Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Jin û mêr çi ji hevdû dixwazin?

Melek Murad*

Di jiyana mirovan de, pir cure û rengên dijberiyê hene û serî hildane, di riya pêvajoka mirovan de, nemaze li Rojhilata Navîn, di gelek rewş û waran de rû dane. Wek nimûne: Di warê aborî, çandî, xizanî, şaristanî, civakî, olî… Jin-mêr, nifiş, zanîn, nezanî, û hwd de, bûne kelem. Bêgûman, ev reng û cureyên dijberiyê bûne û dibine sedema ku gelek êş, jan, serpêhatî û pirsgirêkên mezin di jiyana mirovan de peyda dikin. Weha jî, mirov dûrî jiyaneke aram û heyameke wekhevî, aştî, azadî û hevpîvanê dibe! Bi vî awayî, qasnaq li serê mirov teng dibe, û rastî û berpirsiyarî jî binpê dibin!

Çiqas heyf û mixabin ku ew rûdana dijberiyê ya em li vir destnîşan dikin akam û bandora wê li ser pêkhateyên civaka me roj bi roj hewş vedide û gur dibe. Şer û pevçûn, çi di nava yek civakê de (weke civaka Kurdî) be, û çi jî di navbera jin û mêrên pêkhateyên derdora me de be, rû didin. Zor mixabin, şer û pêvçûna di hundirê malan de, ango di navbera jin û mêr de, ji ya di navbera dewletan de mestir û bihêztir e! Bêguman, di encamê de, qurbana herî hêsan û erzan jin û zarok in! Wê lomê jî, hersal bi hezaran jin têne kuştin, revandin, berdan … û zarok jî sêwî û mişextî dimînin! Ev rewşa bi êş û nedadmend, civaka me ya Kurd jî tê de xwedî par e, û roj bi roj ew asta dijberiyê bilind û mestir dibe, bêtir jî li biyanistanê, û ziyaneke mezin di duhatiya malbatê de bi gelemperî, û malbatên Kurd bi taybetî, ava dike! Ev li hêlekê, û li hêla din jî, jiyana jin û mêr serbintotî hev dibe, û ew di nava nakokî û pirsgirêkan de gêjomêjo dimînin, ew tenê bi hêsanî dikarin hevdu sûcdar û lome bikin! Weke pêşiyên me gotine: Sûc lopaqê berfê ye, kes nake paşila xwe. Ma gelo jiyan wiha çê dibe? Wisa jî gelek pirs xwe di hiş û ramanên mirov de hildidin, gelo sedema dijberiya jin û mêr çi ye? Ew çi ji hevdû dixwazin?

Li gor bîr û baweriya me be, sedem gelek in, lê yên herî bingehîn ev in:

1- Zanyarên olan yên radîkal digel siyasetmedarên mezin, ji bo berjewendiyên xwe, rolên neyînî di civakên me de lîstine û sîstema bavê çêkirine, weha jî cudahî xistine navbera jin û mêr. Wisa jî mêr bûye serwer, serdest, û serbest û jin jî weke herkes dizane bûye ….! Bi vî awayî, mûma jinê vemriye û rola wê jî bincil û binpê bûye!

Dewletên şaristanî û pêşveçûyî wan ji zû ve zagonên xwe li ser riya demokratî, wekheviya jin-mêr û parastina mafên mirovan saz kirine. Lê li Rojhilata Navîn ew rewş weke xwe maye, û jiyana xelkên me di dijberî, şitrês û serêşanê de goplandî – pejmûrde civilandî maye û digevize.

2- Rola perwerdekirinê û çanda civakî ya pûç û vala ku ji sedên salan ve toz û kulxanê li ser pal vedaye, hîn ta rojên îro li ser xakê aktîf maye. Lewre jî, em bivên-nevên li encamên civaka me serûber, yanê çi jin û çî jî mêr, bûne qurban û pir cureyên tund ji cudahiyê di navbera wan de hatine çandin. Wisa jî dijberî û nakokî di jiyana jin û mêr de serî hildane û bûne gastîna şer û cengan!

Li dawiyê, pêwîst e em tev bizanin û bawer bikin ku hemû cudahiyên di navbera jin û mêr de çêkirine, û ya rast û durist jiyan bi hebûna jin û mêr hatiye xemlandin bi wekhevî û pejirandina mafên jinê û rûmetgirtina mêran jî, sal û demsalên mirov xweş û bextewar dibin û heyama hundir malbatan jî dibe bihişt, wê hîngê rêzgirtin û hestên evînê jî di jiyana jin û mêr de cî digirin, ew bi hêsanî şaxvedidin û dergehên jiyana regareg li malê vedibin, zar û zêc jî di heyamek tundirist de mezin dibin.

* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button