Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (273): Ebû Emşe” hevrikiyê bi sezayan û destdirêjiyan di vêrgiyan de dike, lêkolîn û buhtanî û girtinin bêsûcane, kujerê “Hevrîn Xelef” bû serkêşê “Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê/Herekit El’tehrîr we El’bîna’i”

Di komcivîneke wî de li Bajarê Efrînê (22.11.2023. Z), Serokê Hemahengiya Sûrî/Itîlafa Sûrî – Ixwanî “Hadî El’behre” tekez kir ku ferzkirina vêrgiyan ji aliyê “milîseyên çekdar” ve çênabe, çimkî ew ne zagonî/yasayî ye û ne jî dikeve xizmet cîbicîkirina pirojeyên geşepêdan û xizmetguzariya  herêmê, û da xuyakirin ku ew jî dengê xwe tevlî dengên yên ku dixwazin rêgirek ji vêrgiyan re were danîn dike; Lê serkêşên milîseyan, ewlehiyetên/emniyetên wan,  nivîsgehên wan ên abortiyê û dizên wan ên çekdar -bê awerte- di werza/mûsima zeytûna de gendelî li ser erdê kirin û ta niha jî berdewam in, mîna: (Desteserkirin, ferzkirina vêrgiyan, dizîn û şêweyên din ên talankirinê), û di dû re jî qutkirina darên zeytûnê;  Nemaze “Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” ê ku hevrikiya sezayên Emrîkî yên li ser hatine ferzkirin dike, û di binpêkirin û tewanên xwe di dermafê nişteciyên herêmê -Kurdên resen- de destdirêjiyan dike.

Ev jî hin heyîn û bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Vêrgiyên “Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe”:

Piştî dawîkirina ferzkirin û wergirtina vêrgiyên werza/mûsima zeytûna ji aliyê  Milîseyên “El’emşat” ve, ji gund û bajarokên di bin desteserî û zordariya wan de, û yên digihêjin dora /26.5/ milyon Dolar Emrîkî (dora bîst û şeş milyon û pênc sed hezar Dolar Emrîkî)…Wan vêrgiyin nû li ser Malbatên Kurd (nişteciyên resen ên mane) – ji bilî malbatên anîndeyan ji Ereb û Turkmana- li (Navça Şiyê û gundên pêve girêdayî û gundên “Aşkê Xerbî, Merwaniyê Jêrin û Jorin, Hêkiçê” – Navça Cindirêsê) ferz kirin, bi behaneya ferekirina riyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan, di heman dema ku li wir “encûmeneke xwecihî” heye û li gor “Hikometa Sûrî ya Demkî” bi van stubariyan radibe, û wek nimûne li ser (Bajaroka Şiyê /270/hezar Dolar, Gundê Qermîtliq /100/hezar Dolar, Gundê Erendê /30/hezar Dolar, hersê Gundên Çeqela  /100/hezar Dolar, Gundê Mistika /20/hezar Dolar, Gundên Xelîl û Alkana û Hecxelî /100/hezar Dolar, Gundê Hêkiçê /70/hezar Dolar…) dan ferzkirin, û li beşekî din ji gundan weha vêrgî dan ferzkirin (/2.5/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûnê ji malmewdanên Hemwelatiyên Kurd ên li wir dimînin, /1/hezar dolar li ser her makînakê, û /500/Dolar jî li ser her tirektoreke çandiniyê).

“”Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” û birayê wî “Sêf El’dîn” (ên ji Şalyariya/Wezareta Gencîneya Emrîkî ve sezakirî).”

Û “El’emşat” her kesî/kesê ji vêrgiyê re erê nake yan jî nikane bide direvîne û îşkence dike, wek nimûne: Li 05.01.2024an. Z, li pêş guvêşgeha wî ya li Gundê “Çeqelê Jêrin”, milîseyên wê li Hemwelatî “Rif’et Behcet Hisên /56/sal” xist û rezîlpezîlî kir, ji ber ku wî di dandina vêrgiya ku li ser ferz bûye de milmiland û dereng ma, bi ser ku ew yek ji hevkarên wan e.

