Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Taybetên Zimanê Kurdî Nasnama xwe ye

Mihemed Qere Hesen*

(Dumahîka hejmara 156-an)

Li vir em dikarin sedemên sereke hêştine ziman têvel werin afrandin bijmêrin:

1-    Heyamê zemîngarî (Erdnîgarî).

A-   Serma û germahî ev yeka ha baş diyar e, ku netewên li deverên sar dijîn, dengin di zenglorê wan de hene li ba yên li deverên germ dijîn tune ne û vajayê wê jî netewên li deverên germ dijîn, dengin di zenglorên wan de hene li ba yên li deverên sar dijîn tune ne.  Wek tîpên ( ظ ع   ض…. ) yên devera sar dijîn tune ne (ç, g, v … ) li ba yên li dervera germ dijîn tune ne.

B-   Hest, nest, rewişt û têgeha ji jiwariya xwe re, ji hev cuda û têvel li ba her netewekê, hêşt guhartin di gewriyê de çêbibe û ziman jî, ji hev cuda bafirin.

C-   Heyamê çiyayî, deşt, çem û beybûnê.

D-   Pêwîstiya hevgihêştina civakî, raman, hest, nest û daxwazan ji hev re diyar  bikin.

E-   Têkliyên bazirganî ( gerekiyek aborî ).

F-    Efsan û ol.

Em tev dizanin netewa Kurd, ji malbata Hindo- Awrupî ye. Ango li gor nêrînên dîrokzanan, ku ev malbat hin Kurdistana niha Îrana niha derketine çûne Hindê, hin jî ber bi Awrupa çûne û di serdema qermîtkê de dîsa vegerîne Asiya biçûk. Ji ber vê di navbera zimanê van netewan de bêjeyên hevpişk pir in û şêweyê nivîsandinê û stîlên xwe nîzîkî hev dibin.

Ev tiştên hevpişk di nava zimanê netewên Hindo- Awrupî û zimanê Kurdî de ji hêlekê ve, û ji hêla din ve jî hevpişkî û bengzemîşiya di navbera zimanên kevnar, somerî û sênsêkrîtî û Kurdî de, ji hêla şêweyê ristina stîla hevokan de hene, û vaca û rêbaza ramankirina hevpişk jî nîşan û xuya dike. Ango şêweyê ramankirinê jî nîzîkî hev in. Merv bawer dike, ku di navbera van zimanan û netewan de mûyekî hevgirêdanê heye.

2-    Wekî zaniyaran dane zanîn, ku Arî ew kesên ronî û arperest bûn, ciyê lê dijiyan di navbera Êraniya Kevin û Belîxê de bû. Ango ev zimanên Êraniya Kevin, somrî û sênsêkrîtî, li ber kanî û rûbarên Ferêt, Declê û şaxên wan û yên Kinc û Xancê û devrên çiyayên bilind ên di navbera çiyayên Zagros û Hindê de afrîne, û li çarîka cîhanê belavbûne. Ji wan zaravek di berqef û qelişên çiyayê Kurdistanê de maye. Divê îro ji nû ve li ber rûbar, kanî û deştên avî were çandin, ku fîdankên nûjeniya zimanê Kurdî şînbibin.

4- Taybetiya zimanê Kurdî.

Ev navnîşan pir mezin û pêwîst e, jê re lêkolînên fere  grek in. Lê li gor pêzaniya xwe ezê hin xalan bijmêrim.

A-Ji malbata zimanên Hindo- Awrupiye.

B-Li ser zemîna jê bi derketî û afiriy dijî.

C-Netewa Kurdî ji yên din cuda dike.

D-Genca xwe ya devkî pirtirî ya nivisandiye. Ango zimanê Kurdî, li ser zar û zimanan di dîrokê de berdewam kiriye û maye. Nebû zimanê dewlet û Împretoriyên temen dirêj, û pê şaristaniya nûjen û berçav ava nebûye.

Î- Pê dîroka rewşebîriya Kurdî hatî nivîsandin.

G-   Bêjeyên xwe mîna yên latînî, bi kîtan, û pêşkît û paşkîtan tên darijtin( sade, pêkhatî, hevedudanî, …). Ango zimanekî kesandiy.

