Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Helbestvan Lorî Tildarî jî Ji nav me bar kir (1957- 2023)

Rojnama Newroz*

Nivîskar û helbestvanê Kurd Lorî Tildarî di sala 1957ê de, li gundê Tildarê jidayîk bûye. Gundê Tildarê bi bajarê Dêrikê ve girêdayî ye, û dikevê navbera Dêrikê û Endîwerê. Wî xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe, û ya navendî û lîseyê li dibistana Yûsiv ‘Ezme li bajarê Dêrikê bidawî kiriye. Piştî bawernameya bakaloriya ji wir wergirtiye, wî 3 salan li zankoya Şamê beşê mafnasiyê xwendiye.

Gorbihişt Lorî Tildarî di sala 1975ê de dest bi nivîsandina helbestê kiriye; lê di sala 1979ê de, wî dest bi ristin û hûnandina helbesta Kurdî ya kevineşop (klasîk), hem jî ya nûjen kiriye. Ji bilî helbestê jî, wî gelek lêkolîn derbarê stranên Kurdî û şirovekirina wan bi şêweyekî wêjeyî kirine. Hêjayî gotinê ye ku derdora 800 stranî di 3 pirtûkan de kom kirine.

Tildarî 4 dîwanên helbestê, 3 bi şêweyê klasîk û yek e nûjen, nivîsîne, û ew jî ev in:

1-    Halan, bi şêweyê klasîk e û çapkirî ye.

2-    Seqlan, bi şêweyê klasîk e.

3-    Tildar, bi şêweyê klasîk e.

4-    Sefan, helbestên nûjen in.

Her sê dîwanên (Seqlan, Tildar û sefan) ji çapê re amade ne.

* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button