Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Xelatkirina Xwendekarên Kurd li Rojava û Sûriyê

Rojnama Newroz*

Li Helebê

Roja Yekşemê, 10.09.2023-yan, li taxa Şêx Meqsûd/Heleb, hola Starlayit, rêxistina Helebê ya PYDKS, û bi beşdariya Koma Zozan Ya Folklorê Kurdî, 297 xwendekarên Kurd ên serkeftî/ Bekelorya xelatkirin. Li ser deng, sema û awazên Koma Zozan, xwendekarên serkeftî û malbatên xwe, şevek xweş ku nayê jibîrkirin derbas kirin.

Li Kobaniyê

Herweha li Kobaniya berxwedêr, rêxistina PYDKS, bi beşdariya Koma Buhar a folklorê Kurdî 200 xwendekar xelatkirin. Herweha mamosteyê bi navûdeng birêz Hisên Mihemed Elî jî, bo xebat, cefakêşî û dilsoziya wî, bi xwendekaran re hate xelatkirin, û wî gotineke pir bilind û nirxdar ji xwendekar û beşdaran re pêşkêş kir.

Li Reqayê

Roja 03.09.2023-yan, li bajarê Reqayê, rêxistina Reqayê ya PYDKS, ahengek lidar xist, 140 xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin. Hunermend Ferhad Melle, Mihemed Elûş û Perîşan Kobanî jî, bi mûzîk û stranên xweş ev çalakî xemilandin.

Hêjayî gotinê ye ku gotineke balkêş ji bal rêxistina Reqayê ve hate xwendin, giranî dabû rol û bandora xwendinê di jiyana gelan de, û giringiya guhdanê li nifşê nû çimku ew paşeroja gelê me ne.

Li Qamişlo jî, Xwendekarên Serkeftî Hatin Xelatkirin

Roja 15.09.2023-yan, li Navenda Partiya Yekîtî Ya Demoktat a Kurd Li Sûriyê, ji bal Rêxistina Qamişlo ve,  bi beşdariya birek heval, dost, malbatên  xwendekaran û cîgirê Sekreterê Partiyê birêz Mustefa Meşayix ku gotineke balkêş ji xwendekaran re pêşkêş kir, xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin.

Li ber awazên mûzîka Kurdî, sema û dîlana şahiyê geriya, û demeke xweş hate bûrandin.

* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button