H-   Her bêjek ramanekê diyar dike, ne bi hevoka û biwêjeyê diyar dibe. Hin ziman hene bi hevok û biwêjeyan ramanê diyar dikin wek malbata zimanên Orel-Eltayî.

I-     Têkariya zimanên din pir lê nebûne, wê jî hêşt netê pişaftin û windakirin; tevî dîroka xwe devkî dirêjtirî ya nivîsikî ye û pir daneserên dêriskirinê bi ser de hatine, xwe parastiye.

J-    Ji ber zimanê Kurdî têklî û tevheviya xwe bi zimanên din re hindik bûn, pak û jing maye.

K-   Bi netwa xwe re çarperçeye

L-   Pirtirî alfebeyekê pê tê nivîsndin.

S-    Şaristaniya nûjen pê nehatî avakirin, ji ber wê ferhenga xwe ji zarawên (têrim)sazeyî û zinstî tune ye.

T-   Ritm û sazê xwe ji zimanên din têvele.

U-   Mirov dikare zimanê Kurdî, bi zimanê çiya, çem deştan bi nav bike. Ango bi zimanê kesk bi nav bike.

5- Ziman û xweyetiya netewa Kurd.

Xweyetiya Kurdî: Ew hest, nest, lav û ramana mervê kurd dinmîne, û taybetên wî  rojane bi kartîne û xuya dike. Ango nasname ya teşeyî û razberîb  bi tevahî şanî didin û wê (nasnamê) ji heyna xwe ya civakî werdigre.

Gava peyva Kurdî hatî afrandin, ne bes tiştan ji hev cuda bike û nav û karê wan xuya bike. Lê di xwe de hêzin razberî mezin jî hilgrtiye, wek (raman, çêj, hest, nest, daxwaz û saz vê re derûn û rewişta netewa Kurd hatî histiran û taybetiya xwe standiye. Lewre netewa Kurd wek dijî dirame û dipeyîve, û wek dipeyîve weha jî dirame. Ango jiwariya ziman û civaka Kurdî ayneya ramana xwe ye. Wek Can cozêf dibêje:››Karanîna şanên zimên têkliyên civakê diterixînin; ji ber vê nasnama civakî bi xwe di zimên de ye››.

Ziman bi xwe jiwarî û bingehe, derûna merv li ser ava dibe. Merv bi dan û standina bi hawîra xwe re hînî zimên dibe û ji hêla derûnî vet tê histran. Bi gotinek dî ziman û agahî di mêjiyê zariyan de berî bibe nehatî tomarkirin. Lê di paş bûnê re tê tomarkirin; ji ber ku mêjiyê merv taybeta tomarkirinê li têde û ba heye.

Li vir em dikarin bêjin, ku mervê Kurd xwe çawa yek ji netewê dibîne? Gava ev kes li dîroka xwe ya şanberî û razberî mêze dike û li bûyerên wê yên têvel vedigere, tê de serfraziyê, mêrantiyê, rewiştên hêja û gencan di hemî aliyan de dibîne; rûmeta heyîna xwe jê werdigre û xwe di ber de berpirsiyar dibîne, rewşa xwe dinirxîne ku îro çawa dijî û delamet û armanc li bendêne. Li vir xweyetî û rola xwe nas dike .

–      Ziman û rewşenbîriya Kurdî.

Di roja zimanê Kurdî afiriye de, vê re kaniya zanînê der bûye; ji ber vê kelepûra xwe gelek dewlemend e. Tijî evsan û dastan in, ji kûraniya rewşên têvel (aborî, rêzanî…) ên civaka Kurd dipêvajoya dîrokê de hatine nîşandan. Yek ji taybeta kelepûra Kurd destanên xwe yên devkî pir in( Ferhad û şêrîn, Mem û Zîn, Wês û Ramîn, Usib û Zelîxe, Las û Xezal, Û  Mehmod û Marzigan,…) .

