Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

13-mîn salvegera koça dawîn a Ismayîl Umer Serokê Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li sûriyê

Rojnama Newroz*

Roja Çarşemê 18ê Cotmeha 2635K/2023Z, û bi bîranîna 13mîn salvegera koça dawî ya serokê partiyê gorbihişt İsmayîl Umer (Bavê Şiyar), hevalên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) – rêxistinên Cizîrê û bi beşdariya hijmarek ji dostan, du çalakî lidar xistin. Danê berî Nîvro, wan sredana gora nemir Bavê Şiyar li gundê Qereqoyê kir. Li wir, cîgirê sekreterê partiyê rêzdar Mistefa Meşayîx kurtegotinek pêşkêş kir. Di axaftina xwe de rêzdar Meşayîx hin helwest û bîr û boçûnên xebatkar Bavê Şiyar derbarê yekrêziya tevgera Kurdî û çareserkirina doza miletê Kurd anîne ziman. Mamoste Mistefa Meşayîx li ser rola nemir di avakirina rikberiyeke niştimanî Sûrî baş axivî, nemaza damezirandina “Danezana Şamê”.

Komîta Çand û Ragihandinê ya Navçeya Qamişlo û Tirbespiyê, di êvara heman rojê de, semînarek li Navenda partiyê li Qamişlo lidar xist. Di vê semînarê de, mamosteyê Rêzdar Newafê Bişar (Bavê Dara) bi berferehî li ser jiyana nemir İsmayîl Umer û helwestên wî derbarê çarenûnsa miletê Sûriyê bi tevayî, û ya miletê Kurd û pêwîstiya çareserkirina doza Kurdî bi taybet, axivî. Di dawıya vê çalakiyê de, mamoste Yûsiv Yaqûb spasiya beşdaran kir.

* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button