Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (260): Ferekirina Gundê “Hêvî/El’emel 2” yê niştecîkirinê, tewankarek ji “El’hemzat” li Almaniya ye, girtinine bêsûcane, teqandin ú teqîn û serberdayetî

Di siya rewşa geregoşî û serberdayetiyê de, û pirbûna milîseyan û pevçûn û nakokiyên navxweyî yên berdewam, piroseyên teqandin û teqînê vedigerin Efrînê, di heman demê de jî “Desteya Rizgarkirina Şamê/Hey’it Tehrîr El’şam” ya terorîst ji ber gizgiziyên navxweyî yên giropên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û gendeliya di nav de heye, û bi behaneya  “hawarçûna êlan” a vê dawiyê, hewildanên ferekirina desteseriya xwe li Herêmên Efrînê û Ezazê ta Cerablusê -ta bi piçekî be jî-  berdewam dike; Û Turkiyê û milîseyên wê weke berê nikanîn tu tişt bidîtana da ku “Hêzin Kurdî” bi cîbcîkirina herdu piroseyên teqandina “Zêdiyê” û teqîna “Gergeha Maratê” yên dawiyê li Bajarê Efrînê tewanbar bikin.

Ev jî hin heyîn û kiryarên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî yî nû:

Weke tewawkirin ji Gundê “Hêvî/El’emel 2” ê niştecîkirinê yê nimûneyî re (yê ku li 04.05.2023an. Z hatiye vekirin û ji aliyê “Desteya Cîhanî ya Fîxan û Geşepêdanê – unsur“) ve hatiye avakirin, “Kompaniya Welat ya avakirinên endezyarî/Şerîket Weten lîlînşa’at El’hendesiyê” li 27.08.2023an. Z li ser rûpela xwe ya Fêsbokê “dawîkirina avakirin û amedekirina /100/yekîneyên daneşînê ji rêkxirawa unsur re” aşkere kir; Û ew  beşek ji pirojeya avakirina /250/ yekîneyên daneşînê ye, û li ser erdekî ji malmewdanên taybet e -bê dandina berdêlan ji xwediyan re- li derbasgeha Bakur a Çandingeha “Gobelê (10 mal in)” ya girêdayî Gundê “Cilbirê” – Robariya (yên ku di dema dijberiya ser herêmê de ji xelkên wê zorane hatine valakirin).

Û herweha jî kompaniyê li 28.08.2023an. Z aşkere kir ku şandeke ji Rêkxirawa “Destê Alîkar yê Fîxan û Geşepêdanê/Yed El’ewn Lîlîxasê û El’tenmiyê – HHRD” a Emrîkî seredana pirojeyeke bi piştgiriya wê ji “unsur” re kir, weke tekeziyeke din ku ev rêkxirawa Emrîkî piştgiriya avakirina pirojeyên niştecîkirinê li Herêma Efrînê dike.

Û li Gulana 2023an. Z, riyeke ziftê ji cîgeha gundine niştecîkirinê yên nimûneyî re (Kiwêt El’rehme, Komelgeha El’berekê, Hêvî/El’emel 2) hate cîbicîkirin, ewên ku dora /3500/malbat ji anîndeyan tê de daneşîn dibin, û li hafa Çiyayê Lêlûn dikevin, li nêzîk Gundên “Xalta, Gobelê” yên valakirî, û li aliyê Başûr Rojhilat (bi /7/KM bi xêza nêrînê) ji Bajarê Efrînê dûr.

Were zanîn jî ku “unsur” li sala 2011an. Z hate damezrandin, li Turkiyê hate rêdankirin, û nivîsgeheke wê ye serekîn li Bajarê Entabê ye.

= Serkêşekî “El’hemzat” li Almaniya ye:

Jêdereke xwecihî tekez kir ku “Mihemed Osman Şêx Mihemed /40/sal û bi Foksî tê naskirin” ji xelkê Bajaroka Keferheleb – Gundewarê Heleb ê Rojava, niha li Almaniya ye.

Ew birayê “Ebdo Osman” e, berpirsiyarê berê yê Gundê “Bircebdalo” – Şêrewa û endamê emniyeta Milîseyên “Tîpa Hêzên Taybet/El’ceyş El’wetenî El’sûrî” (ya ku “Ebdela Helawê” serkêşiya wê dike); Ew tîpa/firqe di çarçewa “Tîpa/Firqit El’hemze” de bû, ya ku “Sêf Bolad”  (ê ku li vê dawiyê nav daketiye ser lîsta sezakirinên Emrîkî) serkêşiya wê dikir, ji dema dagîrkirina Herêma Efrînê li  2018an. Z ve ta Avdara 2021an. Z dema ku “Helawê” û Giropa wî ji ber newekheviyên navxweyî ji “El’hemze” qetiya ne û tevlî Milîseyên “Feyleq El’şam” bûne, heya ku pirsa kargeha şênberên hişbirinê li “Bircebdalo” hatiye açiqkirin û riswakirin, piştî ku Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” li 03.10.2021an. Z êrişî ser kiriye û hin jê girtine û hin din jî reviyane, û “Tîpa Hêzên Taybet/Firqit El’qiwat El’xase” hatiye helandin û “Helawê” û hevkarê wî “Ebdo Osman” û hin din wenda bûne, bê ku neqşeriya lêkolînê û çarenûsa wan were aşkere kirin, û ji nû ve “El’hemze”  Bajaroka “Basûtê” û Gundê “Bircebdalo” desteser kiriye.

