Di dema bindestiyê de nivîskarekî Kurd çiqasî pirtûkên hêja û serketî binivîse jî, nagihêje heqê xwe, ji ber ku pişta wî kul e ji ber ku pergal û hêza wî ya dewletî tune ye, nivîskarek karê wî ew e ku pirtûkeke baş binivîse, û jê pê ve êdî ne di destê wî de ye. Qedera pirtûkeke piştî nivîskar wê diweşîne, êdî dikare dest faktorên derve heke tu bindest û bê welat bî û zimanê te hîn nebûbe zimanê fermî, pirtûka te çiqasî hêja be jî, wê pir kêm were xwendin. Lê, eger tu xwedî welat bî û zimanê te li tevaya cîhanê berbelav be, wê hîngê pirtûka te çiqasî qels be jî, wê pir were xwendin.
Rewşa nivîskarê Kurd û ya nivîskarên miletên din pir ji hev cuda ne. Mercên wî pir dijwar in, ji bo wî gundek heye kûçikên xwe giş berdane û kevirên xwe giş girê dane. Di van şert û mercên newekheviyê de, ji nivîskarê Kurd tê xwestin ku bi nivîskarên serdset re pozberiyê bike. Vêga ne xwedê qebûl dike ne jî şeytan. Lê, di van şert û mercên gelekî dijwar de jî, nivîskarên Kurd nivîskarên talanker ji nav civaka xwe qewirandin û wêjeyeke modern afirandin, bêyî ku siyaseta Kurdan û aboriya (dewlemendên)Kkurdan alîkariya wan bike jî; wan ev kir heke mirov tevî hemû bêderfetiyan dîsa jî karibe bi zimanê xwe stran, helbest û çîrokên xwe bêje, ev hêzeke mezin e.
Nivîskarên Kurd navbarî û hêzdariya serdestiyê hilnebijartin, lêbelê wan hebûna xwe hilbijart ji ber ku xwebûn ji navdariyê hêjatir e. Berhemên kurmancî li dinyayê belav nabin ne têne wergerandin bo zimanên din, û ne jî têne xwendin. Ev ne ji ber hemû pirtûkên Kurmancî xerab in û wêjeyeke Kurmancî tune ye, wiha ye lê ji ber ku dewletek Kurdan tune ye wiha ye. Pirtûkeke bi desthilatdarî û aborîya kul pişta wê ya ziman e ya jî mezin xuya dike. Vê gavê piyaseya dinyayê ev çend kirêt e ku nivîskarek pênûsa wî çiqasî xurt be jî, ger welat û desthilatdariyeke wî tune be, ew jî tune tê hesibandin; ne ew tê naskirin ne jî tê xwendin; li dinyayê nivîskar piştî radeyekê êdî ne di destê wî de ye, bifire jî vala ye.
Îro ro, li dinyayê ya tê xwendin ne pirtûk e, welat e! Îro ro, li dinyayê polîtîka û wêje bûne cêwîkên hev, ev tiştekî çewt e. Polîtîka û wêje caran a jî (heke nivîskar bê piştgiriya welatekî li dinyayê belav bibe, wê çaxê wê dinya wêjeya rast bibine. Lê heke nivîskarek bi welatekî mezin bibe ev nezimbûneke derewîn e) bo azadiyê dikarin di navbera wan de hevkarî hebe, lê taliya talî, her yek bi serê xwe kesayetek e. Wêje û huner ne xulamên welat û siyasetê ne, ya jî ne mehkûmên wê ne.
Şikespîr nivîskarekî baş e, lê heke li pişta wî welatên wek Amerîka û Birîtanya tune bûna, Şikespîrê nedibû Şkespîr. Ev nayê wê wateyê ku Şikespîr nedibû Şikespîrê pênûseke xerab e û ne behremend e; lê belê, gelek nivîskarên din ên biqasî Şikespîr baş hene wek Ehmedê Xanî, lê haya kesî ji wan tune ye. Helbet ev ne sûcê Ehmedê Xanî ye û ne sûcê Şikespîr e, ew jî di vir de newekheviyeke polîtîkî heye, ya ku Şikespîre mezin dike, welatê Amerîkayê û ya ku Ehmedê Xanî biçûk dike jî, bêdewltbûna Kurdan e! Divê em vê ferqê bibînin ji ber ku welatê Amerîkayê mezin e ev nayê wê wateyê ku Ehmedê Xanî biçûk e. Welat welat e û huner jî huner e, divê mirov tiştan tevlihev neke.
Heke rojekê balansa dinyayê û hevsengiya polîtîkayê bê guhertin û Kurd xurt bibin, wê çaxê dibe ku Ehmedê Xanî bibe Şikespîr, û Şikespîre jî bibe Ehmedê Xanî. Lê di vir de, divê ev bê dîtin û famkirin: Ramaneke pir çewt e ku serkeftin an jî têkçûna welatan xêr û gunehên wê li ser navê nivîskaran bê qeydikirin. Ev heta niha wiha bû, lê gerek ji niha û şûn ve ne wiha be, ev ne dadmendî ye, ne wijdan e, ne zanistî ye; ne rast e mirov hunereke rind bike bi qurbana siyaseteke xerab, ne jî siyaseteke rind bike bi qurbana hunereke xerab. Gerek dinya û hemû xwendevan vê zanibin ku hunera baş baş e, welat bê wî jî baş e û bi welat be jî baş e; heke ne wiha be, wê çaxê li holê dereweke pir mezin heye, huner tun ye, her kes xwe dixapîne. Heke wiha be, ev ne bi tenê li Ehmedê Xanî neheqî ye, di heman demê de ew li Şikespîr jî neheqî ye: Ji ber ku taliya talî, ya ku tê ecibandin ne wêje û hunera şikespîr e, lê belê, welatê wî ye. Şikespîre û Ehmedê Xanî herduyan ji bivê çîrokê dizanîn heke welatê te hebe û mezin be, tu jî wek nivîskar heyî û mezin î, ji ber vêya bû ku Şikespîre ji qiralan re, ango ji welêt re, dinivîsî, qeyametek şanoyên wî yên Henry û Richard ji ber vê sedemê hene. Ehmedê Xanî ji ber vê sedemê digot ger me hebûya padişahek .
Di vir de pirs ev e: Nivîskar divê nivîskariyê bike yan welatsaziyê bike? Nivîskar ne welatsaz e, lê ew jiyansaz e. Heke nivîskar dewletsazîyê bike, ji berê xwe yê esil nivîskariyê dûr dikeve û dibe siyasetmedarek. Avakirina welatekî karê siyasetê ye, ne karê nivîskar e. Îcar heke welatê wî heye û ew li dinyayê mezin kiriye yan jî welatê wî tune ye û ew biçûk kiriye, ev ewqasî ne girîng e ji bo navdarî û pêşketina welatekî pîs bike, ev qelsîtî ye, ev kurisandin û kokirina pênûsê bi xwe ye. Gerek wêjevan nebe parsekê welatan, gerek wêje wêje be, azad û serbixwe be!
* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.