Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (270): /26.5/ miliyon Dolar vêrgiyên “Ebû Emşe”, lêxistin û girtina sivîlina, qutkirina darên zeytûnê, tewaneke kuştinê û teqandina matorekê

Bi ser cersiyên ku didin dû “Mihemed El’casêm/Ebú Emşe” (ji dema ku destlatî û zordariya xwe li ser Bajaroka “Şiyê” û bajarok û gundine din di siya Dagîrkeriya Turkiyê de – sala 2018an. Z ferz kiriye ve),  doseya wî ya tijî binpêkirin û tewanên tonbiton û cezakirina wî ji aliyê Amrîka ve…Ew hîna di kiryarên xwe de berdewam e, û qirêjiyên xwe zêde jî dike; Wî barê Kurdan -xelkê wan gund û bajaran- bi bace û vêrgiyan giran kiriye, di heman dema ku ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê ve tê parastin û şîretkirin, û ji aliyê “Hemahengiya Sûrî” – Ixwanî û Hikometa wê ya Demkî ve jî tê nixumandin.

Ev jî hin heyîn û bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Vêrgiyên “Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe”:

“”Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” û birayê wî “Welîd El’casêm/Sêf”.”

Naskiriye ku “Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” bi zorê çekan (Navça “Şiyê” û gundên pê ve girêdayî) û ( Gundên “Aşkê Xerbî, Merwaniyê Jêrin û Jorin û Hêkiçê” – Navça Cindirêsê) û (Bajarokên “Kaxrê, Birîmce, Mabeta” û gundên derdorê) destlat dike, û vêrgiyên bilind û pireng li ser werza zeytûna ferz dike; Û bi têkildariyê bi pisporên di hundir de û li gor jimariyên/bîrkariyên derdorane, tibabên pereyên li vê werzê ji xelkê standine weha ne:

Berhema dora /30/guvêşgehên ku di çarçewa bandoriya wî de dora /600/hezar tenke zêt e (her yek 16 KG sade), û vêrgiya 5% (bê dandina kirê guvêşgehê û nirxa tenekê boş/vala) = /30/hezar teneke × /100/Dolar = /3/milyon Dolar Emrîkî.

Hejmara darên zeytûna li wan bajarok û gundan dora /4.5/milyon dar e, xwediyên 35% jê ne li wir in = /1575000/ dar, jê 60% deştî ne= /945000/ dar × /20/Dolar = /18900000/Dolar Emrîkî, û 40% çiyayî ne= /630000/dar × /3.5/Dolar = /2205000/Dolar.

Xwediyên 65% ji daran li wir in = /4.5/milyon dar × 65%= /2925000/ dar, jê 60% deştî ne = /1755000/dar× /1/Dolarî = /1755000/Dolar, û 40% jî çiyayî = /1170000/ dar × /0.25/Dolarî = /292500/Dolar Emrîkî.

Bi behaneya payandinê dora /1000/teneke zêt ji wan gund û bajarokan werdigire = /100/hezar Dolar Emrîkî.

Vêrgiya li ser guvêşgehan ferzkirî = /30/ × /10/hezar Dolar = /300/hezar Dolar Emrîkî.

Tevahiya vêrgiyan = /26.5/milyon Dolar Emrîkî (dora bîst û şeş milyon û pêncsed hezar Dolar Emrîkî).

Û bi rengekî din agahiyin ji me re hatin: Vêrgiyên next ên li ser hin gundan ferz bûne ev bûn: (Anqelê /600/hezar Dolar, Senarê /700/hezar Dolar, Hêkiçê /550/hezar Dolar, Merwaniyê Jêrin û Jorin /400/ hezar Dolar).

Û “El’emşat” ji bo wergirtina vêrgiyan û dûdana yê dereng bimîne gefan dide xelkê, û ji ber nekanîna dandinê hin neçar dibin ku birevin, bi taybetî jî yên ku darên wan îsal negirtibûn.

= El’emşat li Gundê “Hêkiçê”:

“El’emşat”  li ser darên zeytûnê -girtî yan negirtî- yên xelkê Gundê “Hêkiçê” (42 malbatên mane) – Navça Cindirêsê vêrgiya /550/hezar Dolar ferz kir, birayê serkêşê “Firqê” “Welîd Hisên El’casêm (ê bi Sêf tê navdan”) di civtekê de li gel hin xelkê gund şidand ku tevahiya vêrgiyê bidin û bi sezakirinê gef kirin, bê ku guh bide nerazîbûna wan an çetiniya dandinê, û bi taybetî jî ku beşek ji zeviyan îsal negirtibûn; Û bi rastî hin çekdaran ji “Firqê” mekin li hejmarek mêr xistin, ji wan jî Hemwelatî “Fereh El’dîn Hesen Îbrahîm /40/sal” ê ku di biryargeha “El’emşat” de li gund rastî daxdana elektirîkê hatî, çimkî nikanîbû vêrgiya /14/hezar Dolar ên li ser malmewdanên wî û birayên wî yên ne li wir ferzkirî bide, ji ber wê jî bi seknexwînê ketî, û niha jî di  nexweşxanak Efrînê de û di rewşkeke ne tendurist de raketî ye.