Mêldarî û gûman heye ku “Foksî” ji Cotmeha sala 2021an. Z ve reviya ye, pişt re jî koça Almaniya kiriye, û di binpêkirin û tewanên ku di dermafê Herêma Efrînê û bi tayebetî Gundê “Bircebdalo” de pêk hatine, bi birayê xwe re hevkar e. Û ev jî hin jê ne:

Kuştina Temenmezin “Ayşe Nûrî Henan/80/sal” bi fetsandinê, piştî basmîşkirina mala wê li “Bircebdalo”, li şeva 08.11.2018an. Z, û dizîna hin zêr û pereyên di malê de.

“Foksî” bêtirî salekê (ji Avdara 2018an ve) dest danî ser mala Hemwelatî “Omer Kemal Elî”, û tişmiştên hundir wê jî dizîn.

Destdanîna ser mala (vêle û çandingeheke bi qaserî /5/hiktaran) li Başûrê “Bircebdalo” (yên Hemwelatî “Melek Şêx Omer Keyalî”), piştî karanîna fişaran li ser û koçkirina wî ya zorane li Havîna 2019an. Z, û damazrandina kargeheke şênberên hişbirinê/tevzînok (ye li jor hatiye çêrêkirin) di avahiyê de, û qutkirina riyên derin ser çandingehê.

Destdanîna ser Mala “Behrî Axa” li “Bircebdalo” û dizîna heyînên wê, û guhertina wê bo biryargeheke leşkerî û hepseke taybet.

Destdanîna ser dora /350/hiktar erdên çandiniyê yên bi xêr û bêr ên hemwelatiyên li derve ji Xelkê “Bircebdalo”.

Ferzkirina bace û vêrgiyan li ser Hemwelatiyên Kurd bi rengekî berdewam, bi taybetî jî li werzên/mûsimên çandiniyê, mîna (/7/hezar Dolar Emrîkî li ser “Adêl Xelîl Hesen” bi behaneya ku wî li dema Rêvebiriya Xweser a berê di oxirkirina pakrewanan de makîna xwe bi kar aniye, /7/hezar Dolar li ser “Nebî Ehmed Seydo” bi behaneya ku wî makînek malbata “Keyalî” ya koçberbûyî veşartiye, /5/hezar Dolar jî li ser “Fethî Nebî Îdo” bi behaneya rêvebirina wî ji malmewdanên birayê xwe yê mirî re).

Li 26.06. 2018an. Z, Kuştina xortê negîhayî “Kemal Mihemed Elî Arêf/17/sal” ji Gundê “Xezîwê” – Şêrewa (yê ku tevî malbata xwe li G. “Bircebdalo” yê hevcîwar rûniştibû, ji ber hebûna malmewdanên wan tê de), bi lêdan û îşkencekirinê.

Rêşkirin û kolandina Girê “Bircebdalo” û dizîna kevneşopên wê yên dîrokî û kinzên wê yên binerd.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:

Li 05.09.2023an. Z, Hemwelatî “Mistefa Mûrad Turk” ji xelkê Taxa Jêrin a Bajarê Cindirêsê, bi tuhmeteke çêkirî û fisfisiyekê ji keyayê taxê ve, piştî nelihevkirineke şênberî di navêna “Turk” û birayê keyê de (yê li Rojhilatê Ferêt rûniştî), û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

Li 09.09.2023an. Z, Hemwelatî “Xelîl Ibrahîm Kalo /53/sal, herdu bira Ehmed /34/sal û Mihemed /30/sal kurên Ebid El’henan Hisên, Mihemed Samî Necar /33/sal, Remedan Yûsêf Hisên /42/sal, Nîdal Ibrahîm Hiso /50/sal” ji xelkê Gundê “Kîmarê” – Şêrewa, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û “Necar, Yûsêf, Hiso” piştî çend rojan hatin berdan, û ta niha sisê jê bêsûcane girtî ne; Herweha jî xelkê ji çûna Başûr û Rojhilatê gund bi mebesta karên çandiniyê  qedexe dikin, û tenê riya dere Basûtê – Efrîn/Bakur Rojava ji wan re vekiriye.

Li 12.09.2023an. Z, Hemwelatî “Nezîfe Yûsêf /39/sal tevî şîrmijê wê” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û piştî du rojan ji bendkirinê hate berdan û baceyeke diravî li ser hate ferzkirin.

