Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (263): Gundê “Ciwanên Mala Meqdisê/Eşbal Beyt El’meqdis” yê niştecîkirinê, girtinine bêsûcane, vekirina dibistaneke “Pakistanî” li Reco, vekirina dibistana navendî ya rewayî

Serok Erdoxan li ser rewşên “Xezê” yên niha digirî, û dibêje ku qutkirina elektirîkê, avê, sûtemeniyê û xwarinvexwarinê ne mirovane ye û ciyê wê di zagona şer de tune ye! Û tundûtûjî tundûtijiyê û êş û roxandinê û gurbûnê û tevliheviyê bi xwe re tîne! Û pêdiviye ku dewlet bi yasayên şer û mafên mirovan pabend bin!… Lê, ew wan bingehînan dide jibîrkirin, di şerên xwe de li dijî Kurdan û saziyên wan (ên rêvebirî û sivîlî û leşkerî) li Bakur û Rojavayê Sûriyê ji bêtirî deh salan ve, û herweha tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê yên ku artêşa wî û Milîseyên Sûrî yên pêve girêdayî dikin, û yê berztirîn jê jî guhertina endeza demografî ye, ya ku derbas asta qirkirina nijadî li dijî Kurdan -weke nijadeke cîwaz- dibe.

Ev jî hin kiriyar û bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= G. “Eşbal Beyt El’meqdês”:

Li 08.10.2023an. Z, Komela “Sadakataşi – Kevirê xêrdanê” ya Turkî Gundê “Eşbal Beyt El’meqdês” ê niştecîkirinê (yê ku ji /270/ malî û dibistaneke mezin pêk tê) li Cindirêsê vekir, bi beşdariya serokê wê “Kemal Ozdal”; Û rojnemevanê Turk ê tundperest “Hemze Tekîn – endamê rêvebiriya komelê” di rûpela xwe “El’êks ” de aşkere kir ku “gund bi destin Sûrî û hevrêzî û rêkûpêkirineke Turkî û piştgiriyeke Felestînî hatiye avakirin” û “ji bo berjewendiya yên di erdheja dawiyê de malên wan hatine hilweşandin”; Hêjaye were zanîn ku tek malbatekê ji nişteciyên Bajarê Cindirêsê yê wêranbûyî yên resen sûd ji vê gundî wernegirtiye, û tenê anîndeyên parêzgehên Sûriyê yên din tê de hatine bicîkirin, di pêvajoya piroseyên bi armanca kûrkirin û çespandina guhertina endeza demografî de, ji Herêma Efrînê ya Kurdî re.

Herweha çalakvanê Islamî yê Felestînî “Ibrahîm Xelîl” (ê li Bajarê Qudsê rûniştî, daneserên/hemleyên alîkariyên cûrbecûr bi navê “Penaber û koçberên Sûrî” ragîhandiye û peren pir kom kirine, û pê piştgiriya pirojeyina li Bakurê Sûriyê kiriye, bi hevrêziyeke Turkî – Ixwanî) bi riya zincîreke ji weşanan di rûpela xwe ya Fêsbokê de aşkere kir, ku wergirtina peran ji Felestîniyan di demeke pir kin de bû, û despêkirina avakirina gund li destpêka Gulana 2023an. Z bû, bi hevkariya “Komela El’beyreq, Komela Jiyankirina birûmet/El’eyş bîkeramê, Bi hev re dilovan bin – simbolên xêrê/Terahemo – Senabêl El’xêr”.

Bi bîr were jî ku gund li ser erdekî (ji dora çar hiktaran pêk tê û desteserkirî, û yî Hemwelatî “Hesen”  ê zorane koçberkirî û ji Gundê “Şîtka” – Navça Mabeta) li Rojavayê Gundê “Hemêlkê” – Navça Cindirêsê hatiye avakirin.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîkeriyê ev girtin:

Li navîna Rezbera borî, Hemwelatî “Mistefa Ebid El’rehman Hebîb /38/sal” çend rojan, ji aliyê milîseyan ve li Navça Bilbilê, û berdana wî piştî ferzkirina vêrgiyeke/900/Dolar Emrîkî li ser, û piştî vegera wî ji ciyê derbederiyê – Bajarê Heleb bo gundê xwe (Qornê).

