Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Şevbuhêreke helbestî Li Bonnê

Rojnama Newroz*

Li ser daxwaza xanim Franziska von Borries û dezgeha Mala perwerdeyê- Hînbûna cîhanan (BildungsForum Lernwelten), ku ew xanim rêvebirya tîma wê dezgehê dike, helbestvanê Swîsrî Rolf Doppenberg û yê Kurdistanî Husên Hebeş li bajarê Bonnê li Elmanyayê, di 1ê Îlona 2023yan de, beşdarî şevbihêrkeke helbestê bûn.

Şevbihêrk bi sê zimanan hate lidarxistin: Zimanê Kurdî, zimanê Fransî û zimanê Almanî. Piştî ku xanim Franziska her du helbestvan pêşkêşkirin û dan nasîn, birêz Mihemed Silêman hinekî li tenbûrê xist, û pişt re her du helbestvanan helbestên xwe bi zimanê Kurdî û Frensî xwendin, û Hewa Hebeş jî wergerên helbestan bi zimanê Almanî xwendin.

Herwiha, muzîka Kurdî bi tenbûrê û tiliyên mûzîkjen Mihemed Silêman bi xwendina helbestan re zelal herikî. Di şevbihêrkê de pir Alman û hinek ji dost û hevalan ji civaka Kurdî li Bonnê amadebûn. Bêguman, di şevbihêrkê de felaketa ku bi ser serê Efrîna delal de hetiye jî hat bibîranîn, helbestvan Rolf helbesteke xweş li ser Efrînê xwend û Husên jî helbesteke taybet li ser Efrîna dilê xwe xwend. Di dawiya şevbihêrkê de herdu helbestvanan, Hewa Hebeş û mûzîkvan Mihemed Silêman bersiva pirsên amadebûyan dan, pirsên wan li ser helbest, werger, nivîsandin, ziman, muzîk, hevaltî, biyanîbûn û sirgûniyê bûn. Hêjayî gotinê ye ku şevbihêrk bi kêfxweşiyeke mezin bi dawî bû.

Newroz – Bonn:

Eve li jêr, helbesteke, yek ji helbetên kek Hisên ên nû ye:

Ez ê di demek nêzîk de bêm Havana!

                                                                        Husên M. Hebeş

Giselle, ez ê di demek nêzîk de bêm Havana,

ma tu tiştekî ji vir dixwazî?

Erê, ez kevirekî, kevirekî piçûk ku bi çem û kaniyên welatê te hatiye şuştin dixwazim!

Bila kevirekî ku mîna çirûskên çavên te û rengê dilê te be.

Kevirekî ku ez xwe li ber eywana deryaya Havanayê pê bibînim

û ji wê eywanê re bêjim ev kevirê helbestvan e û matmayîna sîtavên wî ye.

Ev kevirê helbestvan e û wateya hebûna wî ye.

Ev kevirê helbestvan e ey pêlên bilind û masiyên dilşad.

Ev kevirê helbestvan e ey kefa spî, ey keştiyên ku weke bûkan xwe li ser ava zelal li ba dikin.

 

Giselle, ey hevala hêja

Niha bêyî ku tu bizanibî, te gelek birîn di dilê min de vekirin!

Birînên ku min dixwest hinekî wan rawestînim û jibîrbikim.

Birînên ku li dilê min dixin û hema hema ji fişarên xwe yên giran, wî dilî hûr hûrî dikin!

Ez ê çawa ji welatê xwe kevirekî ji te re bînim hevalê

û welatê min di her kiliyekê û her çirkekê de tê qirkirin û wêrankirin?

Ez ê çawa ji welatê xwe kevirekî ji te re bînim hevalê

û ev sî sal in ku sirgûnî mîna kevirekî giran li ser sînga min rawestiye

û henasên min bêyî ku bala tu kesî bikişîne, diçikîne?

Ez ê çawa bikaribim ji te re te bînim…?

Lê ka ez hinekî hizir bikim û çareyekê bibînim!

Erê, ez ê ji te re kevirekî biçûk bînim,

kevirekî ku bi çem û kaniyên sirgûniyê hatiye şuştin û çêkirin!

Kevirekî rengîn ku ez ê wî ji çemê Rheinê weke mircanekê derxînim

û bi ser de kevirekî din jî ku bi lêdana dilê min çêbikiriye, bînim!

Erê, ez ê ji te re kevirekî bînim, dê ew jî mîna min, li welatê dûr,

bi sirgûniyê hest bike, lê gava ku di himbêza te de rûne, dê aram bibe

û êşa sirgûniyê di giyan û dilê xwe de sivik bike.

 

Giselle, min ji bîr kir ku ji te re bibêjim ku hevala min Bayan çûye Kurdistanê

û min jê daxwaz kiriye ku ji min re kevirekî ji welatê min bîne.

Kevirekî weke yê ku min ji vir ji te re aniye,

kevirekî ku ne bi çem û kaniyên sirgûniyê hatiye şuştin û çêkirin,

lê bi yên Kurdistanê hatiye şuştin û çêkirin.

Kevirekî wek ronahiya çavên min û rengê dilê min e.

Kevirekî ku ez ê wek hevalekî dilsoz biparêzim.

Kevirekî ku ez ê baweriya xwe pê bikim û ew jî baweriya xwe bi min bike.

kevirekî ku ji hemû keviran bi nirxtir be,

kevirekî dê di sirgûniyê de her dem hevalê min be!

 

Giselle, min tiştekî din jî ji bîr kir ku ji te re bibêjim,

min kevirek ji Havanayê bi xwe re aniye,

kevirekî ku bi çemên dilê te û bi deryayên wê yên germ hatiye şuştin û çêkirin.

Kevirekî, her ku min destê xwe pê kir,

dê peyarêyên Havanayê, kevir bi kevir, bêne bîra min.

Kevirekî ku gelek pinî li ser rûyê wî hene û xalek biçûk jî li ser çenga wî heye.

Kevirekî dibe ku ew gewherek be ku Jose Marti wenda kiribû

da ku helbestvanê Kurdistanê wî bibîne û bi xwe re bîne sirgûniya xwe ya li Almanyayê.

Kevirekî ku li kêleka kevirê ku Bayanê ji min re ji Kurdistanê aniye dê cih bibe

û dê her du jî min di tenahî û sirgûniya min ya bêdawî de aram û rihet bikin.

——-

Bonn/ Havana 2023

* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button