= Geregoşî û serberdayetî:

Bi ser hebûna wê ya berê li Herêma Efrînê û bê al û nîşanên aşkere, li 13-14.09.2023an. Z karwaneke çekdarane ji Hêzên “Desteya Rizgarkirina Şamê/Hey’it Tehrîr El’şam” ya terorîst ji aliyê Idlibê ve hat û kete Derbasgeha Xezîwê – Efrînê, û gihîşte sînorê bajêr – ciyê ku leşkergeheke wê (berê jî ye Milîseyên Ehrar El’şam bû – perçenavça Rojhilat) di avahî û cîgeheke di navêna Gundên “Kurzêlê û Turindê” de heye-, û ji ber wê Dagîrkeriya Turkiyê seferber bû û hêzine ji artêşa xwe di navêna çateriya Gundê “Kefercenê” û taximên Herêma Ezazê de li aliyê Rojhilat û nêzîk Derbasgeha “Xezîwê” û Derbasgeha “Etmê” – Navça Cindirêsê belav kirin, û herweha jî Milîseyên “Artêşa Niştîmanî” seferber bûn, û hêzên Turkiyê hişyarî dan “Desteya Tehrîr El’şam” li berdewamkirina bizavên wê, lê ew li siba 15.09.2023an. Z kurtedemekê bi Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” re (li bergeha di navêna “Turindê – Xezîwê” de) kete pevçûnan, û bi şev di bin zexta Turkiyê de, karwanin ji hêzên desteyê ji Efrînê kişiyan û berve Idlibê vegeriyan.

Li Siba Sêşemê 12.09.2023an. Z, Makîna “Ebû Emar” ji endamên Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Efrînê” û berpirsiyarê “Emniyeta Encûmena Xwecihî” li Taxa “Zêdiyê” – Efrîn bi bombeyeke teqîner hate teqandin, û di encamê de zarokek dimeşiya birîndar bû û ziyanin şênberî çêbûn.

DCIM101GOPROG0040522.JPG

Li 16.09.2023an. Z, teqînek mekin di perçemaleke daneşînê de li qatê dudiyê nêzîk Gergeha “Maratê” li Bajarê Efrînê çêbû, û di encamê de ziyanin şênberî gihîştin wê avahiyê û hin avahî û makînên derdorê, û sê kes hatin kuştin û heyşt jî tonbiton birîndar bûn (tev jî ji anîndeyan in), û rewşên hinan jî ne baş in; Û li gor kenalên ragîhandinî yên bi ser çekdaran ve, yek ji nav birîndaran “Es’ed Barodî – Ebû Muhemed Ehrar” e, ji zayenda Heleb sala 1980. Z ye û serkêşekî Milîseyên “Ehrar El’şam” e, û wî di mal de teqîner hazir dikirin, da ku di piroseyên xwe yên taybet de bi kar wîne; Û ew çekdarekî Îslamî tundrew û bi gotarên xwe yên cîhadî yên hurhutandiniyê naskirî bû, û dest danîbû ser dehan mal û dîkanên xelkê herêmê li Kolana Vêlat li Efrînê.

= Binpêkirinine din:

Ji dora heyvekê ve, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” kamîrayên çavdêrîkirinê -ji berîka hemwelatiyên gund- bi ser tevahiya Gundê “Aşkê Xerbî/Rojava” – Navça Cindirêsê dixînin, bi armanca çavdêrîkirina liv û tevger û çalakiyên aborî û çandiniyê yên xelkê wê, û ji bo wergirtina bace û vêrgiyên diravî ji wan.

Bûyer tekez dike, ku Turkiyê tevî hêzên xwe yên leşkerî û istîxbaratên xwe -dema ku were xwestin- ji bo kontirolkirina terezûkirinê di nav milîseyan de û weha jî di nav wan û “Desteya Tehrîr El’şam” de hazir e, di gel wê jî dandina guhdaneke taybet bo giropên çekdar ên Turkman û parastina wan û hêzkirina kanînên wan, lê ji berpirsiyartiyên xwe yên ji bo seknandina binpêkirin û tewanên ku berdewam di dermafê Herêma Efrînê û xelkê wê de têne kirin direve/dide yal.

17.09.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Gundê “Hêvî/El’mel 2” ê niştecîkirinê yê nimûneyî, û tewawkirina /100/ yekîneyên daneşînê, û serdana şandekê ji rêkxirawa “Desteya Alîkar/Yed El’ewn” ya Emrîkî.

Cîbicîkirina riyeke ziftê ji Bajarê Efrînê ta komelgeha gundine niştecîkirinê li hafa Çiyayê Lêlûn, nêzîk Gundên “Xalta, Gobelê”, Gulana 2023an. Z.

Kargeha şênberên tevzînok/hişbirînê li Gundê “Bircebdalo”, 26.10.2021. Z.

Qurbaniyên kuştî “Temenmezin Ayşe Nûrî Henan, Negîhayî Kemal Mihemed Arêf”.

Kolandin û rêşkirina Girê “Bircebdalo” yê kevneşopî.

“Ebdela Helawê” û “Ebdo Osman”.

Teqandina makîna “Ebû Emar”, Taxa Zêdiyê – Efrîn, 12.09.2023. Z.

Teqînek di perçemalek nêzîk Gergeha “Maratê” de – Bajarê Efrînê, 16.09.2023. Z.

“Es’ed Barodî yê bi Ebû Mihemed Ehrar tê nasîn”.

————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-260-16-09-2023-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button