Kelepûra stiranê û metelokan jî dîroka rewşenbîriya Kurdî tê de xewkiriye, divê ji nuh ve were vejîn. Ji hêla kelepûra nivîsandina bi zimanê Kurdî ve, û bi teşeyên tîpên têvel, vedigere berî zayînê, dema Împretoya Mîtan, Horî û Mîdiya, tevî ne bi vî navî bûn, lê pê hatî nivîsandin kar û barê dewletê û dînên ‹›olên›› xwe pê dimeşandin, ra gihane van berhemên dawî yên bi tîpên erebî hatine nivîsandin. Di Baba Roxê Hemezanî de bigir ta nivîsandina êsta li Kurdistana başûr û rojhilat.

Gava Mîr Celadet tîpên latînî danîne, vê re berê nivîsandinê rast bir. Îro piraniya gelê Kurd wan bi kartînin; lê li rex wê girêka yek nivîsandinê  çêbû.

Ger em Kurd bixwazin zimanê me zindî bimîne, pir pêwîste em bikin zimanê berhemdar. Ango divê hemî Kurd hînê bibin û berhemên giyanî (wêje, felsefe, û civakî…) û şanberî pê werin afirandin. Di rewşa  (sazeyê û bazarê…) keve, taku li nav Kurd û ne Kurdan belav bibe; ra sedemên mandinê jê re çêbibin ku bibe yê dayînê  û berdewamiyê.

Zimanê Kurdî îro ne bes bûye nasname, jê re bûye ayne û giyan. Gava mervê Kurd motika û dilê rewşenbîriya xwe binase, serest li zimanê xwe vedigere, ji vê mervê Kurd radike, ku parek ji raman û hişê netewa xwe di zimên de ye. Lê yên din jî di hunera wêneyî, semayî û mozîkê de ye.

Ziman û raman

Ziman alavek alîkare bi ramanê re, û beşeke ji ramanê di zimên de ye, têklîk hevpişk (cedelî) bi hev re hey, her yek ya din bi pêş dixe. Wîlyem Jevens dibêje:»Ziman bilî yên diramin û dipeyvin tune ye.»û hin zaniyar jî dibêjin:»Ziman  ew raman e»  Bi alîkariya zimên raman kûr û fere dibe. Bi alav û nî‏şandekên wî ramangîr dibe, nêrîn, hi‏ş û sîberên xwe ronahî dike û dide nas kirin. Merev dikare bibêje, ku ziman kode(şan e) ji ramanê ye û jê re ye.

–      Delametên zimên.

Ger merv li delametên zimên bigere, dawî nînin, ji ber ku gava tu serê xwe ku ve rakî, ku de bilivî û çibikî di jiyan de bi zimên e. Ziman di rola xwe ya civakî de kesan bi dan û stanê dighînin hev û bi hev re têklidar dibin, çi di têkliyên şanberî de (kirîn, firotan, avakirin…) û çi jî di têkliyên razberî de bin(hest, nest, hêvî, daxwaz,…).

Gava mervê Kurd bi zimanê xwe dipeyîve, tavilê di sekolociya wî de hevgirêdanek çê dibe. Ew di rêya xwînkelandina bi ser hev de û bi yek nûsê re têdigehe û bi hev re hevjiyanek taybet û xweş divên.

Gava zimanê Kurdî di hemî aliyên jînê de ciyê xwe bigre, ji zimanê devkî hilgere yê zanistî wê paya netewa Kurd, di nav netewên cîhanê de xuya bike û nêşan bide.

Lê niha zimanê înglîzî wek nimêne em bêjin, çiqas berhemdar e û li cîhanê belav bûye, û bûye zimanê sereke, tevî wê nikane şûna zimanên netewan li cîhanê bigre; ji ber wê her zimanekî netewî taybet û dîroka xwe rewşenbîrî heye, û di hûrik û mûrikên xwe de, di delameta xwe ye hundirî de rewşa netewane û ciyê nîgara wane, û gencên tijî bayex û sîpolên mervane .

Merv dikare bêje, îro cîhan bûye gundekî bi çûk, zimanên serek bûne yên zanistî, aboriyê û yên têkliya konevanî di cîhanî de, yên din jî wek zarawe di vî gundî bi çûk de bi kartên û hevgirêdaneke cîhanî bi hev re çêdibin. Lê gava zimanek dêris dibe, vê re genc in ji ronahiya giyanê merv ziya dibe û vedimire.

* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Back to top button