= Li Gundê “Mistika”:

Li Navça “Şiyê” “El’emşat” /18/hezar Dolar Emrîkî = /20/Dolar × /900/darî zeytûnê li ser Hemwelatî “Mihemed Mistefa Mihemed” (yê ku wan darên koçberbûyê zorane “Elî Qere Elî” bi rêdankê bi rêve dibe) ferz kir, bi ser ku wan daran îsal negirtibûn, û ew neçar kir ku bide.

= Qutkirina darên zeytûne:

Me di rapora xwe ya borî de çêra qutkirina /40/darî zeytûnê yên Parêzer “Ebid El’qadêr Ebid El’rehman” li Rojavayê Bajaroka “Meydankê” – Navça Şera kiribû, lê piştî çaksazkirin û dûzankirina daran, ji nû ve çekdaran piraniya bermayên wan daran qut kirin, û bi ser de jî qutkirina /60/ darî din bi piçekî; Herweha wan dora /100/darî zeytûnê yên “Malbata Sebrî Îbo” li cîgeheke nêzîk rêbenda çekdar a Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” li derbasgeha Rojavayê bajarokê qut kirin.

“Qutkirina darên zeytûnê li Bajaroka “Meydankê”, ji du perçeyên vîdiyo, wênekirina çalakvanê ragîhandinî “Ehmed El’berho”, 13.12.2023. Z.”

Mihemed Hisên El’casêm” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” avahiya ku li derbasgeha Bajaroka “Şiyê” bi behaneya vekirina nexweşxanakê hatiye vekirin guhestin biryargeheke ewlehî – leşkerî, ye ku kevirê wê yê bingehîn li 17.2.2021an. Z û bi beşdariya “Nesir El’herîrî – serokê Hemahengiya Sûrî Ixwanî” û “Selîm Idrîs – wezîrê bergiriya Hikometa Demkî ya Kiwalisyonê” û li ser zeviyeke zeytûna ye Malbata “Silêman Sofî” û jineke jinebî hatiye danîn, bê ku buhayê wê were dandin; Herweha li vê dawiyê meydanên/kastînên avahiyê fere kirin û erdên hevcîwar li aliyê Başûr dûz kirin, dora /200/darî zeytûnê yên mezin (ên kurên herdu birayên dilovanber “Mistefa û Elî Bozîk“) ji tamaran ve hilkirin, bi ser de jî hilweşandina herdu malên “Mistefê” û kurê wî yê zorane koçberbûyî û mala “Ferîd kurê Elî Bozîk”  – ê li bajarokê; Û darên hilkirî û êzing jî guhestin meydana avahiyeke guvêşgeha zeytûna (ya ji aletan valakirî û ji 2018an. Z ve desteserkirî) li Bakurê “Şiyê” û li ser riya Gundê “Çeqela”.

“Avahiyeke nexweşxanê/biryargeheke ewlehî – leşkerî ye “El’emşat”, hilkirina darên zeytûnê û hilweşandina sê malan li derbasgeha Bajaroka “Şiyê”.”

= Vekirina du gundên niştecîkirinê:

Li 20.12.2023an. Z, du gundên “Destê Alîkariyê/Yed El’ewin” (yê yekem “HHRD 1” li nêzîk Gundê Keferomê – N. Şera û yê diwem jî “HHRD 2” li nêzîk Gundê “Xalta” – Şêrewa/Çiyayê Lêlûn) yê niştecîkirinê hatin vekirin, di her yekê de /250/ perçemal/yekîniyên nişteyî digel binevahiyên xizmetguzariyê û dibistan û mezgeftekê û dîkanan, bi palpiştiyekê/piştgieiyekê ji Rêkxirawa “Destê Alîkariyê ji bo Fîxanê û Geşepêdanê – HHRD” a Emrîkî; Û me di rapora xwe ya (259) an de – dîrok 9.9.2023an. Z çêrê kiribû.

“Vekirina du gundên “Destê Alîkariyê/Yed El’ewin – yekem û diwem” ên niştecîkirinê.”

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

Ji dora heyvekê ve, Hemwelatî “Ehmed Mihemed Elî Elîko /35/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – Navça Mabeta, bi tuhmeteke çêkirî, û ta niha çarenûsa wî nediyar e.

Ji bêtirî bîst rojan ve, Hemwelatî “Mistefa Mihemed Miho /65/sal” û hevjîna wî “Ferîde /60/sal” û neviyê wí “Varîn Welîd Mistefa Miho /12/sal”, û weha jî kurê wî “Mihemed /23/sal” tevî hevjîna wî “Fîdan Ebid El’rehman Mistefa /18/ sal” û herdu zaroyên wan, ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê, li ser riya vegerê ji ciyê penaberiyê – Heleb bo gundê xwe, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve li Derbasgeha Efrînê, û herweha jî li roja din kurê wî “Rîfa’î Mistefa Mihemed Miho /32/sal” (ê ku ji berê de li gund); Û “Ferîde” û “Fîdan” û zaroyên herdiwan berdan, û ta niha yên din bêsûcane girtî ne.

