kuştin û termê wî ji bîst rojan ve di avsarokê de ye.

“Kombûn û lihevxurcilandina girseyeke ji anîndeyên Êla “El’mewalî” li pêş “Nexweşxana Efrînê ya Leşkerî/rêvebiriya Turkiyê”, piştî ku bi hebûna termê “Setof El’mifdî kurê Mit’ib” tê de agahdar bûn, êvara 01.02.2024. Z.”

Û merivên yê mirî “Mihemed El’casêm/Ebû Emşe” – serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” bi seknandina li piş kuştinê tuhmet dikin, ji ber ku wî ” ji bo lêvegerandina “Asyêşê” û lêkolînkirinê (di doza revandina Endezyarê Kurd “Şêxo Cemîl Hac Ehmed Zade” de) “Setof” bi anîndin da, û parastina wî jî -ji destpêkê ve ta dawiyê- li xwe girt; Û perçedengekî “Ebû Emşe” jî heye wê yekê tekez dike.

Û di heman êvarê de jî, li Taxa “Mehmûdiyê” – Bajarê Efrînê, di nav çekdarên “El’mewalî” û Milîseyên “El’emşat” de, bi çekên sivik û orte pevçûnin çêbûn û qurşîn bi tewşankî hatin avêtin, û di encamê de hin hatin brîndarkirin û tirs kete nav sivîlan.

= Binpêkirinine din:

Li siba Çarşemê 24.01.2024an. Z, xwediyê dîkana/firoşxana “Ezhar Hemdoş” li Bajarê Efrînê yê kevin – ji xelkê Gundê “Gemrûkê”/Navça Mabeta, bi dizîna matora duloqî ya nasekî xwe di dîkanê de û tibabeke diravî/800/Dolar û tiştine din nişk bû/ şêt ma/hesiya; Û were zanîn ku dîkan di çarçewa desteseriya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad”de ye.

Li navîna Rêbendana 2024an. Z, endamên rêbenda çekdar a nêzîk Gundê “Elkê” – Navça Şera û ji giropa “Ebû Îslam” – ji Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” lestîkê tibabeke keblên ku ji toreya Elektirîkê û telîfonê yên giştî hatiye dizîn, li pêş ên derin û tên helandin, da ku bêqir jê derxînin.

“Helandina lestîkê keblan û derxistina baqirê tê de, ji aliyê endamên rêbendeke çekdar e Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve, li nêzîk Gundê “Elkê” – Navça Şera, navîna Rêbendana/Çileya 2024an. Z.”

Ta niha Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” destlatdarî û hikumdariya xwe di dabeşkirina herêmê de bi kar tînin û wê dikin qetqetine leşkerî, û li ser çarçewên bandoriyê, tiştên dizîn û talankirinê û destanîna ser malmewdanan nakokiyan bi hev re dikin û hin carna jî bi hev re şer dikin, di siya geregoşiya belavbûna leşkerî û hilgirtina çekan û bi karanîna wê de, û herweha jî filtandina ji cezakirinê.

04.02.2024. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Gundê “Gazze Destek” yê niştecîkirinê, 25.01.2024. Z.

/14/ mizgeftên ku Rikxirawa/rêxistina “Lezberkirin Ne’imet/Hifiz El’nîhme” ya Turkî li Herêma Efrînê girtine.

Beşdarbûna “Mewlûd Tebco – miftiyê Wîlayeta Hetayê” û “Yûsêf Keser – hevrêzkarê giştî yê serokatiya warên olî ya Turkiyê li Şaxa Zeytûnê” li şahiya rûmetkirina/625/xwendekarên amojgeh û dibistanên lezberkirina Quranê, Mizgefta El’şerîf – Efrîn 17.01.2024. Z.

Mizgefta El’şerîf/Enwer Yêldirêm, 20.04.2023. Z.

Kargêriya fetwedayînê li Efrînê “pilanên hînkirinê û şêweya kar” bi serpereştiya “Yûsêf Keser – hevrêzkarê giştî yê serokatiya warên olî ya Turkiyê li Şaxa Zeytûnê” şirove dike, 04.01.2024. Z.

Kombûn û lihevxurcilandina girseyeke ji anîndeyên Êla “El’mewalî” li pêş “Nexweşxana Efrînê ya Leşkerî/rêvebiriya Turkiyê”, piştî ku bi hebûna termê “Setof El’mifdî kurê Mit’ib” tê de agahdar bûn, êvara 01.02.2024. Z.

Helandina lestîkê keblan û derxistina baqirê tê de, ji aliyê endamên rêbendeke çekdar e Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve, li nêzîk Gundê “Elkê” – Navça Şera, navîna Rêbendana/Çileya 2024an. Z.

————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-276-04-02-2024 – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button