Û weha mala Hemwelatî “Mihemed Ezet Omîro /55/sal – xwediyê guvêşgeheke zeytûna” li Gundê “Anqelê” – Navça Şiyê basmîş kir, û ji sewkiya ku ji erdê ve bi /3/mitroyan bilind avêt, bi ser ku ew yek ji hevkarên wan e, ji ber ku wî nerazîbûna xwe li ser dandina vêrgiya nû da nîşnkirin, û li dawiyê neçar bû ku /5/hezar Dolar jî bi ser /10/Dolarê ku berê li ser guvêşgehê hatiye ferzkirin de bide.

Û berê jî wan li Hemwelatî “Zekeriye Mihemed Reşîd /51/sal ê bi Zekiyê Reşîdî Cûnê tê navdan – xwediyê guvêşgehekê” ji Gundê “Qermîtliq” îşkence kir û ji   qatê dudiyê ya biryargeheke wê ve avête erdê, piştî ku wî nerazîbûna xwe ji vêrgiya guvêşgehê nişan da, ji ber wê jî hestiyên sêvikê û lingên wî şikiyan, û li dawiyê ew neçar bû ku vêrgiyê bide.

Û herweha Milîseyên “El’emşat” li ser her malbateke Kurd ku ji herêmên penaberiyê vedigere herêma xwe du hezar Dolar Emrîkî ferz dikin.

= Girtinine bêsûcane:

Wek veger ji doza revandina herdu hemwelatiyan re (“Munzêr Bîlal Birîmo /25/sal” ji xelkê Gundê “Xilalka” – di bazirganiya zêtê de kar dike, “Ciwan Nîdal Hesen Kalo /22/sal” ji xelkê Bajaroka “Reco” – hevalrê), li 23.11.2023an. Z – Navça Reco, digel makînak pîkab bi /50/teneke zêt (her yek 16 KG sade) dagirtî û “Munzêr” dajot, piştî dora du heftan ji aliyê “Dadgera Leşkerî li Ezazê” ve hatin berdan, û xuya bû ku yên revandine girêdayî Milîseyên “Firqit El’hemzat” in, ên bi hevkariya Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” rabûne yên revandî radestî Ezazê -derveyî cihê pisportiya wan- kirine, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, bê ku lêkolîn bi revandkaran re were kirin û werin cezakirin, da ku tewana revandinê were hindakirin, di dema ku makîna zêtê ya ku çekdarekî ji revandkaran dajot li nêzîk çateriya Mabeta hatiye teqlekirin û ew bûyer hatiye cersandin û libakirin.

“Dadgeha Efrînê” sezayeke bêwijdan -sê sal hepis- bi tuhmeta danûsitandinê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, li ser Hemwelatî “Hisên Zehir El’dîn Dilo /32/sal” ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê (ê ku ji dora du heyvan hatiye girtin) ferz kir.

Herweha jî Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

Li 29.12.2023an. Z, herdu keçên xwîşk “Zêneb /21/sal û Henîfe Silêman /20/sal keçên Silêmên” ji xelkê Gundê “Goliya Jêrin” – Navça Reco, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ne; Were zanîn jî ku herdu keç li destpêka sala 2018an. Z û berî wê negîhayî bûn.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li dû gûmana berdewam bi hemwelatiyên Kurd û hewildanên xistina wan bin bîrdoziyên Destlatên Dagîrker û   milîseyan, li navîna heyva dawiyê ji sala borî, “Ebû Mihemed” kargêrê nivîsgeha serokê “Şaxa Asayêşa Leşkerî li Reco” (yê ku berê li ba “Ewlehiya Rêzanî li Efrînê -ya yekser girêdayî Istîxbaratên Turkiyê- kar dikir), û bi alîkariya yekî nûker û endam di “Encûmena Xwecihî de li Reco”, rabû lêkolîn bi hemî endam û karmendên encûmenê re kir, li ser têkeliya wan bi Rêvebiriya Xweser a berê re.

“”Ebû Mihemed” Kargêrê nivîsgeha “El’eqîd Nasêr El’nûrî” – serokê “Asayêşa Leşkerî li Reco”.”