Li 22.12.2023an. Z, Hemwelatî “Sebrî Mistefa Şaşo /65/ sal, Ehmed Mihemed Mistefa /24/sal, Beşar Mihemed kurê Mihemed /22/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – Navça Mabeta, bi tuhmetên têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ne.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li siba 15.12.2023an. Z, termê mêrekî kuştî li nav zeviyeke zeytûna piştî çateriya Gundê “Tilifê” bi aliyê Cindirêsê ve hate dîtin, û li gor kenalên xwecihî ew term ê “Ehmed Qedûr” e ji anîndeyên Gundê “Me’arêt El’etarêb” – Gundewarê Heleb a Rojava ye, û li ser nelihevkirinê bi Milîseyên “Firqit El’hemze” re li ser diziyên êzingan hatiye kuştin.

Li şeva 22.12.2023an. Z, matoreke dutekerî li orta kolanê li nêzîk Gergeha “Newroz” – Bajarê Efrînê bi bombeyeke teqîner teqiya, û di encamê de ziyanin şênberî gihîştin makînan û avahiyan.

“Teqandina matoreke duloqî li nêzîk Gergeha “Newroz” – Bajarê Efrînê, li Şeva 22.12.2023an. Z.”

Di navboriya heyva derbasbûyî de, Istîxbaratên Turkiyê û milîseyên bi ser ve seferber bûn, çavdêriya xwe ji Derbasgeha Gundê “Xezîwiyê” û riyên di navbera wê û “Kefercenê û Ezazê” de mekin kirin, da ku liv û tevgera “Desteya Tehrîr El’şam – Ebû Mihemed El’colanî” kontirol bikin, a ku hêzin ji ewleya xwe ya giştî bi aliyê Bajarê “Ezazê” ve livandine, û bi hevkariya giropin pêve girêdayî li şeva Sêşemê 19.12.2023an. Z bi çekên orte û giran êriş ser mala ku “Cîhad Îse El’şêx/Ebû Ehmed Zekûr” û birayê wî û hin din xwe tê de veşartine kiriye, û “Ebû Ehmed Zekûr” û birayê wî revandiye û bi aliyê Idlibê ve guhestiye, lê hêzeke Turkî û milîseyin pêve girêdayî li nêzîk B. Efrînê destêwerdan têde kirine, ew ji nav lepan derxistine û vegerandine Gundê “Hewar Kilis” – Ezaz, li gor kenalin ragîhandinî yen xwecihî.

“Yê bi “Cîhad Îse El’şêx/Ebû Ehmed Zekûr” tê nasîn digel “Ebû Mihemed El’colanî”.”

Divê bê bîranîn ku “Ebû Ehmed Zekûr” di “Desteyê” de rêvebirekî berz bû, li 2.5.2023an. Z ji aliyê Emrîka ve hatibû cezakirin, û piştî nelihevkirin û nakokiyên di navêna wî û “El’colanî” de û derxistina biryara dûrxistina wî ji “Desteyê” li 3.12.2023an. Z, wî qetandina xwe li 14.12.2023an. Z ragîhand û ji “Idlibê” revî “Ezazê”, û “El’colanî” û “Desteyê” bi gendeliyê û tewanê tuhmet dike, û endamê êla xwe “El’begare” jî vexwend ku li dijî “Desteyê” derkevin, a ku daneserek/hemleyeke girtinê ye fere di nav wan de pêk aniye.

Bi ser berpirsiyartiya Dagîrkeriya Turkiyê di ber rewşên ku li Herêma “Efrînê” serwerkirî de, tiştekî xweza û normal e ku “Hemahengiya/Kiwalisyona Sûrî” – Ixwanî bi hemî pêkhateyên xwe ve di wê berpirsiyartiyê de ortaq/hevpar be, nemaze di ber binpêkirin û tewanên “Ebû Emşe” de.

24.12.2023. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

“Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” û birayê wî “Welîd El’casêm/Sêf”.

Qutkirina darên zeytûnê li Bajaroka “Meydankê”, ji du perçeyên vîdiyo, wênekirina çalakvanê ragîhandinî “Ehmed El’berho”, 13.12.2023. Z.

Avahiyeke nexweşxanê/biryargeheke ewlehî – leşkerî ye “El’emşat”, hilkirina darên zeytûnê û hilweşandina sê malan li derbasgeha Bajaroka “Şiyê”.

Vekirina du gundên “Destê Alîkariyê/Yed El’ewin – yekem û diwem” ên niştecîkirinê.

Teqandina matoreke duloqî li nêzîk Gergeha “Newroz” – Bajarê Efrînê, li Şeva 22.12.2023an. Z.

Yê bi “Cîhad Îse El’şêx/Ebû Ehmed Zekûr” tê nasîn digel “Ebû Mihemed El’colanî”.

—————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-270-24-12-2023-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button