Ji sala 2011-an ve, agirê şer, li devera Rojhilata navîn û Bakurê Afrîkayê dilîze, hişk û ter dide ber xwe, dişewitîne, arî, mirin û malwêraniyê li şûn xwe dihêle! Paşê, çirûskên êgir gihiştin Rojhilatê Ewropa û Okrayîna jî bûn qurban, û li vê dawiyê, agir gihaye Xeza Filestînê, û her diçe rivîna agirê şer û bêhna mirinê bilindtir û berfirehtir dibe!
Bêgoman e ku ev şer, ne xweber û bê pilan pêdikevin, ji ber ku li dirêjahiya dîroka mirovahiyê, û îro jî wiha ye, li kîjan devera cîhanê şerekî mezin derdikeve, destin veşartî li pişt hene, ew bi têvedan û pilana hin aliyan dibe, ew aliyên ku ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe, dikarin bi milyonan mirovan bidin kuştin û bi sedan bajaran kavil û wêran bikin, mirovan bê cih û war bihêlin!
Wekî ji mêj ve Kurdan gotiye: «Xeta xwar, ji gayê pîr e!», ango ji gayê xwedî hêz e, wisa jî ev şerên ku li cîhanê rû didin, hemû bi destê dewletên mezin ên xwedî biryar dibin. Nakokiyên aborî û siyasî yên di navbera wan de derketine, hiştine ku rêxistina navdewletî (UN) sifîl û kêmrol bibe, serberdayetî di têkilî û peywendiyên navnetewî de çêbibe, yasa ji civaka navdewletî rabe, aşîtî û hêminî jî winda bibin! Herwiha, eger aqilmend, pispor, fîlosof û aştîxwazên cîhanê bi lez li ser vê pirsê ranewestin, çarenûsa mirovahiyê ji destên bazirganên şer rizgar nekin, paşeroja cîhanê ber bi tarîtî û şerekî wêran ve diçe ku, hemû gel dê baca wê ya giran bidin!
Ji ber vî şerê dirêj û dijwar ku pêçên aliyên herêmê û yên derve têde diyar û aşkere ne, welatê me Sûriyê tarûmar bûye, kavil û parçe parçe bûye, aboriya wî lawaz bûye û perîşanî û hejariyê stoyê welatiyên wî xwar kiriye.
Dewletên herêmê, nemaze Turkiya û Îran, di vî şerî de xwedî rol û bandoreke mezin in. yek ji wan bi rijêmê, û ya din jî qaşo bi rikberiyê re ne, lê di rastiyê de, ew herdu li berjewendiyên xwe bi tenê digerin, jehra kîn, zikreşî û berberiyê di civakê de belav dikin û rondikên derewîn li ser rewşa gelê Sûriyê dibarînin!
Turkiyê, Bakur-Rojavayê Sûriyê û gelek deverên Kurdî mîna Efrîn, Girê Sipî û Serê kaniyê dagîr kirine, hemû saman, xêr û bêra wan didize, dibe, pirojeya guhertina dêmografîk li deverên Kurdî pêk tîne, dijayetî û tunekirina Kurdan, ji xwe re kiriye stratîjîk û armanca sereke, û li behaneyekê digere ku di vê mij û moranê de Kurdan bêşîne, wan kûr birîndar bike. Di vê çarçoveyê de, beriya demekê, me dît bê bi çi hovîtiyê navendên av û kehrebê, nexweşxane û navendên asayişê li deverên Kurdî şewitandin û xelkên me di tariyê de hiştin, bê ku tu alî destên xwe bidin ber vê bêdadî û zordestiya dewleta Turkiyê.
Her diçe, rewşa welatê me û deverê aloztir dibe, tevgera me ya siyasî ji ber hev dikeve, asoyên çareseriyê xuya nakin, gelê me penaber dibe û derd û xemên giran dikişîne; lê, ew bi hêvî ye ku rojek were, ew jî mîna gelên cîhanê, li ser xaka bav û bapîran serbest û azad bijî, û ji bo wê armancê jî, têdikoşe, kar û xebata wî ranaweste!
* Rojnama Newroz – hejmar /158/ – 01 Mijdar 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.