Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Aboriya Sûriyê berî û piştî kirîzê!

Nazdar Hesen*

Aboriya Sûriyê berî xwepîşandanên gelêrî di Avdara 2011an de û destpêka kirîza wê, di nav aboriyên herî cihêreng ên welatên pêşketî û pêşveçûyî de bû; ji sedî 75 ta 85 xwarin, derman, cil û pêlavên xwe berhem dikir û yên zêde difrotin bêtir ji 60 dewletan; û berhema nefta Sûriyê rojane ji pêwîstiya bazarê xwe zêdetir bû, û rojane ew nêzîkî 150 hezar bermîl dihat hinardekirin; di berê pembû û xwedîkirina pez û dewaran de jî ew di nav pêşîn pênc welatên ên Cîhanê de bû, hilberîna wê ya genim jî, pir salan ji gerekiya bazarên xwe yê navxweyî zêdetir dida. Ji aliyekî din ve jî, lîreya Sûrî bi nirx bû, û yek dolar bi kêmî 50 lîreyan bû; û mûçeyên mehane jî di navber 300 ta 600 dolarî de bû. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin aboriya Sûriyê û rewşa jiyanê rojane berî kirîzê baş bû, û tevî nesaxî û ne dadmendiya dewletê di belavkirina xêr û bêrên welêt li gelê xwe de, û tevî gendeliya di saziyên wê de, pêdiviyên bingehîn û xizmetguzariyên wek nan, şekir, birinc, çavkaniyên enerjiyê, derman, perwerde û xwendin berdest, erzan an bê biha bûn, ew jî bûbû egera ku asta hejarî û belengaziyê di wê demê de ne ewqas bilind be.

Lê zor mixabin, bi berdewamiya kirîzê û şerekî wêranker, gurtirbûna gendeliyê di saziyên hukûmetê de, bandora komên şerxwazan, tundkirina dorpêçên Rojava, encamên koronayê, ziwabûn û derketina samanên bingehîn ji bin kontrola dewleta Sûriyê, aboriya Sûriyê rastî ziyanên giran hat û rewş her çû xirabtir kir, û vê yekê nirxê lîreya Sûrî pir daxist, ta ku vê dawiyê nirxê wê giha dolarek bi 14 hezar lîreyan be, û mûçeyê mehane yê karmendên nêzî 10 ta 20 dolaran be û yê ku bihabûna hemû tiştan re bibe tenê mezaxta rojekê an diduyan e.

Ji ber bûhabûna hema bê kontirol û daketina nirxê lîreya Sûrî, piraniya gelê Sûriyê niha di bin sînorê hejariyê de dijîn, û Bêguman, ev jî bi xwe re metirsiyên pir mezin tîne holê. Ji ber vê jî, zor pêwîst e ku di zûtirîn dem de ev kêşeya rûdayî were kontrolkirin û çareseriyên guncaw werin dîtin.

* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button