Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Şahiya 78’emîn Salvegera Damezirandina PDKÎ , li Frenkfortê Pêk Hat

Rojnama Newroz*

Bi boneya 78’e mîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, îro 26.08.2023 li bajarê Frankfurt, Almaniyayê şahiyek bi amadebûna hejmareke mezin ji heval û dostên wê partiyê bi rê ve çû.

Li ser vexwendina komîta Almanya ya partiya bira, şandek ji hevalên Partiya Yekîti ya Demokrat a Kurd li Sûriyê beşdar bû.

Gelek axaftin hatin kirin û gelek peyam û telegrafên pîrozbahiyê ji rêveberiya pîrozbahiyê re hatin şandin, yek jê Peyama Navça Ewropa ya P.Y.D.K.S bi Zimanê Kurdî hat şandin, va ye ew peyam:

Peyam

Bo Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê – Komîta Almanya.

Hevalên têkoşer û hêja…

Di destpêkê de, ji bo vexwendnama ji me re, em we pir spas dikin, serkeftinê ji şahîya ku win ji bo 78emîn damezirandina Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê pêk tînin dixwazin.

Hevalên têkoşer û delal, Partiya we bi dirêjeya 78 salan bi rêbertiya şehîdên nemir: Qazî Muhamed, Ebdilrehman Qasimlo, Sadiq Şerefkendî … hatiye naskirin li ba me û gelê Kurd li her derê, di asteke bilind de ye, cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye.

Em bawer in ku rêjîma kevneperest ya dewleta dagîrker a Îranê bi wan kiryarên hovane û qirêj jî bi ser neket, xebat û tekoşîna tevgera gelê me wê her bi yekrêziya tekoşîna gelê me yê rojhlatî Kurdistan berdewam be.

Em wek P.Y.D.K.S 78 salîya damezirandina Partîya Demokrata Kurdistana Îranê bi dil û can pîroz dikin.

Silav û rêz ji pakrewan û xebatkarên partiya we re.

Yekrêziya partiya we pîroz be, viyana serkeftinê doza Kurd mezin dike!

Partiya Yekîtî ya Demuqrat a Kurd li Sûryê – Navça Ewropa

26.08.2023

* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button