Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (265): “Ebû Emşe” talankirina werza/mûsima zeytûna berdewam dike, dizîn û vêrgî, girtinine bêsûcane, dijatiyek li ser temenmezinekî û kurê wî

Li hember bûyer û heyînên talankirin û dizîna werza zeytûna li Efrînê (jêdera serekîn ya jiyankirina xelkê herêmê), hemî daxuyanên berpirsiyarên Hemahengiya Sûrî – Ixwanî û hikometa wê ya demkî li ser başkirina rewşan û parastina malmewdanan, û herweha jî galgalên Serok “Erdoxan” û taximê/tîma destlatdariya wî li ser “herêmeke aram” dicersînin û riswa dikin, û girseya gendeliya mezin ya di nav refên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de açiq dibe.

Ev jî hin heyîn û bûyerên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Werza zeytûna:

Ji bo dizînê û wergirtina rêjeyeke bêtir ji werzê, lihevkirineke pêşinde di navbera piraniya serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de heye, û weha jî li ser dorpêçkirina guvaştina berhema zeviyên zeytûna yên di bin desteseriya her milîseyekê de, li guvêşgehên di çarçewa her yekê de, û li hin gundan guvaştin di guvêşgehên taybet bi wan ve, tê neçarkirin.

Herweha jî jêderine xwecihî ev binpêkirin tekez kirin:

Li Bajaroka “Şiyê” û piraniya gundên pêve girêdayî û Gundên “Aşkê Xerbî, Merwaniyê Jêrin û Jorin, Hêkiçê” – Navça Cindirêsê, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” vêrgiya 5% li ser tevahiya berhema zeytê ji malmewdanên hemwelatiyên li wir û yên ne li wir di her guvêşgehekê de ferz dikin, û nûnerên wan yekser rêjeya xwe qut dikin, digel wê jî tibabên zêtê yên biçûk ku ji ber pîvandinê dimînin ji xwe re dibin; Û herweha wan xelk bi ferzkirina vêrgiyine bi Dolaran li ser her dareke zeytûnê di pêşerojê de agahdar dikirin.

Li Bajaroka “Mabeta”, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – Mihemed El’casêm/Ebû Emşe”, vêrgiya 5% li ser berhema zêtê ji tevahiya werza hemwelatiyên li wir û ne li wir ferz dikin, û nûnerê wan li hundir guvêşgehê di cî de rêjeya xwe ji pêş parzûnekê qut dike, di gel wê jî tibabên zêtê yên biçûk û ji ber pîvandinê dimînin diqoprîne; Û xelk bi ferzkirina vêrgiya /3.5/ Dolar li ser her dareke zeytûnê yên hemwelatiyên ne li wir agahdar kirin.

Li Navça Şiyê /15/ kesan ji anîndeyên “Êla Cemlan” berhema dora /50/darî zeytûnê yên “Îmad Reşîd Hemo” ji Gundê “Çeqelê Jêrin”, û dora /20/an ên “Elî Betal Mistefa” û dora /15/ daran ên “Mihemed Mihemed Mistefa” û dora /25/daran ên “Xelîl Reşîd Mistefa” ji G. “Çeqelê Ortê” çinîn û dizîn.

  Li Gundê Erendê, Milîseyên “El’emşat” vêrgiyek bi rêjeya 5% li ser tevahiya berhema zêtê ferz kir, û weha (/1/Dolar li ser her dareke deştê, /1/Dolar li ser her çar darên çiyayî) ji malmewdanên hemwelatiyên li wir mane, û weha jî (/20/Dolar li ser her dareke deştê, û /3.5/Dolar li ser her dareke çiyayî) ji malmewdanên ên ne li wir.

Li Gundê “Sînka” – Navça Şera, Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” vêrgiyeke bi rêjeya 35% li ser berhema zeviyên zeytûna ên hemwelatiyên ne li wir, û 12% li ser berhema zeytûna yên hemwelatiyên li wir ji xelkê gund ferz dikin.

Li Bajaroka “Meydankê” ya ku Milîseyên “Lîwa’i El’mu’itesêm/Firqit El’sultan Mûrad, Rîcal El’herb, Feyleq El’şam, Ceyş El’nuxbe, Firqit El’hemzat” di desteserkirina wê de pişikdar in, û bi ser lawazbûna werza zeytûna de, giropeke mezin ji çekdaran û hin nêzîk jê ve berhema zeytûna bi şev diçinin û didizin, û di dema ku ew milîs bi derewîn dibêjin ew zeviyan dipên, vêrgiyên bilind ferz dikin.

Li Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê, Milîseyên “Feyleq El’mecid” ên ku “Eşref Emorî – Ebû Ezher” serkêsiya wan dike, rabûn tevahiya berhema /200/darî zeytûnê yên herdu biran “Xelîl û Şêxo Bilo” (yên zorane koçberkirî) dizîn, bi ser ku herdu biran rêdank dane birayê xwe yê li gund dimîne; Herweha ew milîs /100-200/Pereyên Turk ji xwediyê her zeviyeke zeytûna bi behaneya payandinê werdigirin; Weha jî Milîseyên “Lîwa’i El’mu’itesêm/Firqit El’sultan Mûrad” vêrgiya /25/teneke zêtê zeytûna (16 K.G sade) li ser berhema du zeviyên herdu biran “Bilo” -li nêzîk Gundê “Kurzêlê” yê hevcîwar- ferz kirin.

Li Bajaroka “Kefirsefrê” – Navça Cindirêsê, Milîseyên “Lîwa’i Semereqend” hemî rêdank/wekalet qedexe kirin, û vêrgiyeke /3-3.5/Dolaran li ser her dareke zeytûnê ye çiyayî û girtî û /20/ jî li ser her dareke deştî û girtî ferz dikin, bi ser de jî destdanîna li ser bêtirî /20/hezar dar ji malmewdanên bajarokê ji bêtirî pênc salan ve.

