Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Neyar dûv li hev digerînin

Zamdarê Zindî*

Tiştekî pir xwazaye ku her aliyên di Sûriyê de û pirojeyên xwe ne wek hev in, ji ber sûd û berjewendiyên xwe ve bixebitin û ji hev re astengiyan çêbikin û ser rêyln hev zinaran tolkin ta ku bikevin û bilukumin. Lê tiştê ne xwaza ew e ku piraniya aliyan xwe bi hêzên derve hilpesartine û nûsa pêve girêdane û di qasnaqa wan de digerin. Wek nimûne hêzên Îslamî û tunderew û terorist, çi Îxwan mislmîn, Heyet tehrîr Şam û Da›iş…Bi tirkiyê û Qeterê ve girêdayî ne û li gor nêrînên wan dilivin û doza avakirin dewletek îslamî kevin dikin. Li aliyên din hemî refên îslamî û şî›î digel rijîma heyî bi Îranê ve girêdayî digel anîna dewleta rûsî bi hêzên leşkerî. Pirojeya van jî hêştina rijîmê bi rewşa xwe di hemî waran de wek berê be. Van herdu aliyan tindrew çi Sinî an jî Şî›î li seranserî cîhanê komkirin li nav garisê gelê Sûrî şer kirin û hêj dikin, bûn sersedema hilweşandina Sûriyê aborî, avahî, awarekirin çi li hindir û çi li derve û ji hev dûrxistina derûnî û rewşenbîrî, wek welat sedemên hevjiyana hevbeş nehêlin. Ev herdu alî wek hêzên reş û tarî bi navbike ji ber ku nûjenkirina jiyanê di hemî waran de di ferhenga wan de tun ye.

Li rexê din jî pirojeya niştimanî ya nûkirin û demokratkirina Sûriyê li ser destê Mesedê û hêza xwe ya leşkerî Qesedê hate hildan û bi piştgiriya hevbendiya navdewletî çi leşkerî û çi jî piroja konevanî.  Îro herdu piroje (pirojeya guhartina Sûriyê û pirojeya paşhêştina Sûriyê) digel dostên her aliyekî li orta hev dikevin. Bi gotinek din neyarên nûkirina Sûriyê dûv li hev digerînin û alîkariya hev dikin ku kanibin pirojeya nûkirin û demokratkirina Sûriyê bişkînin û berbavê, ger nebû jî rêyê li ber aloz bikin.

Ev kar û destêwerdan wê berdewam bikin, ta rewşa Sûriyê ji bin ve neyê çareserkirin û tiştên hevbeş di destûra nûjenkirina Sûriyê de cihên xwe negrin. Rewşê wek niha û xerabtir jî wê berdewam bike, û alozî wê mezin û girantir bibin û xwîna gelê sûrî tim biherike!

Hemî aliyên nakokîdar geliş û nakokên xwe dane alîkî, û berê xwe dane şkandina pirojeya Mesedê û Qesedê, ku kanibin wan ji holê rakin, paşiyê werin Sûriya hilweşandî li hev parve bikin. Ta roja îro tu alî bi serketî tune ne, hersê tekên mîzînê li tenga hev in, ji ber rewşa hersê dewletan (Rûsiya, Îran, Turkiyê) berjewendiyên xwe nêzîk hev in zû-zû nikarin xwe li ortê hev xînin û bûne hêzên dagîrker li ser axa Sûriyê. Turkyê, Îran û rijîm bi sertî li dijî mafê gelê Kurd in. Tiştê hevpişk di navbera wan hersê aliyan de ew e ku gelê kurd li hemî perçan bê maf bikin, ji bona ku hemî xêr û bêra kurdistanê çi yên bin erdê û çi jî yên ser erdê ji wan aliyan re diçin, ji ber wê di tenga dijîtiya Kurdan re ew yek in.

