Çi Rêvebiriyeke hebe, çar delamtên wê yên sereke hene, ew jî evin: Pilan, rêxistin, serkêşî û şopandin. Di vê mijarê de, ez dê li ser şopandinê rawestim û bi taybetî di perwerde û hînkirinê de.
Bi giştî, pêdivî ye em pênaseyekê ji şopandinê re bidin diyarkirin. Gelo, şopandin ji aliyê ziman ve çi ye? Weke têrm çi ye? Û weke taybetmendiya mijara me, gelo wate û hûrgiliyên wê di perwerdekirin û hînkirinê de, çi ne?
Şopandin, bêjeyeke ji du beşan hatiye avakirin, ew jî ŞOP û ANDIN in. Şop, ji aliyê zimên ve, nîşanên ku ji meşa kesekî yan ajelekî mane. Lê weke têrm, ew tê wateya berhem yan nîşanên ku kesek pê tê bibîranîn. Andin, ji aliyê dî ve, paşbendikek e ku, pê lêkerên gerguhêz ji hin lêkerên negerguhêz têne dariştin; wilo wateya wê ya zimanî ( li pey gerîn û lênerîna ji bo bizane ka çi dike).
Weke di destpêkê de hatiye, şopandin delameta çaremîn e di rêvebirinê de. Gelo danasîna şopandinê çi ye? Şopandina perwerdeyî çi ye?
Şopandin, bi giştî, pêvajoyek organîze ye, ji bo verastkirina bernameyek an çalakiyeke taybet li gorî armancên destnîşankirî û lihevhatî bi nexşeya pilansazkirî re dimeşe. Şopnadin di karê perwerdekirin û hînkirinê de sê beş in:
1- Şopandina rêxistinî: Berdevkê dibistanê bi vî beşî radibe, an jî karmendên şopandinê di rêvebiriyên dibistanan de li hereman.
2- Şopandina perwerdeyî: Ev beşê şopandinê rêvebiriya dibistanan li herêman an jî desteyên perwerdekirin û hînkirinê, û bi alîkariya komîtên şopandinê yên taybet, pê radibin.
3- Şopandina mamosteyan ji şagirtan re: Ev beş mamoste pê radibin, dibe ku rojane, mehane an jî di dawiya werzan de be, ji bo mamoste asta pêşketina hînkirinê û radeya wê, bi gelemperî, an jî di asta her şagirtekî, binirxînin. Ev şopandina mamoste ji şagirtan re bi alîkariya di navbera mamoste, dibistan û malbata şagirt de dibe.
Di vê mijarê de, emê li ser şopandina ku deste an jî rêveberiyên herêman yên perwerdeyî ji dibistan û mamosteyan re pê radibin, şirove bikin. Ew bi xwe jî şopandina rêxistinî an ya perwerdeyî ye.
Şopandina perwerdeyî çi ye? Gavên wê çi ne? Astengiyên di pêşiya wê de rû didin çi ne?
Şopandina perwerdeyî stûna piştê ye di pêvajoya hînkirin û perwerdeyê de; bêyî wê kar û xebat vala diçin, pispor û zane – bêyî em agadar bibin- winda diçin. Şopandina perwerdeyî piroseya beramberkirina tiştên ku hatine bidestxistin û tiştên ku bidestxistina wan tê pilansazkirin ku bêne cîbicîkirin, ji bo misogerkirina pêşxistina proseya hînkirinê û berjewendiya şagirt, tişta herî sereke be di pêvajoya perwerdeyê de.
Hêmanên şopandinê :
1- Danîna pîvanên ku li gor wan karê perwerdekirin û
hînkirinê tê pîvan, û encam jî têne destnîşankirin .
2- Şopandina karê tê kirin û pîvana wî.
3- Beramberkirina karê rastîn, li gorî pilansaziya ku jê re hatiye danîn, re.
4- Binavkirina derketina ji rêzê di kar de, û binavkirina sedemên wan derketinên ji rêzê û destnîşankirina çareseriyê ji wan re.
Armancên şopandinê :
1 – Dûrketina ji şaşîtiyan berî ku rû bidin, û eger bûn jî, em nihêlin gur bibin.
2- Berçavkirina şaşîtiyan di pilansazî, rêxistinkirin û hevrêziyê de.
3- Duristkirina pêvajoya standina biryaran.
4- Derbaskirina zehmetiyan û çareserkirina pirsgirêkên ku dikevin pêşiya pêkanînê.
5- Pêşinyarên di derbarê perwerdeya karmendan de pêşve bibin, û kesên ku hewcedarî ku di van bernameyan de beşdar bibin, werin destnîşankirin.
Astengiyên şopandinê :
1- Şopandina zêde: Bêguman, mamoste û karmendên perwerdeyê, radeyekê ji şopandinê qebûl dikin, eger ji wilo zêde bibe, wê mamoste vê şopandinê red bikin. Mînak jî ew e dema ku komîtên şopandiniê her roj an her du rojan herin heman dibistanê bo şopandinê.
2- Balkişandina ne di cihê guncaw de.
3- Nehevsengiya di navbera berpirsyariyê û mafan de.
4- Nelayanetî: Ango komîtên şopandinê dema yasayan li ser hin mamosteyan pêk bînin û li ser hine din pêk neyênin.
5- Pêdivî ye ku komîtên şopandinê dûrî nêçîra şaşîtiyan bin ji bo tenê van mamosteyan seza bikin.
Taybetmendiyên şopînerê baş di perwerdê de çi ne:
1- Zanîna tam bi yasa û rêzikên birêvebirinê yên pêvajoya perwerdeyî birêkûpêk dikin û giyanê yasayê bicih dikin.
2- Li ser neyîniyan rawestin û ji bo çaserkirina wan zû bixebitin. Bi armanca sezakirina mamosteyan, gerek li pey wan û şaşîtiyan negerin.
3- Bala xwe bidin ser erêniyan û hewl bidin ku wan pêş bixin û piştrast bikin ku berjewendiyên şagirtan û civakê li bala wî bin, ne berjewendiyên wî yên kesane.
4- Pêdivî ye ku taybetmendiyên rêberkî baş li nik wî hebin, ne taybetmendirên rêvebirekî, ji ber di hemî taybetmendiyan de cudahiyek mezin di navbera wan de heye.
5- Divê mamoste ji aliyê zanistî û perwerdeyî ve jêhatî be, da ku bikaribe pirsgirêkan çareser bike û di dema pêşkêşkirina pirsgirêkan de ji berpirsên xwe re gereke rastgo be.
Komîtên şopandina perwerdeyê, gerek xwedî sincên bilind û di biryar û kiryarên xwe de dadmend bin. Çendî ev komît û endamên xwe xwe bibînin rêber û şêwirmend ji mamosteyan re, wilo jî wê ew giyanê hevaltî û berpirsyariyê di navbera mamoste û komîtên şopandinê de peyda bibe, û wisa jî karê perwerdekirinê û hînkirinê wê di asta herî bilind de be.
* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.