Li Bajaroka “Bilbilê” Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” berhema dora /150/ darî zeytûnê yên hemwelatiyê zorane koçberkirî “Mistefa Ereb”, û weha jî berhema dora /100/darî yên herdu birayên wî yên li gund beref kirin û dizîn.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

Ji dema ku ji ciyê derbideriyê – Heleb vegeriye gundê xwe ji berî sê heyvan ve, cara sisiyê Hemwelatî “Farês Mihemed Reşîd /32/sal” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (R.X) a berê re, û bo Navenda Efrînê hate şandin û ta niha di bin girtina bêsûcane de ye.

Ji dora heyvekê ve û bêtirî carekê, keçik “Sultanê Semîr Ebdo /25/sal” ji xelkê Gundê “Baflûnê” – Navça Şera, piştî vegera wê ji ciyê penaberiyê – Bajarê Heleb bo herêma xwe, bi behaneya têkildariya bavê wê -yê ji dora şeş heyvan ve mirî- bi (R.X) a berê re, ta ku bo Navenda Efrînê hate guhestin, û ta niha bêsûcane girtî ye.

Li 10.10.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Ebdo Hec Reşîd /53/sal” ji xelkê Gundê “Elemdara” – Navça Reco, ji aliyê Asayêşa Turkî ve, li Herêma “Edirnê”, piştî ku wî bi mebesta derbasbûna Ewropa berê xwe da wir, û piştî bendkirina bêsûcane bêtirî /20/rojan, bi rengekî zorane bo Efrînê hate derkirin.

Li 31.10.2023an. Z, Hemwelatî “Xelîl Hesen /38/sal” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” – N. Cindirêsê, li Bajarê Istanbûlê, bi tuhmeta têkildariyê bi Partiyên Kurdî re, ji aliyê Asayêşa Turkî ve; Û ji dora heyvekê ve Hemwelatî “Nûr Mihemed Misto/25/sal” ji heman bajarokê û bi heman tuhmetê, û ta niha bêsûcane girtî ye.

Li 01.11.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Derwîş Reşo /47/sal” ji xelkê Gundê “Hesendêra” – N. Bilbilê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeteke çêkirî, piştî basmîşkirina mala wî li gund û lêxistina wî bi rengekî mekin li pêş merivên wî, û bo navenda Gundê “Qitmê” hate rêkirin û di dû re jî bo Navenda Efrînê, û ta niha bêsûcane girtî ye.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 15.10.2023an. Z, çekdarekî ji Milîseyên “Firqit El’hemzat” kesekî ji anîndeyên “Êla Benî Xalêd” bi qurşînê kuşt, piştî hewildana wî çinîn û dizîna berhema zeviyeke zeytûna -ye ji aliyê “El’hemzat” ve desteserkirî- li Navça Bilbilê.

Li 30.10.2023an. Z, li orta Bajaroka Reco – nêzîk Bazara “El’hal”, sê kesên çekdar di makînak “Santefê” de bûn, kesekî din bi qurşînê kuşt -tev ji anîndeyan in- û bi makînê pêlê kir, ji bo tolhildanê li gor jêderine ragîhandinî yen xwecihî, û paşê jî reviyan.

Li siba 30.10.2023an. Z, di encama nelihevkirinê di navêna “Ednan Xiweylêd/Ebû Welîd El’ize û kurê amê wî Hîcab El’ize” de (serkêşên Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad”) li ser dahatiyên zeviyên zeytûna yên desteserkirî li Navça Bilbilê û parên wan ji zêtê zeytûna û malmewdanên talanbûyî, li hundir guveşgeheke zeytûna li Gundê “Qestelê Miqdêd – N. Bilbilê” (ye taybet bi “Ebû El’welîd”) qurşîn bi aliyê komên tenekên zêtê ve hatin avêtin, di encamê de zêt ji dora /400/teneke (giraniya heryekê 16 KG sade) rijiya, û du kes ji anîndeyan birîndar bûn; Û li roja din giropeke çekdar bi “Ebû Welîd” ve girêdayî, malên endamin bi ser “Hîcab” ve li Gundê “Qornê” – N. Bilbilê basmîş kirin, serbinqoptî hev kirin, û tiştên jê buha dizîn.

Divê bê zanîn jî ku ew guvêşgeha ya hemwelatiyê zorane koçberbûyî “Dawod Henan Eşo û ortaqên wî” bû, û di encama bombebarankirina Artêşa Turkiyê ji gund re jî hilweşî.

= Binpêkirinine din:

Li 27.10.2023an. Z, du çekdaran ji giropa “Ebû Nasêr”/Milîseyên “Ceyş El’nuxbe” (yên ku Gundê “Şêxûtka” – N. Mabeta desteser dikin) êriş birin ser Hemwelatî “Mehmûd Mihemed Seydo /30/sal û bavê wî yê temenmezin Yûsêf /67/sal” û mekin lêxistin, ji ber ku ew razî nebûn ku bi dên ji dîkana xwe ya li gund bifroşin, bi sedema kombûna dênan li ser endamên wan.

Çavdamirandina Civaka Navdewletî li ser siyaset û kiryarên Hikometa “Anqerê” yên dijayetî derbarî Kurdan li Sûriyê (yên ku li Efrînê bi rengekî riswakirî xuya dibe), ciyê gûmanê û şermezariyê ye.

05.11.2023. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Dizîna zeytûna ji zeviyeke Herêma Efrînê, ji perçevîdiyoke belavkirî, Cotmeha 2023an. Z.

————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-265-05-11-2023-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button