Li van rojên dawî hemî aliyên bi hev re nakok û pêwendîdar hemî gelişên xwe dane alîkî hemî destikên xwe li gor şaşî û kêmaniyên Qesedê û xweseriya rojhiltî Ferêt livandin ku çi ziyanê di hemî waran de bi rojhilatî Ferêt gihînin. Deftera hemî aliyên li dijî Mesede bi tewanan zengîn in. Berî vê bi demakê bûyera girtîgeha sinae›e bû, û êrişên rojan ên rêxistna Da›iş berdewame, wê hêj jî pir kort û feqan li ser rêya Qesed bikolin û vegrin. Lê wek bûyer girtîgeha Sînae›i wê berbavê û bişkê. Ev di vê demê de xwestin ku van bilivînin, ji bo di aliyê ragihandinê de çavan li ser bûyerên li Suwêda dibin ji xwepêşandin û li herêm din doza şkandina rijîmê dikin bi ber rojhilatî Ferêt bibin. Ji ber ku ramana xweseriya li ba xelkê Swêdayê jî cihê xwe digre weke Kurdan wê dixwezin.

Li gor tabloya konevanî, aborî, leşkerî, zemîngarî û civakî. Hêza Mesedê û Qesedê gerek bibin hêzek hukardar, pirtirî hukariya aliyê din lê bibin. Li gor xalên di destan de

* Zemîngariya di bin destan de 30% ji rûpîvana Sûriyê ye.

* Hejmara niştciyan ne kêmtirî herdu herêmên di bin destê rijîmê û û Tirkan de ye. *Hema Qesedê serdest cihê aboriyê ye, piraniya girseya aborî, xêr û bêra sererd û çi xêr û bêra binerdê. Kane pir girêkên xwe pê ji hev veke.

*Avahiya Qesedê ji pêkhateyên xelkê wê herêmê ne, hemî li gor rajeya hebûna xwe di hemî dezgezge û saziyan de cihê xwe girtine û herêmên xwe birêve dibin. Ango tevahiya gelê sûrî tê de hene, ne bes ji pêkhateyekê ne.

* Pirojeya xwe ya konevanî, mafê hemî pêkhateyên sûrî dinimûne. Doza Sûryek ne navendî, gava pêk were, daxwaze dilê her pêkhatek sûrî ye û mafê xwe tê de dibîne, û ji bona hemî pirsên Sûriyê yên konevanî ew çareserî ye.

*Hêza xwe ya leşkerî (Qesedê) çi di aliyê hejmarê der de û çi jî hêla çekên pêşketî de û perwerda leşkerî de, ne kêmtirî hêzên din ên hene ye.

*Dostên xwe yên li cîhanê yên herî bi hêz in. Hevbendiya navdewletî ew dostê Qesedê ne, û hejmarek ne hindik ji dewletên Ereban jî dostên wê ne.

*Li rex xalên me hejmartine, bi qaser wan hemiyan giring heye. Ew jî ku ev hêza leşkerî û sîwana xwe konevanî Mesedê karibin herdem xwe peşkin nû bikin û xwe ji hindire ve peş bikin biguhêrin. Ango kesên berpirsiyar ger şaşî kirin zû werin dan yan, û kesên ne li gor cihê tê de werin guhartin ew jî di rêya sazî, dibistan û akadîmî ava bibin û şarezayan peyda bikin berpirsiyar û sereke ew jî sûrî bin.

*Divê jiyana demokrasiyê di vê herêmê de bibe çira û ronahiya xwe ya konevanî, nirxdan merov jê bi derkeve. Ger merov an kes û sazî bi nirxa xwe haybibe pirtir wê ji ber wê nirx û cihî ve berxwdanê bike. Dezgeh şûna kesan bigrin, li zagon û yasayê ew birêve werin birin. Di her kar û tiştan de nirxdan ew paristin û mandina wan e.

Xalên me li jor hejmartine dibe hin din jî hebin, xalên bi hez û xêrê ne. Dihêle ew bi vehesî bigerin û bilivin.

04.09.2023an

* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button