Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (271): Dizîna endamin ciwanekî Kurd, girtinine bêsûcane, wergirtina vêrgiyên zeytûna bi zorê, qutkirina darên zeytûnê, vekirina mizgeftine nû

“Seredana “Mewlûd Tebço” – miftiyê Wîlayeta “Hetayê” ya Turkiyê.”

Serpereştiyeke Turkî ye fermî ji sazî û çalakiyên olî yên Islamî re li herêmên dagîrkirî – Bakurê Sûriyê heye, bi riya serokatiya warên olî û “Weqfa Diyanet a Turkî/Turkiye Diyanet Vakfi”, û di vê çarçewê de “Mehmûd Tebço – miftiyê Wîlayeta Hetayê” digel şandekê li 6.12.2023an. Z seredana hin “Gulîstanên Gupikên Buhiştê/Rewdat Bera’êm El’cene” û mizgeft û nivîsgehan li Herêma Efrînê kir, û bi miftiyên navçên wê re rûnişt; Û herweha Turkiyê serpereştiya piraniya rêkxiraw û komelên ku di bin navin fîxanî, mirovahî yan olî de dixebitin -li herêmên ku di bin dagîrkeriya wê de- dike, û li gor berjewendiyên xwe yên rêzanî wan têvedide.

“Nîşana “serokatiya warên olî yên Turkiyê” û “Sekna Diyane ya Turkî”.”

Ev jî hin heyîn û buyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

=Dizîna endamin mirovan:

– Li 18.12.2023. Z, li Gundê “Erebwêranê” – Navça Şera, piştî gihîştina termê ciwanê Kurd ê mirî “Ehmed Mecîd kurê Mihemed Doran /28/sal” mala bavê wî, û vekirina tabota pihêt girtî ji bo şuştin û kefenkirinê, xwediyên wî bi dîtina dizîna endamên wî yên hundirîn û çav û gunên/hêlikên wî şêt bûn, û herweha jî ji bîna ku bi serketî (ya ku borandina çend rojan di ser mirina wî re tekez dike); Divê bê zanîn ku ew ji bêhtirî deh salan ve li Bajarê “Entabê” yê Turkiye rûniştibû, li destpêka Havîna îsal zewicî, lê piştî sê heyvan hevjîna xwe berda, û bêtirî deh rojan di nexweşxanak bajêr de ma, ta ku li 17.12.2023an. Z mirina wî hate ragîhandin, û li roja din termê wî radestî apê wî (yê li Bajarê “Kilisê” yê Turkiyê rûdine) hate kirin, da ku bo gund were guhestin û lê were veşartin.

“Ciwanê mirî “Ehmed Mecîd kurê Mihemed Doran” û oxirkirina cendeka wî.”

= Girtinine bêsûcane:

Ji dora heyv û nîvekê ve, Hemwelatî “Hisên Zehir El’dîn Dilo /32/sal” ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re, û ta niha zorane veşartî ye.

Li 19.12.2023an. Z, Istîxbaratên Turkiyê bi hevaltiya Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” (“Şêx Se’îd Isma’îl Zade kurê Ehmed /58/sal, keça apê wî Necla’i Ebid El’henan Şêx Isma’îl Zade /38/sal, xwîşka wê Mewlîde /30/sal” ji xelkê Gundê “Zêtûnakê” – Navça Şera, digel hevjînê ya dawiyê “Ebid El’kerîm Yûnês” – Tûnisî ye û berê jî Da’işî bû û yek ji endamên Milîseyên Ceyş El’nuxbe ya ku gund desteser dike ye, û “Ciwan Şêx Isma’îl Zade kurê Ehmed /40/sal” – li Bilbilê rûdine) girtin, û herweha maleke li kêlek biryargeha leşkerî ya “El’nuxbe” li G. “Zêtûnakê” basmîş kir, û kurê xwîşka “Mu’itez Reslan” – serkêşê “El’nuxbe” û du endamên din girtin, bê zelalkirina sedeman an daxuyankirina tuhmetên tevan.

Divê were bîranîn ku li 29.9.2023an. Z Endezyar “Şêxo Cemîl Hac Ehmed Zade – 1964. Z” ji xelkê “Zêtûnakê” (yê ku li ba Encûmena Bilbilê ya Xwecihî dixebitî û ji berî bêtirî salekê berdayî) ji aliyê giropeke çekdar ve hate revandin, li dema ku ji Efrînê di Riya “Reco” re diçû gundê xwe, li dor Gundê “Gemrûkê”, makîna wî jî li nêzîk coya ava avdanê hate dîtin, û ta niha çarenûsa wî nediyar e.

Li 21.12.2023an. Z, Hemwelatî “Ebdo Mihemed /32/ sal – bi Ebdo Ereb tê navdan” ji xelkê Gundê “Dargirê” – Navça “Mabeta”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Mabeta” ve, piştî çar heyvan ji vegera wî ji ciyê penaberiyê – Heleb bo gundê xwe, bi tuhmeta têkeliyê bi (RX) a berê re, paşê bo navenda Efrînê hate birin, û ta niha bêsûcane girtî ye.