Li 29.09.2023an. Z, Hemwelatî “Fehîme Ehmed Tahêr /25/sal, Mihemed Ehmed Mistefa Hacî /40/sal, Ebdo Ezet Gênc Xemîs /30/sal” ji xelkê Gundê “Hisê/Mîrka” – N. Mabeta, û bo Navenda Efrînê hatin birin, û ta niha bêsûcane bendkirî ne, bê ku em kanibin tuhmetên wan nas bikin.

Li 10.10.2023an. Z, Xort “Nezmî Mihemed Hesen /20/sal”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve – Rêbenda El’qews – derbasgeha Rojhilat a Bajarê Efrînê, li ser riya vegera wî ji ciyê derbideriyê – Bajarê Heleb bo Gundê “Anqelê” – Navça Şiyê, û ta niha çarenûsa wî nediyar e.

Li 11.10.2023an. Z, “Mihemed Edhem Emîn /40/sal” (ji Gundê “Coqê” û dîkaneke wî ye firotina perdan û isfincan heye), ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û milîseyên asayêşê ve, ji mala wî li Taxa Efrînê ya kevin, û sedema girtinê û bi kû ve hatiye birin nehatiye zanîn.

= Tundrewiya Olî:

Di çarçewa kedên ku toreyên Birayên Misilman/Ixwan El’mislimîn a Cîhanî de, bi serpereştiya Partiya Dad û Geşepêdanê/El’edalê we El’tenmiyê ya Turkî, ji bo belavkirina vexwendinên xwe yên olî û cîhadî yên tundrew:

Li 02.10.2023an. Z, “dibistanek ji herdu astên amedeyî û navendî re” bi navê pêncemîn xelîfeyên El’raşîdîn “Umer kurê Ebid El’ezîz” li Bajaroka Reco hate vekirin, ji aliyê “Komela Sîlanî ya Pakistanî – Saylani Welfare” ve, bi beşdariya nûnerê wê “El’şêx El’duktor Mihemed Umran Bê” û serokê encûmena xwecihî û endamên wê; Û ew dibistan bi hevrêziya rêvebiriya awerte û xişimûbêtaran a Turkiyê “Afad” hate avakirin, li ser bermaya Dibistana Reco ya Kevin (a ku bi tevahî ji aliyê Artêşa Turkiyê ve hatiye hilweşandin, li dema dijberiya ser herêmê sala 2018an. Z); Û jêdereke xwecihî tekez kir ku dibistan dê ji aliyê Pakistaniyan ve were rêvebirin, û  peredandin jî ji  komelê.

Bi ser hebûna dibistaneke rewayî berê li Efrînê, û herweha vekirina hejmarek jê li Gundewarê Efrînê di navboriya pênc salên dawiyê de, “Saziya Hînkirina Bêsînor” li 04.10.2023an. Z ragîhand, ku wê  dibistaneke rewayî li bajêr ji dêvla ya kevin ava kiriye, îsal di bin navê “dibistana navendî ya rewayî li Efrînê – Afrîn imam hatip lisesi” de – di çarçewa sîstema “Îmam El’xetîb” a Turkî de daye vekirin, da ku dora /400/şagirt bihewîne û guncaw bike, û ew jî bi hevkariya Saziya  Rehme Bêsînor – Mercy Without Limits TR û Saziya Layf – Life for Relief and Development.

Pirojeyên niştecîkirin û guhertina demografî yên ku Turkiyê rêvebertiya wan li Efrînê dike, peyman û belgenameyên navdewletî vaja dikin, metirsiyên pêşerojî yên mezin dadimezrînin, û li pêş çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re dibin kendeke mezin.

15.10.2023. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

G. “Eşbal Beyt El’meqdês” yê niştecîkirinê.

Vekirina Dibistana Pakistanî (Dibistana Umer kurê Ebid El’ezîz) li Reco.

Vekirina dibistana navendî ya rewayî li Efrînê (Dibistana Îmam El’xetîb).15.10.2023 an.

———–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-263-15-10-2023-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button