Weke hevriyeke din ji viyana “Civaka Navdewletî” û sezayên Emrîkî re, Milîseyên “Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê” ya ji govdeya “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî/Hikometa Sûrî ya Demkî”, li 08.01. 2024an. Z ragîhadin, ku “Ehmed Îhsan Feyad El’hayês/Ebû Hatêm Şeqra” (serkêşê “Firqit Ehrar Ek’şerqiyê” û kujerê siyasetmedara Kurd “Hevrîn Xelef”) bû serkêş û rêvebirê “Tevgerê”, û “El’eqîd Hisên El’hemadî” (serkêşê “Ceyş El’şerqiyê” yê ku komkujiya Newroza Cindirêsê li 2023an. Z pêk aniye) bû berpirsiyarê bazikê wê yê Rêzanî/siyasî.

“”Ehmed Îhsan Feyad El’hayês/Ebû Hatêm Şeqra” serkêşê “Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê/Herekit El’tehrîr we El’bîna’i” ye, û “El’eqîd Hisên El’hemadê” berpirsiyarê bazka wê ya rêzanî/siyasî ye.”

Li 10.01.2024an. Z, rêbendeke çekdar a milîseyan li dor Bajaroka “Bilbilê” qurşîn bi tewşankî avêtin makînek hilgêran (e bi qaçaxî ew di sînor re derbas Turkiyê dikir, û li ser rêbendê nesekiniye), û di encamê de ciwanek ji anîndeyan hate kuştin – li gor kenaline ragîhandinî yen xwecihî.

Li êvara 12.01.2024an. Z, pevçûnin di navbera Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” û giropeke çekdar de derketin, li nêzîk çateriya Gundê “Qere Tepe” – Navça Şera, bi sedema nelihevkirinê li ser qaçaxiyê û vêrgiyên rêkan, û di encamê de hin birîndar bûn.

= Binpêkirinine din:

Weke tekezî ji tiştê ku me di rapora xwe ya berê de belav kiriye re, li ser basmîşkirina mala malbateke Kurd li Gundê “Memala” – Navça Reco, ji aliyê şeş çekdarên serçavgirtî ve, û dizîna zêrmêr û amûreke xilyewî û tibabeke diravî, li Şeva Înê 05.01. 2024an. Z, wêneyên herdu hevjînên temenmezin “Hemîd Mistefa Yûsêf /70/sal, Fatme Henan Yûsêf /68/sal” bi dest me ketin, û li ser wan şopên lêxistinên mekin diyar dibin.

“Herdu hevjînên temenmezin “Hemîd Mistefa Yûsêf /70/sal, Fatme Henan Yûsêf /68/sal”, piştî rastîhatina wan ji lêxistinek mekin re.”

Istîxbaratên Turkiyê çavdêriyê li her çûnûhatin û hûrguliyekê li herêmê dikin û dişopînin, ta li ser asta gundekî bi çûktir be jî, û hemî binpêkirin û tewanên dibin dibînin, û ew in ên ku kiriyar û siyasetên dijayetiyê li dijî Kurdan û herêma wan serpereşt û pilan kirine; Bi ser de jî Turkiyê di ber her tiştê dibe de berpirsiyar e, ji ber ku ew ji 2018an. Z ve Efrînê -li gor pîvanên navdewletî- dagîr dike.

14.01.2024. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

“Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” û birayê wî “Sêf El’dîn” (ên ji Şalyariya/Wezareta Gencîneya Emrîkî ve sezakirî).

“Ebû Mihemed” Kargêrê nivîsgeha “El’eqîd Nasêr El’nûrî” – serokê “Asayêşa Leşkerî li Reco”.

“Ehmed Îhsan Feyad El’hayês/Ebû Hatêm Şeqra” serkêşê “Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê/Herekit El’tehrîr we El’bîna’i” ye, û “El’eqîd Hisên El’hemadê” berpirsiyarê bazka wê ya rêzanî/siyasî ye.

Herdu hevjînên temenmezin “Hemîd Mistefa Yûsêf /70/sal, Fatme Henan Yûsêf /68/sal”, piştî rastîhatina wan ji lêxistinek mekin re.

————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-273-14-01-2024-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button