Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Konfiransa SFPZK/Şaxê Ewrupa hate lidarxistin

Rojnama Newroz*

Konfiransa SFPZK – Şaxê Ewrupa, di 19.08.2023yan de li bajarê Bremen- Almanyayê, û bi beşdariya hejmareke hêja ji mamoste û zimanhezên zimanê Kurdî ji hundir û derveyî Almanyayê hate lidarxistin.

Li destpêkê, Baranê Cûmê bixêrhatina mamoste û mêvanan kir û konfirans bi xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li ser giyanê kesên ku di ber zimanê Kurdî de ked û cefa dîtibûn dest pê kir.

Rapora SFPZK – Şaxê Almanyayê ji aliyê Gulistan Awaz ve hate xwendin û tê de kar, xebat û çalakiyên saziyê ji 2019an ve û ta 2023yan hate diyar kirin.

Pirs û gengeşe li ser raporê hatin kirin û pişt re ji aliyê Baranê Cûmê û Ferhad Mihemd ve pîrozbahiyên hatibûn şandin, xwendin û guhdar kirin.

Ji Ewrupa:

*Dr. Zeredeşt Haco/Almanya- Bremen.

*M. Ahmed Beko/ Norwêc.

*M. Mihemed û Berezanî Silêman/Danîmark.

*M. Mihemed Qere Hesen/ Holende.

Ji welêt:

*M. Merwan Berekat.

*M. Dilovanê Deştî.

*M. Îsmaîl Hacî Mûrad.

Piştî bêhinvedan û xwerina firavînê, daxwaza endametiyê ji aliyê beşdaran ve hate kirin.

Di xala hilbijartinê de, komîta rêvebir a borî, mamoste û endamên saziyê beşdar bûn. Şaxê Ewrupa hate damezirandin û komîta rêvebir a şaxê ji heft kesan hate hilbijartin û nav jî ev in:

1 -Arîn Nejar

2- Baranê Cûmê

3- Giryan Seyro

4- Gulistan Awaz

5- Mistefa Henan

6- Serdar Keleş

7- Zîlan Osman

Hêjayî gotinê ye ku Saziya Fêrkirin Û Parastina Zimanê Kurdî li sala 2006an li Sûriyê/Helebê hate damezirandin û ew yekem sazî ji bo fêrkirin û parastina zimanê Kurdî bû. Li sala 2019an, konfiransa yekê li Ewrupa hate lidarxistin û li wê salê şaxê Almanyayê hate damezirandin, û konfiransa duyem û vê carê şaxê Ewrupa hate damezrandin.

Pêşniyar û biryarên konfiransê:

1- Têkilî bi komele, yekîtî û saziyên Kurdî re werin kirin.

2- Pirtûkên saziyê werin nûkirin.

3-Endamê ku sê civatan bê sedem beşdar nebe, rola xwe tê rawestandin ta konfiransê bê.

4-Nasnameyên endaman hebin.

5- Di konfiransan de xelatkirin hebe.

6- Fêrkirin ne bê pere be.

7-Konfirans her du salan were lidarxistin.

SFPZK- Şaxê Ewrupa

20.08.2023z/2635k

* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button