= Werza/mûsima zeytûna:

Piştî kotek û gefan ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” ve, Hemwelatî “Zehir El’dîn Hesen Dilo /56/sal” ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê neçar bû ku pîkaba xwe bifroşe, ji bo dandina vêrgiya /11/hezar Dolar Emrîkî (ya ku li ser baxçên zeytûna yên wî û birayên wî hatiye ferzkirin) bide.

Milîseyên “Firqit El’muntesêr Bîlah” vêrgiyên werza zeytûna (50% li ser malmewdanên ên ne li wir, dora/100/teneke zêt – her yek 16 KG sade jî li ser malmewdanên ên li wir) ji xelkê Gundê “Qopê/Hemşelekê” – Navça Reco dan ferzkirin, û ji sala 2018an. Z ve jî dest danîne ser dora /300/darî zeytûnê yên koçberên zorane “Ehmed Şêxo” û “Mihemed Seydo”.

= Qutkirina darên zeytûnê:

Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” bêtirî /100/darî zeytûnê yên “Henan Hemdoş, Reşîd Hemdoş, Rohat Şebab, Mistefa Şebab” ji Gundê “Kefercenê” – Navça Şera bi rengekî hovane qut kirin, li nav zeviyên ku dikevin navêna herdu Gundên “Kefircenê” û “Metîna” û nêzîkî bargeha leşkerî ya Turkiyê, bi ser ku ew bê erêkirinên ewlehiyê yên pêşinde nikanin pêle zeviyên xwe bikin, lê diz jî bi rihetiyê xwe didizin.

= Tundrewiya olî:

Di çarçewa tevgereke olî ye çalak û tundrew a ku herêm ji 2018an. Z ve dibîne de, “Kargêriya Fetwê û Seknê/Ewqafê û warên olî li Efrînê” bi serpereştiya “Sekna/Weqfa Diyanet a Turkî” ev sê mizgeft vekirin:

– Li 8.12.2023an. Z, bi hevkariya “Komela El’umerî ya sêwiyan – li Turkiyê tomarkirî ye” û bi pereyên kesekî “Kiwêtî”, Mizgefta “Eyşe Diya Mu’imînan/um El’mu’iminîn” li Taxa Eşerefiyê – Bajarê Efrînê.

“Vekirina “Mizgefta Eyşe Diya mu’iminînan/Um El’mu’iminîn”.”

Li 15.12 2023an. Z, bi hevkariya bi “Tîpa/Tîma Xwediyên Xwebexş”, mizgefteke nû bi navê “Mizgefta Xêrxaziyê/El’îhsan” li Gundê “Îska” – Şêrewa.

“Vekirina “Mizgefta Xêrxwaziyê/El’îhsan”.”

– Li 17.11.2023an. Z, bi hevkariya “Saziya Avakirina Şamê ya Mirovahiyê – li Turkiyê tomarkirî ye”, “Mizgeft û Dibistana El’kêlanî” li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê.

“Vekirina “Mizgeft û Dibistana El’kêlanî”.”

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 27.12.2023an. Z, matoreke dutekerî bi bombeyeke teqîner li orta kolana “servîs” li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê teqiya, li dema derketina şagirtan ji dibistanan, û di encamê de pênc şagirt cûrbecûr birîndar bûn û ziyanin şênberî çêbûn, û ji wan zarok “Şeyban Hatêm Xilasî /6/sal” mir – li gorî kenalin ragihandinî yen xwecihî.

“Teqandina matoreke duloqî li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, 27.12.2023. Z.”

Li 29.12.2023an. Z, ciwanek bi rengekî metirsîdar birîndar bû, bi sedema avêtina fîşekên tewşankî li dema şerekî di navêna giropeke ji anîndeyan li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, û li gor kenalin ragîhandinî yen xwecihî navê xort “Mihemed Ibrahîm Hedad /29/sal” ji anîndeyên “El’qelemon” – Gundewarê “Şamê” ye.

Yek ji girîngtir alavên nerm û nazik ên ku Turkiyê ji bo kûrkirin û ferekirina guhertina demografî li Efrînê û guhertina nasnama wê bi kar tîne, çalakiyên olî yên fere û ferzkirina çanda Osmanî ya nû ye.

31.12.2023. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Seredana “Mewlûd Tebço” – miftiyê Wîlayeta “Hetayê” ya Turkiyê.

Nîşana “serokatiya warên olî yên Turkiyê” û “Sekna Diyane ya Turkî”.

Ciwanê mirî “Ehmed Mecîd kurê Mihemed Doran” û oxirkirina cendeka wî.

Vekirina “Mizgefta Eyşe Diya mu’iminînan/Um El’mu’iminîn”.

Vekirina “Mizgefta Xêrxwaziyê/El’îhsan”.

Vekirina “Mizgeft û Dibistana El’kêlanî”.

Teqandina matoreke duloqî li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, 27.12.2023. Z.

——————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-271-31-12-2023-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button